31 augusti 2018

Li mala me şerê bi mêş û kelmêşan ra berdewam e

Mêşkuja xanimê


Îsal pê da ye li mala me şerê xanimê û mêş û kelmêşan berdewam e, herdu serî jî teslîm nabin, bi înad li ber xwed didin.

Ji ber ku hewşa me hişnayî ye û sê darên me yên fêkî û du darên kajê (çamê) hene û der û dora me jî hemû dar û hişnayî ye, tu bibêjî, nebêjî hinek mêş û kelmêş hene. Û dema em derî û pacan vedikin carnan tên hundur, ji xwe ra li nêçîra xwe digerin.

Li ser tarîxek kevn û rismekî tarîxî


Belgeyek tarîxî. 4 sal berê dema ez rastî vî rismî hatim, min li ser tiştek nivîsî.

Tarîx û mekan: Kongre Partiya Karkirên Tirkiyê (TIP) ya Duyem, 20-24ê mijdara(meha 11a)1966. Meletye.

Bavê min wê demê serokê TIPê yê Wêranşarê bû û wek delegeyê Rihayê beşdarî kongrê bûye.

Ji milê çepê: Sami Kutlu, Çetin Altan û bavê min Bubo Kumruaslan.

Yê li pişt Çtîn Altan xwarziyê M. Ali Aybar e. 

30 augusti 2018

Sêv û tiriyê hevalên PAKê vê payizê li ser min



Yê me bax û bexçê me tuneye, lê di hewşa me ya biçûk da sê darên me yên fêkî hene; mêwa tirî, dara giryazê(gêlazê, gilyazê) û dara sêvê.

Mêwa (dara) tirî ne ji bo ku em tirî jê bixwin,  me ji bo pelê wê çandiye. Li Swêd tirîyê ji bo xwarinê çê nabe. Xanim carnan ji me ra pelê teze çê dike, em ji pelê selamora xelas bûne. 

Salê çend gûşiyên biçûkên hebhûrik digirt. Lê ew jî qorix bû, nedihat xwarin.

Tirk ji xwe ra li hin xeşîmên din digerin




Tirkiye heta nuha bi xêra Amerîka û Natoyê bê qeza û bela li ser nihga ma û kurd bindest hîştin.

Bi salan bi xêra Amerîkayê û Natoyê îşe xwe meşandin û kurd bindest hîştin.

Nuha nabêna Tirkiyê û Amerîkayê piçekî sar bûye, Trump destega berê nade Tirkiyê. 

29 augusti 2018

Li xerîbiyê meriv bi hev şîrîn dibe



Ev çend roj in rojeve min tije ye, rojê çend dost û hevalan dibînim.

Pêr mîvanên min hebûn, do ez û çend heval li bajêr hatin ba hev û me çend saetan tûrikên ji hev ra xwe vala kir.

Îro jî ez, Enwer Karahan û Mistefa Aydogan û kekê Mehdî Zana hatin ba hev. Ge wan li min guhdarî kir û ge min li wan.

Dema kal tên ba hev qala defterên kevn dikin. Me jî îro wer kir. Xweş bû.

Tesîrên medîa sosyal yên baş û xerab



Xanimeke bi navê ”LeylîLeyla”, di twîtta xwe da li ser kesên di medyaya sosyal da zêde wextên xwe derbas dikin gotiye:

”Gava min dest bi xwendina Kurdî kir, ji birçîbûnê min her kes û her tişt dixwend. Çawa ku demên şêlû bandorê li her tiştî dike, bi heman awayî li mêjûyan jî dike. Niha rewşenbîr jî, helbestvan jî, romannîvs jî, sîyasetmedar jî her kes wegerîyaye salên ergenîyê (xamatîyê).

28 augusti 2018

Şelengo yê Wêranşarê ye û ewê yê Wêranşarê bimîne !



Ji mîvanên min yên do êvarî Wehbî Aydin, di destê xwe da ji min ra dîyariyeke pir mustesna, xweş û ez qet ne li hêvîyî bûm, ŞELENGO anî. 

Belê, mîvanê min ji min ra kîloyek ŞELENGO anî…

Şelengo fîkîyekî Wêranşarê yê netewî ye, sembol û nîşana Wêranşarê ye û wek fîkîyekî xas yê Wêranşarê hatiye tescîlkirin.

Û me patenta wî jî girtiye û peykerê wî jî li Wêranşarê daçikandiye...

Yanî dinya jî xera bibe, em şelengoyê xwe nakin malê kesî...

27 augusti 2018

Îşev min çend mîvanên ezîz hebûn




Îşev çend mîvanên minê pir ezîz hebûn. Me heta derengê şevê bi hev ra sohbetek nostaljîk û hingivîn kir. 

Sohbet û mîvaniyên wiha eynî wek derman e, bîna meriv fireh dibe, meriv kul û derdên xwe ji hev ra dibêje û di nabênê ra jî qala rojên borî dike.

26 augusti 2018

Romaneke pir hêja li kitêbxaneya kurdî zêde bû.



Yaho van qoseriyan tiştek ji kesî ra nehîştin, tu kîjan kevirî radikî yekî qoserî ji bin derdikve. 

Tu koka kîjan nivîskarî, kîjan akademîsyenî, kîjan zimanzanî, nivîskarî, şairî dikolî qoserî, mêrdînî derdikeve. 

Di Facebookê da tu li profîla kîjan nivîskarî dinêrî, ya qoserî, ya dêrikî, ya jî nisêbînî derdikeve.

Do êvarî me bi şahiyekê bextewariya du xortên kurd pîroz kir



Şevê çûnî em li daweta lawê hevalê minî hêja Qutbedîn Aliş, ”Robîn Aliş û Susan Merwanson” xanimê bûn. Ji bûk zavê ra jiyaneke dirêj û bextewar dixwazim. 

Ji Kurdistanê,  ji Tirkiyê, ji Almanya, ji Fransa û ji hin derên din gelek nas, dost û heval hatibûn. Me hev û du himzêz kir, di nava wî dengê muzîkê yê pir bilind da li hal û demên hev pirsî. Min ji wan ra negot, lê min dît hemû jî hinekî din kal bûne. 

25 augusti 2018

Facebook, wey mala te hezar carî ava be !



Facebookê ji min ra gotiye Zinar,  di 11 salên te yê Facebookê da 200 hezar kesî ji nivîs û parvekirinên te hezkirine, ecibandine.

Dîsa li gorî Facebookê bi nivîsên xwe min 200 hezar kes kêfxweş kirine.

Gelek spas ji bo vê agahdariya hêja. Hûn gelkî sax bin Facebook, mala ew hezar carî ava be, yekê we bi hezar be !

Ez bi vê şêla xwe pir kêfxweş im



Di seranserê jiyana xwe da, ne bi devikî û ne jî bi nivîskî, min tu carî kurd nehewisandin tirkî, min tu carî tirkî, tirk û Tirkiye bi kurdan şîrîn nekir.

Heta ji min hat, li her derê û di her platformê da min kurdî, kurd û Kurdistan bi xwendevanên xwe da hezkirin. 

Heta ji min hat min şerê asîmîlasyonê kir û ez xebitîm hezkirina tirkî, tirkan û Tirkiyê di dilê kurdan da bikujim. 

Ev jî serbilindî û bextewariya min ya herî mezin e. Ez bi şêla xwe, bi vê îstîkrara xwe pir kêfxweş im, ne poşman im.

Li ser kurdên Azerbêcanê kitêbeke pir hêja



Qapaxa/berga pêşî ya kitêbê

Weşanxaneya LÎSê li ser kurdên Kafkasan 3 berhemên gelkî hêja çap kirine.

1. “DI SEDSALA 19’EMÎN DE REWŞA KURDAN, N. A. XALFÎN”
2. “KURDÊN AZIRBÊCANÊ, A. BUKŞPAN”
3. “KURDISTANA NÛ, M. S. LAZAREV, Y. Î. VASÎLYEVA, M. A. HASRATYAN, O. Î. JÎGALÎNA, ŞEKIROYÊ XUDOYÊ MIHOYΔ.

24 augusti 2018

Kurdê neyartiya Îsraîl û Amerîkayê bike ya korfahm e ya jî ne dilxwazê kurda ye



Kurdê îro dijminatiya Amerîkayê û Îsraîl bike korfahm e, ne xêrxwazê kurda ye, heta hevalê neyar e. 

Çi bi zanetî û çi jî bi nezanî, kî dijminatiya Amerîka û Îsraîl, lê bi taybetî jî ya Amerîkayê bike neyartiya kurdan û xizmeta dijminên kurdan dike.

23 augusti 2018

Îro jî wiha derbas bû...



Îro ez û xanimê me serê girt û em bi kuçe û kolanên Stockholma xopan ketin, me got ev kuçe ji te ra, ev kolan ji min ra, em geriyan û geriyan.

Herêmeka Stockholmê ya ez tim ji hember derbas dibûm lê ez tu carî lê negeriyabûm, em îro dageriyanê û em bîstekê lê geriyan. Me da rexê bahrê û em av û av çûn, em rastî gelek mîmariyên xweş hatin.

22 augusti 2018

We çi ji vî heywanê bê zar û bê ziman xwest?



Zalimno, bêûjdanno, wehşnno, we çi ji vî heywanê bê zar û bê ziman xwest ?

-Tirk berê jî ne merivên kamil û humanîst bûn, lê îslamîstan ew bi temamî ji însaniyetê dûr xistin û kirin wehşên dirinde, wehşên dijminên mirovan, dijminên heywanan û xwezayê.


Li Kurdistanê bi şewata daristanan û li tirkiyê jî bi jahardadanê qira heywanan bê zar û bê ziman anîn. 

Dayika wî miriye bi bavê xwe ra digere



Di di dema şerê Osmanî û Rûsan da  dewletê xelk bi zor dibir leşkeriyê û yên diçûn jî bi piranî venedigeriyan. Lema jî kesî  nedixwest here leşkeriyê. 

Rojekê sê xortên betlîsî bala xwe didinê zabitên osmanî berbî wan ve tên. Xort ji tirsa  girtinê her yek bi derekê da direve, xwe vedişêrin. Yek hildikşe ser darê. Yek xwe davêje nava çem. Û yê din jî firsendê nabîne li derekê xwe veşêre, li wir kerek hebûye, hema dihere dikeve binê kerê.

21 augusti 2018

Li xerîbiyê meriv hesretiya hejîra dimîne



Ji fêkîyên ez pir jê hez dikim yek jî HEJÎR e. 


Ez miriyê hejîra me. 

Ji do da ye hejîr hatine markêtra me. Ez dikirim û dikirim.
Lê ne bi kîloyan, bi heban dikirim.

Li ba me wek li Kurdistanê bi kîloyan nayê kirîn, bi heba ye.

20 augusti 2018

Wehşê Di Hundirê Min De îro gihîşt Stockhomlê



Îro posta min li gorî dilê min bû. Bi karta hilbijartinê(di 9ê îlonê da li Swêd hilbijartin heye) û çend nameyên din ra, kitêba Helîm Yûsif ”Wehşê Di Hundirê Min De ” jî hat.

Min zanîbû ev çend roj in di rê da ye, çavê min li rê bû. Nîhayet îro hat û bi hatina wê pir kêfxweş bûm. 

Min nêt heye ya îşev û ya jî sibe dest bi xwendina wê bikim. Lê min hîn biryara xwe nedaye. 

Hesret




Min bêrîya te kiriye

Ruhê min tim wek çenteyekî di destê rêwiyekî da bû
sê sal berê min ew li îstasyona Stockholmê hîşt
û bi hesreteke mezin
xwe avêt ji himêza te da
min qebûl bike
dilê min ê hustuxwar şa bike
min pir bêrîya te kiriye
bihêle ez serê xwe bidim ser kevirên te yên sincirî

Çîroka Nemrûd û mûriyê



Çîroka Nemrûd û mûriyê(gêrikê) û Hz. Îbrahîm, çîrokeke mîtolojîk ya gelkî meşhûr e û bi çend hawa tê gotin.

Di varyanta wê ya herî zêde belav bûyî da Nemrûd, Hz Îbrahîm davêje nava êgir û gumgumok jî ji bo ku êgir gurrtir bike pifî êgir dike. Marîjok jî ji bo ku êgir vemrîne avê lê dike.

Kurd ji Tirkiyê û tirkan pir hez dikin




Li vê dinyayê tirk herî pir ji kurdan nefret dikin û dixwazin koka wan biqelînin. Kurd jî viya baş zanin. 

Û di nava tirkan da jî tu carî xwe rehet û azad his nakin. Tim li xwe û li devê xwe miqate ne. Zanin tirk ji wan nefret dikin, bi kîn û nefret û bi çavê dijmin li wan dinêrin.

19 augusti 2018

Ez ne MAMOSTE me !



Gelî dost û hevalên ezîz, ez di bextê we da me, rica min ji we ji min ra nebêjin "MAMOSTE"!

Çimkî ez ne "mamoste" me û min tu carî jî mamostetî nekiriye. 

Her çiqas gotina ”mamoste” ji peyva “mam” û “hoste” yanî ji ”mam-hoste yanî ”mamê hoste” da  çê bûbe jî, lê êdî ne di wê maneyê da, ji wê bêtir di maneya kesê sinetê wî dersdarî ye, ya jî kesê di wê mistewayê da ye, kesê alim e tê gotin.

Hin kes wek xîtabeke hezkirinê, hurmetê dibêjin "mamoste" !

Emê bi vê qûşê tu carî negihîjin Mûşê



-Dibêjin zilamek hebû, dema nanê wî hebû dewê wî tunebû, dema dew hebû nan tunebû, dema herdu jî hebûn ew ne li mal bû.

Nuha nan jî heye, dew jî heye, lê kurd ne li mal in, li çol û çepelan zikbirçî digerin, naçin nan û dewê hazir naxwin.

Nuha ewê jî ji destê wan here, wek her tim ewê dîsa bimînin tî û birçî.

18 augusti 2018

Kî ji ser sifra me radibe kêrê dide sifra me




Tiştekî pir ecêb e, çi tirk, çi ereb, kî ji ser sifra kurdan rabûye kêr daye sifrê. 

Kê nanê me xwariye, tirba(gorra) me kolaye.

Hemû şîiyên îro li Îraqê desthilatdar in, di dema Seddam da pêsekinîyên kurdan bûn, li Kurdistanê disitirîn.

Tu pê li zikê kîjan siyasetmedarê şîe kî, ewê şorba kurdan ji devê biherike. 

Do rojeke xweş bû



Gelek spas ji bo Nîhat û Mencê xanimê...

Do em çend heval mîvanê Nîhat Saganda û Mencê xanimê bûn. Mala wan ava be, ji me ra mazûbaniyek baş kirin.

Baranê hinekî bela xwe di me da lê stara me hebû, em şil nebûn.

17 augusti 2018

Trump îcar bi bivik nîşanî Tirkiyê da








Serokê Dewlwtên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trump, bersîveke pir zelal da gef û fortên Tirkiyê. Trump do bi şev bi twîttekê dîtina Amerîka ya li ser mesela Brunson wiha anîye zimên:

16 augusti 2018

Halê Reîs ji halê helawçiyan jî xerabtir e



Steven Mnuchin

Dema kesê rût û birçî fortan bide xwe, pişika xwe binbepixîne û gotinên ji serê xwe û ji hêza xwe mezintir bike, tirk jê ra dibêjin ”ac kabadayi”, yanî mêrxasê birçî. Him birçî ye, him jî xwe zengîn nîşan dide.

Tirştê Erdogan nuha dike ev e, him rût û birçî ye û him jî li hemberî Amerîkayê mêrxasiyê dike.

Dibê em xayinên xwe jî û egîdên xwe jî nas bikin

Suleyman Nazîf


Di tarîxa me da xayin jî pir in û egîd, gernas û leheng jî.

Hin kesên zana û dîroknas ne tê da, wek milet em xweşikî, bi ser û ber xayin û egîd û gernasên xwe nas nakin. 

Nizanin xayinên me kî ne ?

Çi xiyanet kirine?

Kînga û bi kê ra xiyanet kirine?

Û bi xiyanetên xwe bûne sebebên çi zirar û malwêraniyê?

Stenbol, bajarê genî



Sîteya(malpera) xanîkirêkirînê Spotahome li ser 89 bajarên dinyayê lêkolînek kiriye. Di nava 89 bajarên dinyayê da bajarê herî bêsihet, herî qilêrokî û ji bo jiyanê herî ne xweş Stenbol di rêza 88a da ye. 

Îzmîr di rêza 83a da û Bursa jî di rêza 72a da ye.

Yanî li dinyayê di nava 89 bajarên herî bêsihet, herî qilêrokî, herî tevlihev, herî pîs, qelebalix û ji bo jiyanê herî bi problem Stenbol ji dawiyê di rêza 88a da ye û bajarê Fasê Casablanca jî di rêza 89a da ye yanî di rêza herî dawî da ye...

Tirk û medenîyet li hev nakin



Kurdekî  bi navê ”yaxaşata” di twîtta xwe da gotiye ”Tirk nikarin Îphonê çêkin lê dikarin bişkînin, bişewitîn! Tirkan di dîrokê ti caran ti tişt li şarsitaniyê zêde nekirine, lê her car ji şaristaniyê gelek tişt tine kirine.”

Gotineke pir rast e. Tirkan tu medenîyet ava nekirine û ji însaniyetê ra jî tu mîrateke hêja li pey xwe nehîştine. Lê gelek medenîyet û qewm, ziman û kultur ji dinyayê rakirine, milet qir kirine. Bi hezaran mîratên tarîxê wek Daîşê îmha kirine.

15 augusti 2018

Di twîttê da tecrûbeyên min yên 9 salan




Di tiwîttê da 9 salên min qediyan. 

Di van 9 salan da min gelek kes nas kirin. 

Min berê jî zanî bû, lê min careka din jî dît tu kes bi qasî tirkan ne irqçî, cahil û ji însaniyet û medenîyetê bêpar in. Û bi rengekî fanatîk neyarên kurda ne. 

Ji sedî 99ê tirkan kane bibin celadê kurdan, kanin xwîna kurdan vexwin.

14 augusti 2018

Di ehmeqiyê da tirk bêemsal in



Tirkekî totikvala ji bo protestokirina Amerîkayê telefona xwe ya Îphone şikandiye, gotiye, ”min bi şikandina telefona xwe ya min bi 36 mehan bi texsît kirîbû dest pê kir. Yê piçek îmana wî hebe dibê ew jî bide dû min. Boykot...”

Ev çend roj in di medyaya sosyal gelek vîdeoyên kesên dolara dişewitînin, yên telefonên xwe dişkînin, yên Coca-Colayê û Ketchupê dirjînin tên belavkirin.

Dema aqilê meriv ne ji kîsê meriv be meriv dibe xêrxwazê qatilê bavê xwe



Ne hewceye navê wî bibêjim. Ji xwe navê wî yê Facebookê ne rast e. Kurdekî aqilê wî ne ji kîsê wî û bûye nasyonalîstekî tirk. Ya muhîm kurdek e û xwedêgiravî li dijî dewletê ye û azadiya kurdan dixwaze.

Kurdekî ne ji Tirkiyê ra lê ji Amerîkayê ra dibêje ”dagirker û bimre Amerîka!” di malpera xwe da wiha nivîsî ye: 

13 augusti 2018

Ya xerab em bûne bindestê kesên paşdamayî û cahil



Heta nuha kê zulm li kurdan kiribe zû dereng bela xwe dîtiye. Şahê Îranê, Seddam, Esed û yên berî Erdogan.

Nuha jî dora Rûhanî û Erdogfan e.

Heta Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye bi kurdan ra le hev neyên, mafên wan nedin ewê tim rezîl û perîşan bin, ewê tu carî rehet nekin. 

12 augusti 2018

Dijmin e kî lêxe li kara min e



Meriv bi xwe, bi destê xwe bikanibe derbekê li dijminê xwe xe, wî pîs bike, di erdê vegevizîne, heyfa xwe û heqê xwe jê bigre xweş e. 

Lê gava ne meriv, lê yekî din lêxe, yekî din dijminê meriv pîs bike , dixwaze bira ew Amerîka be ya jî yekî din be, dîsa baş e, dîsa kêfa meriv tê. 

Şexsîyet


Mamosteyê sinifê bi tebeşûrê li text yekek (1) mezin nivîsî...

Ji xwendevanên xwe ra got:
”Birnêrin, ev şexsîyet e. Di jiyanê da tiştê herî bi qîmet şexsîyet e, dibê meriv xwedî şexsîyet/qereketer be…”

Dû ra sifirek (0) danî pişt (1)ê:

Her bijî paşayê me!



Di wext û zemanekî da paşayek(padişahek) hebû. Erê paşa bû, her tiştê wî hebû, xwedî qesir û qonax bû, lê dîsa jî ne bextewar û dilşa bû. 

Lê gelê wî pir kamran û dilşad bû, her kes ji halê xwe memnûn bû. Kesî ji halê xwe, ji jiyana xwe gazin nedikir.

11 augusti 2018

Teyrek hebû...




Teyrek hebû hemû teyran bi ser da zîlq/zîrç dikir, wî jî diçû bi ser çêliken xwe da zîlq dikir.

Mesela me û tirkan jî bûye ev mesele, Amerîka, Ewrûpa, Rûsya bi ser serê wan da zîlqê dikin û ew jî tên bi ser serê me da zîlqa xwe dikin.

Vana ji leglegê jî xerabtir kirin



Ji roja teşxeleya nabêna Amerîkayê û Tirkiyê dest pê kiriye devê berpirsiyar, serok û siyasetmedarên tirk nakeve hev, Erdogan, wezîr, serokê meclîsê, serokên partiyan her roj beyanê li ser beyanê didin.

Aqil didin Amerîkayê.
Şîreta li Trump dikin.
Gefa lê dixwin.
Gazinan jê dikin.

Min vêsê Yilmaz Guney di xewna xwe da dît !



Hêvî dikim xêr be, vêsê min Yilmaz Guney di xewna xwe da dît. 

Ez li mala me ya Wêranşarê bûm û Yilmaz Guney û çend kesên din, hinekî qelabalix bû, mîvanê min bûn.

Dema ez çûm oda mîvan lê rûniştibûn, Yilmaz ne li hundur bû, derketibû derve, hat hundur, xwe bera erdê da û bi kurmancî ji min cixare û çay xwest. Min got baş e, ezê herim bînim. 

Bi vê sohbeta me ra eez bi xwe hesiyam. Min dît wa ye saet ji 07.00 derbas dibe. Ez ji nava nivînan rabûm û min çû qahwa xwe ya sibê da ser...

10 augusti 2018

Dolarê zalim hişê hebû jî ji serê tirkan bir



Xanimeka tirk li hemberî tiştên li Tirkiyê dibe, dibîne û dibihîze matmayî maye û gotiye ”li hemberî tiştên dibin ez xwe li dînîtiyê datînim û dikenim.”

Tirk berê jî ne tu merivên saxlem û tebitî bûn, lê belê îktîdara Erdogan ya îslamî piçek mejiyê di totokê, qotê wan da hebû jî ji serê wan bir, nuha kîmya wan xera bûye, civata tirk bûye wek ereba frêna wê biteqe, Xwedê zane li ku bisekine.

Varik e hêkên hesinî dike



Eger were bîra, mikn tim gotiye Erdogan ewê bela xwe bibîne, ev stûrî, ev zulm jê ra namîne. 

Ne ku ez bawermend im lema wiha dibêjim, na, ev analojiyeke sosyolojîk e, yê kêf û bextewariya wî, kursî û meqamê wî li ser zulmê ava bûbe, aqûbeta wî berbat diqede. Bi piranî dawiya hemû dîktatoran xerab diqede.

09 augusti 2018

Pêşiyên xelkê tiştên pir giranbiha li pey xwe hîştine



t û ber

Ji 68 salên jiyana min 30 li Kurdistanê û 38 salên wê jî li Swêd, li Stockholmê  derbas bû.

Li gel ku Stockholm bajarekî ne mezin e, here were milyonek nufûsa wê heye, lê dîsa jî di van 38 salên jiyana xwe ya li Stockholmê da min Stockholm baş nas nekir, têr lê negeriyam.

Sebeb yek jê jî ereba min tuneye, yanî ez ne siwar, tim peya me. Lema jî ger, çûn û hatin zahmet dibe.

Wele ez mame di orta xelîl û celîl da



Her roj çend daxwazên hevaltiyê ji min ra tên. Navên profîlên wan sexte û ne rast bin jî navên piraniyê bi kurdî ye. 

Lê dema ez bala xwe didim malperên wan yên Facebookê hemû bi tirkî ne. Nav bi kurdî ye, nivîs bi tirkî ye.

Ez naxwazim daxwaza kurdê kurd e red bikim, lê ev serdestiya zimanê tirkî jî min gelkî aciz dike, bi min zor tê.

Pîs û rind ji hev geriyan




16 salên îktîdara AKPê di nava kurdan da merivên baş û xerab, yên qelp û saxlem, yên bi namûs û bênamûs, yên bi şeref û bêşeref, yên kurdperwer û cahş, xayin û neyarên qewmê xwe ji hev gerand.

Ev jî feydeyeke ne hindik e. Nuha meriv zane kî çi mal e, kî kurd û dilsozê welatê xwe ye, ya jî hevalê dijmin e.

08 augusti 2018

Pîncîtiyeke wiha ancax were bîra erebekî




Yekî li Almanyayê li ber Katedrala Kolnê gelek al çêkirine. Her kes pera davêje ji ser ala welatê xwe da. Yê herî zêde pere avêtine ji ser ala xwe da kurd bûne. 

Meriv kane bibêje ev nîşana hezkirina alê ye. Kurd ji ala xwe pir hez dikin. 

Lê meriv kane bibêje ev yek safî û xeşîmî ye jî, kurd ji her kesî bêtir û hêsantir tên xapandin.

Ez dibêjim kesê ew al çêkirine ereb e, ancax yekî ereb ji bo qezenckirina pereyên belaş rêyeke wiha rehet bibîne. Di pîncîtiyên wiha da ereb bêemsal in. Heger ne ereb be jî miheqeq bi ereban ra rabûye, rûniştiye.

Îblîs jî û hemû pêxember jî ji nav wan derketine. Ev yek tiştekî nîşanî me dide...






Abdulah Keskîn ji me re îş derxist. Xanimê çêkirina gêrmiyê/meyirê ji bîr kiribû. Piştî twîtta wî ya li ser gêrmiyê, gêrmî ket rojeva me jî. 

Xanimê îro jî gêrmiya noka çêkiriye, wek surprîz da ber min…

Azadi Libertad Efrînî wê hinekî zêta zeytûnan jî berdana ser. Belkî piçekî sîr û kemûn jî hîn gêrmiyê xweş bike. Kemûn hêrandina nokan di madê de hêsan dike.

Zinarê Xamo Zeytê em jî bi ser direşînin, lê sîr û kîmyonê naxixinê. ezê nuha biceribînim.

Dibê meriv nivîsîna bi kurdî li kurdan neke minet



Firat Cewerî gotiye, “li gel ku heqas sal in ez surgûnê dijîm, li gel ku îmkana min ya nivîsîna bi zimanên din jî heye, lê dîsa jî min bi înad nivîsanî bi vî zimanî domand.”

Heyran tu kesî kes mecbûrî tu zimanî nekiriye, kî bi kîjan zimanî dinivîse bira binivîse, azad e. Dibê meriv nivîsandina bi kurdî wek fedekariyekê telaqî neke û li sere kurdan neke minet û serhevde...