Yê Mesûd Barzanî wek "birayê" xwe bibîne
welatê wî dagir nake !
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî gotiye:
“Peywendiya min bi
bira û hevalê min serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêmê Kek Nêçîrvan Barzanî ra
heye, ez kek Nêçîrvan Barzanî û biraziyê xwe Mesrûr Barzanî wek nêzîktirîn
hevalên xwe dibînim.”
Vana gotinên vala ne, demagojî ye, tu qîmeteke wan a siyasî
tuneye. Mêrik welatê ”birayê” xwe, Kerkûk dagir kiriye û wan wek birayên xwe
dibîne.
Çûna Kerkûkê li birayên xwe qedexe kiriye, bi hezaran kurd
ji Kerkûkê, Xaneqînê û herênên digir kirine derxistine û Mesûd û Nêçîrvan
Barzanî wek birayên xwe dibîne. (!)
Vana gotinên ereban yên demagojîk in, him Kerkûk dagir
kirine, ji bo demografîya Kerkûkê biguherînin her roj kurdan ji Kerkûkê
derdixin û him jî Mesûd Barzanî wek birayên xwe dibîne. Ev pêkenîne.
XXX
Li Diyarbekrê pûlisên dewleta faşîst vêsê bi berbangê ra
girtine ser gelek malan û komeleyan. 22 jin girtine û li 11 jinên din jî
digerin. Terorîzekirina miletekî ye, zulmeke mezin e.
Vê rejîma îslamî-faşîst ji nazîstan jî xerabtir kir, irqçîtiyeke wiha li tu dera dinyayê nehatiye dîtin. Girtin, zîndankirn û terorîzekirina xelkê siwîl, kesên bêsûc teror e, jenosîd e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar