Şevê çûnî em li daweta lawê hevalê minî hêja Qutbedîn Aliş, ”Robîn
Aliş û Susan Merwanson” xanimê bûn. Ji bûk zavê ra jiyaneke dirêj û bextewar
dixwazim.
Ji Kurdistanê, ji Tirkiyê, ji Almanya, ji Fransa û ji hin derên din gelek nas, dost û heval hatibûn. Me hev û du himzêz kir, di nava wî dengê muzîkê yê pir bilind da li hal û demên hev pirsî. Min ji wan ra negot, lê min dît hemû jî hinekî din kal bûne.
Yê herî kal nebûbû Adil Aliş bû, ez nizanim em lawik çi boyaxê di xwe dide û hewqasî xort dimîne…
Mîne û Abid dundar, ez, Seîdê Mele, xanima wî, Hêvîya Xamo û Roza Kurdî |
Xelk û alem sal bi sal kal û pîr dibe, ev camêr ciwan dibe, tu dibêjî belkî sala new ji bîr kiriye…
Tiştekî ecêb e, lê dibe…
Daweteke xweş û her tiştê wê bêqusûr bû.
Mistefa Aydogan, ez, Kerem û Enwer Karahan |
Qusûr, tenê bilindbûna dengê muzîkê bû, xwezî deng hinekî din kêm bûya û dengê meriv biçûya hev. Bilindiya dengê muzîkê gelşeke hemû dawetên me ye, ez dibêjim dengê muzîkê hinekî kêmtir be ewê baştir be. Û muzîkek nerm û bêyî stran, tenê muzîk, keman…
Abid Dundar û lawê wî Alan |
Spas ji bo her tiştî û ji bo Roza Kurdî xanimê, hat em birin û dîsa anî li ber derê me danî. Ne ew bûya emê bi rêyan da perîşan bibûna…
Yaw xalo, pishti malnishine tu ciqas buyi moden.
SvaraRaderaEw potansiyel berê jî hebû, lê wext û îmkan tunebû. Nuha herdu jî hene...:))
Radera