09 februari 2018

Ji ber vê zulma tirkan em bi ku da herin?


Foto ji ANFê hat girtin


Li vê dinyayê çavê tirkan me tenê dibire.
Ji ber em miletekî bêdewlet, bêpişt û destvala ne, lema jî mêraniyê li serê me dikin.
Her roj pê li serê me dikin.
Heqaretên nemayî li me dikin.
Ji ber bi me kanin, me pîs dikin.
Me bêşeref û bêheysîyet dikin.

Li ba me, li nava çavê me dinêrin û gotinên herî giran ji me ra dibêjin. Li ba me ji me ra dibêjin hûn terorîst in, hûn xayin û bênamûs in, hûn ajan û xulamên Emerîka û Îsraîl in.

Gund û bajarên me bombebaran û topbaran dikin. Zarokên me dikujin. Mallên me talan dikin.

Ji çarhawêlî dinyayê bi hezarn çete û qatilên îslamî top kirine, perwerde dikin û dişînin ser me, ew û van keriyên qatilan me bikujin, malên me talan dikin û tecawizî namûsa me dikin.

Ji ber ku ew xwedî dewlet in, xwedî balafir, tank û top in û bi sedhezaran leşkerên wan hene çavsoriyê, zulmê li me dikin.

Tiliya xwe di çavê me ra dikin.
Carnan gûyê xwe bi me didin xwarin.
Ji ber ku  ji me xurttir in pê li serê me dikin, zarokên me dikjin. 

Nahêlin li tu bihosteke parzamîna dinyayê kurd rehet bikin.
Dibêjin ya hûnê koletiya me ya ebedî qebûl bikin ya jî emê nehêlin li tu dera cîhanê rehet bikin.

Em ji ber wan birevin Fîzanê jî, Antartîkê jî xwe digihînin me û zulmê li me dikin, li ber çavê dinyayê xwe li me diboqînin.

Qebûlnakin li welatekî din jî kurd ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe. Dibêjin ne li Tirkiyê tenê, li her derê hûnê bindest û kole bin.

Tirkiye, tirk li hemberî me tu qanûnan, tu heq û huqî nas nakin, Xwedê jî nas nakin. Bûne zebanîyên vê dinayayê, em kurd bûne mişt û tirk jî bûne pisik, 24 saetan li dû me ne.

Nahêlin em serê xwe ji qulika xwe derxin. Gava em ji qulika xwe derdikevin, xwe çindî ser me dikin…

Em kurd wek milet bûne jina tirkan, kînga bixwazin xwe li me diqînin û dinin me.
Û dû ra jî kîrê xwe bi me didin paqikirin.

Gava em hinekî li ber vê zulmê radibin, piçekî îtîraz dikin, dibêjin heqasî jî nabe, bêtir dizazirin, kîrê xwe di çavê me ra dikin.
Foto ji malpera ANFê hat girtin

Ji ber vê zulma tirkan jiyan li her kurdî bûye dojeh, ne şeva me şev e, ne roja me roj e. 
Me ken û kêf ji bîr kiriye.
Hemû kurd sal 12 meh şînî û heznî ne.

Ji ber zulm û heqaretên tirkan em ji mêraniyê da ketine.
Meriv fedî dike here ba helala xwe.
Meriv fêdî dike bibêje ez însan im.
Meriv fedî dike li ruyê zarokên xwe mêze bike.

Tu carî ji heqaret û zulma li me dikin têr nabin, her tirk gava dilê wî dixwaze ji me ra xeberan dide, me rencîde dike.

Û em newêrin dengê xwe bikin, newêrin bibêjin min di êl û maka te kiro, tu çima vê heqaretê û vê zulmê li me dikî?



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar