Hêvî dikim xêr be, vêsê min Yilmaz Guney di xewna xwe da
dît.
Ez li mala me ya Wêranşarê bûm û Yilmaz Guney û çend kesên din, hinekî qelabalix bû, mîvanê min bûn.
Dema ez çûm oda mîvan lê rûniştibûn, Yilmaz ne li hundur bû, derketibû derve, hat hundur, xwe bera erdê da û bi kurmancî ji min cixare û çay xwest. Min got baş e, ezê herim bînim.
Bi vê sohbeta me ra eez bi xwe hesiyam. Min dît wa ye saet ji 07.00 derbas dibe. Ez ji nava nivînan rabûm û min çû qahwa xwe ya sibê da ser...
Ez ji rimildariyê fêm nakim, lê hêvî dikim xêr be. Li ba dibêjin meriv miriya di xena xwe da bibîne ne baş e.
Çima ne baş e, îşareta şi ye ez nizanim.
Lê dîtina Yilmaz Guney di xewna xwe da ez matmayî hîştim. Do bi şev min li ser Yilmaz Guney tiştek nexwend, me li mal qala wî nekir. Çima ket xewna min ez fêm nakim.
Yilmaz Guney min carê li Ruhayê, li ber otêla lê dima dît. Navê otêlê nuha nayê bîra min lê li ser rêya Gola Îbrahîm Xelîl bû. Dema meriv ji ”Qerekopriyê” diçû golê li milê çepê bû.
Ez ne şaş bim li Rihayê fîlmê ”Hudûtlarin Kanûnû” dikşand, ji bo wî fîlmî hatibû Rihayê. Dema min dît şelwer lê bû, pişta xwe girê dabû û şewqe li serî bû û axbaniyeke reş ya jî reşbelek avêtibû ser şewqe. Li ber otêlê qelebelixeke mezin hebû, piranî zarok û xort bûn. Min bi zor xwe gîhandê û bi destê wî girt, Me destê hev hejand...
Yanî dibê were zanîn destê min bi destê Yilmaz Guneyê gorrbehişt bûye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar