04 juni 2024

Min nedîta min bawer nedikir !

Tesadufên, surprîzên dinyayê, jiyanê pir in, hetanî neqewimin meriv pê nahese, bawer nake.

Lê gava diqewime, meriv matmayî dimîne, meriv dibêje, hela hela, law ev jî hebû?

Di rêwîtiya min a Kurdistanê da gelek tesadufên xweş çêbûn. Bi wan pir kêfxweş bûm.

Heta nuha min nizanîbû ezî yekî hewqasî ”meşhûr” bûme, hewqasî têm naskirin, keç û xort hewqasî ji min hez dikin.

Di gerra xwe ya Kurdistanê da min ev yek dît, têra xwe jiyam. Bi vê yekê jî helbet pirr kêfxweş bûm. Xanima min ji çavên xwe bawer nedikir.

Lê ew jî bi qasî min dihat naskirin, navê wê jî zanîbûn, hurmeta nîşanî wê didan ji min ne kêmtir bû.

Xelkê di 20-30 saliya xwe da dest pê kir, min di 74 salîya xwe da.

Nigekî min li vî alîyê gorrê ye, nigekî min li wî aliyê gorrê ye.

”Şohreta” min dişibe serwet û zengîniya dereng. Xweş e, baş e lêwext hindik e, meriv nikane têr jê fêdê bibîne.

Lê dîsa jî zirara wê tune ye, hîn zûtir ba helbet baştir bû, lê meriv berî mirina xwe jî bibîne, bijî baş e.

Meriv dibîne dara meriv çandiye mêwe daye, meriv jê tahm dike.
Min li Amedê, li Mêrdînê, li Wanê kitêbên xwe îmze kirin, beşdarî Fûara Kitêban a Mêrdînê bûm. 

Li van bajaran bi sedan keç û xortên kurd hatin li min guhdarî kirin, hezkirina xwe nîşan dan. 

Li her derê ez wek qiralekî hatim pêşwazîkirin. Li Amedê, li Mêrdînê, li Wanê, li Wêranşarê gelek caran li kuçe û kolanan hatim sekinandin, ciwanan risim bi min ra girtin.

Ez tu carî bi dû şohretê, bi dû nav û deng neketim, heta ez jê reviyam, min jê fedî kir; ji bo navê xwe tu carî nexebitîm.

Lê di vê gerra xwe da min dît ciwanên min nas dikin, yên ji min hez dikin pir in. Û bêguman ev hezkirin tiştekî ne xerab e, heta hinekî xweş e jî, meriv kêfxweş, sermest û mest dibe.

Ez gelek silavên ji dil dişînim ji hemû keç û lawên silav dan min, hatin dîtina min.Ezê wan, wê hezkirina wan a ji dil tu carî ji bîr nekim.

Lema jî hin kes bi riya reqleman, bi delalan pir zû bi dû şohretê ketin. Baş, xerab, di nava derdorekê da tiştek li hev ragirtin jî.

Giş ne ji dil be jî, ne rast be jî piçekî meşhûr bûne, navek ji xwe ra çêkirine, dixwazin wî navî tim aktuel bihêlin.

2 kommentarer:

  1. Eman ha xalo tu ji partiyeki cheneki

    SvaraRadera
    Svar
    1. Na na netirse, di vî warî da misterîh be. Ez ne yê wî karî me. Min berê kir em bi ser neketin

      Radera