Îro du berdevkên Yekîtiya Ewrûpayê çûn ber nigê Recep Tayyip Erdogan û bi
îhtîmaleke mezin dîsa ew bertîl kirin, soza çend mîlyar euro xûgiya din dan wî.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyona
Yekîtiya Ewropayê Ursula Von der Leyen îro li Anqerê bi Recep Tayyip
Erdogan ra civiyan. Civînê li Koşka Serokkomariyê 2 saet û 45 deqîqeyan dom
kiriye.
Piştî civîna bi Erdogan ra Ursula Von der Leyen û
Charles Michel beyanek dane, gotine li ser têkiliyên Yekîtiya Ewrûpayê û
Tirkiyê wan bi Erdogan ra hevdîtineke baş kirine.
Li Derya Sipî kêmkirina gelşê
gaveke baş e û dibê were domandin. Û dibê leşker û çekdarên biyanî giş ji
Lîbyayê vekişin.
Lê herdu berdevkên Yekîtiya Ewrûpayê qet qala Sûriyê û dagirkirina Efrînê û
Serêkaniyê nekirine. Ji xwe newêrin bikin jî.
Di beyê tu tiştekî cidî negototine. Bi îhtîmaleke mezin meblaxê xûgiya didin
Erdogan zêde kirine. Heger zêde nekin, Erdogan ewê çend sed hezar koçberên din
bişîne ser wan.
Nuha îdareya Erdogan û meaşê çeteyên wî yên li Sûriyê li ser
Yekîtiya Ewrûpayê ye, ew fînanse dikin. Bi vê zîyareta Charles Michel û Ursula
Von der Leyen, Erdogan ewê hinekî bîna xwe bigre.
Ew û miletê wek zûriyan, wek kurm û kêzikan di bin nigên
pûlis û leşkerên tirk da ne, li hemberî vê zulmê ranabe, li dijî wê beyanan
belav nake, lê li hemberî belavoka amîralên tirk derdikve,
"demokrasiya" Tirkiyê diparêze. Xwelî li serê we be, meriv hewqasî jî
totikvala, bêxîret û eyarfire nabe.
XXX
Gava însan nezan be çi tê serî dibêje belkî qedera wî ye.
Zalim jî ji vê vê nezaniyê fêdê dibînin û zulma xwe didomînin. Nezanî û sebra
ji zulmê ra cesaretê dide zaliman.
-Her ku tehamulî xeraban tê kirin pirtir diazirin.
Tolstoy
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar