05 juni 2024

Kê bawer dikir hakimekî kurd ewê Seddam mahkime bike û cezayê îdamê bidê?

Karê herî zor û zahmet jî bi destpêkirinê, riya dihere wî serê dinê jî bi gavekê dest pê dike.

Tu kar, tu xebat, tu serketin bi temaşekirinê, bi tembeliyê naçe serî, dibê meriv bi ezm û îstîkrar be, bixebite, xwe biwestîne.
Dara meriv çand meriv fêkiyê wê dixwe.
Her tişt girêdayî xebatê ye, dibê hedefek meriv hebe, meriv bixebite û bidomîne.

Armanca me, hedefa me rizgarbûna ji bindestiyê ye, azadkirina Kurdistanê, avakirina dewleteke netewî ye. Gerek ev hedef qulbeya me be, em gav bi gav xwe nêzî vê hedefê bikin.

Dijminên me îro ji me xurttir in, serketina me îro zahmet xuya dike, lê dibê em bizanibin ne tiştekî ne mimkûn e.

Kesî bawer nedikir aqûbeta Seddam Husên û zarokên wî jî wisa be.
Dema xurt bûn, hukimdar bûn kê bawer dikir împaratoriya Roma, Bîzans, Osmanî ewê hilweşin?

Kê bawer dikir Şahê Îranê ewê ji ber meleyekî wek Xumeynî bireve?

Kê bawer dikir hakimekî kurd ewê Seddam Husên mahkime bike û cezayê îdamê bidê?

Lê roj hat giş qewimîn, dawî li gişan hat. Tarîx şahidê van rastiyan e...
Bêhêvî nebin, dîktator û zalimên îro xurt in, taliya wan jî kane wek a Şahê Îranê û Seddam Husên be.

Ji bîr nekin surprîzên dinyayê pir in.

Lema jî dibê em bêhêvî nebin, xwe sist nekin, kar û xebata xwe ya ji bo azadî û serxwebûnê bênabên bidomînin.

Yê dixebite qezenc dike, zû dereng digihîje armanca xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar