28 augusti 2018

Şelengo yê Wêranşarê ye û ewê yê Wêranşarê bimîne !



Ji mîvanên min yên do êvarî Wehbî Aydin, di destê xwe da ji min ra dîyariyeke pir mustesna, xweş û ez qet ne li hêvîyî bûm, ŞELENGO anî. 

Belê, mîvanê min ji min ra kîloyek ŞELENGO anî…

Şelengo fîkîyekî Wêranşarê yê netewî ye, sembol û nîşana Wêranşarê ye û wek fîkîyekî xas yê Wêranşarê hatiye tescîlkirin.

Û me patenta wî jî girtiye û peykerê wî jî li Wêranşarê daçikandiye...

Yanî dinya jî xera bibe, em şelengoyê xwe nakin malê kesî...


Heta çend sal berê şelengo nedianîn Swêd. Lê di van çend salên dawî da markêtên kurd û tirkan bi fêkî û sebzeyên Tirkiyê ra şelengo jî tînin.



Lê şelengoyê tînin ne yê Wêranşarê yê eslî ye, şelengoyê modîfebûyî ye, ew tahm û lezeta di şelengoyê Wêranşarê da heye, di wan da tuneye.


Belkî ne wer be lê ez wer his dikim…

Heta nuha min çend caran tahm kiriye, lê tu carî bi kîloya nekirî. Lê do cara pêşî Wehbî Aydin di destê xwe da ji me ra anî û me bi hev ra xwar.


Helbet wek şelengoyê Wêranşarê ne bi tahm û lezet bû, lê kopîya be jî axirê şelengo bû, fêkîyekî Kurdistanê bû û me bi zewq xwar û ez û Wehbî li ser şecereya şelengo ketin gewriya hev.

Wek min got, şelengo fîkîyekî Wêranşarê ye û destpêkê tenê li Wêranşarê çê dibû. Em wêranşarî wer dibêjin û wer bawer dikin.

Lê xelk û alem ne bi me ra ye.

Do min got şelengo tenê li Wêranşarê û li Qerejdaxê diçînin, Wehbî jî got na, li Bismil, li gundê wan jî şelengo ji berê û ber da heye. 


Me li hev nekir. Ez şelengo tu carî nakim malê kesî…

Ez dibêjim miheqeq ji alî me birine. Lê me nekir serê hev, camêr got na, şelengo yê Bismil e jî…

Nisêbînî, Mêrdînî jî li şelengoyê me xwedî derdikevin, lê bira qet xwe newestînin, şelengo yê Wêranşarê ye, patenta wî ya me ye û me peykerê wî jî li Wêranşarê daniye…

Lema jî kî li şelengoyê me xwedî derkeve, bike yê xwe jî, ez qebûl nakim, bira kes belaseb xwe newestîne, patent ya me ye, peykerê me ji zû da amede ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar