05 april 2021

Em ketine rewşkeke pir xerab

Her mange tê dotin, her peyv nayê gotin. Li ser kurdan û zimanê tirkî min tiştek nivîsî. Dema min xwend, min nivîsa xwe belav nekir, rakir. Min bala xwe dayê ez tû kim jor simêl e, tû kim jêr rî ye. Tirkan em perîşan kirine, peyva herî rast jî tu nikanî bibêjî.

Gava tu fikrê xwe, ya dilê xwe bibêjî tu yê dilê gelek nas, dost û hevalan bihêlî.

Lê tu rastiyê nebêje jî ne rast e. Tu bibêje jî gotina te pere nake, tesîra wê tuneye, rewşê naguhere.

Gava tu bibêjî tu yê dilê gelek nas, dost û hevalan bihêlî.

Lê tu rastiyê nebêjî ne rast e. Tu bibêjî gotina te pere nake, tesîra wê tuneye, rewşê naguhere. Tîr dikim dan diçe, rohn dikim nan diçe.

 XXX

Zal Mazîdagli gotiye: “Malbatek.Gundê wan hate sotandin. Bavê wan hate kuştin. Eşyayên wan di kamyonan de ji vî bajarî çûn wî bajarî, ji wî cihî çûn yekî dî. Neşêyan "nan" peyda bikin. Ne mibalexe ye ha! "Nan". Perîşanî, bêxwedanî. Îro nevîyê vê malbatê bi kurdî nizanin.”

Bi hezaran malbatên wiha hene. Sûcdar ne malbat tenê ne, siyasetmedar û ronakbîrên civatê jî bi qasî malbatan sûcdar in, wan jî li vê mirinê temaş kirin, ev mirin parastin, gotin ev nemirin e.

Nuha jî bi kampaniyên formalîte xwe û civatê dixapînin. Partiyên me ji dêlî gelê xwe xelas bikin, bûn alîkarên mirina gelê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar