Bi baweriya min ne hewceye meriv serê xwe zêde bi HDPê ra
biêşîne û aqil bide serok û birêvebirên wê. HDP ne partiyeke kurd e, partiyeke Tirkiyê ye û dibê meriv bi wî çavî lê binêre.
HDP roja ava bûye gotiye ez ne partiyeke kurd im, ez partiyeke Tirkiyê me, lê belê neyartiya kurdan nakim. Kurdên vê siyasetê qebûl dikin bi HDPê ra ne û yên qebûl nakin jî ne pê ra ne.
HDP roja ava bûye gotiye ez ne partiyeke kurd im, ez partiyeke Tirkiyê me, lê belê neyartiya kurdan nakim. Kurdên vê siyasetê qebûl dikin bi HDPê ra ne û yên qebûl nakin jî ne pê ra ne.
Lema jî dibê meriv bi çavê partiyeke kurd li HDPê nenêre û li gorî wê tiştan jê nexwaze.
Serokê partiyeke tirk helbet ewê tirk be.
Heger kurd be jî ne kurdekî netewî û Kurdistanî ye, kurdekî Tirkiyeparêz e.
Heger kurd be jî ne kurdekî netewî û Kurdistanî ye, kurdekî Tirkiyeparêz e.
Di nava hemû partiyên tirk da kurd hene. HDP jî yek ji wan e.
Helbet Sezaî Temellî tercîhekî pir xerab e, lê belê ev yek ne bi tesadufî ye,
viya bi zanîn dikin.
Naxwazin kurdekî kurdperwer û tirkekî ne kemalîst û dostê kurdan bikin serokê HDPê.
Sezaî Temellî merivekî kemalîst e û ne xêrxwazê kurda ye. Bi şîdet li dijî yekîtî û azadiy miletê kurd e. Û ji xwe lema jî wî û Buldanê dikin serokên HDPê.
Bi dîtina min ne hewceye kurd dijminatiya HDPê jî bikin. Di nava partiyên tirk
da partiya herî baş û ne faşîst dîsa HDP ye.
Naxwazin kurdekî kurdperwer û tirkekî ne kemalîst û dostê kurdan bikin serokê HDPê.
Sezaî Temellî merivekî kemalîst e û ne xêrxwazê kurda ye. Bi şîdet li dijî yekîtî û azadiy miletê kurd e. Û ji xwe lema jî wî û Buldanê dikin serokên HDPê.
Ciyê kurdên netewî êdî ne HDP ye, ji bo azadiya kurdan dibê partiyeke azadiya wan dixwaze hebe.
HDP ji bo kurdan otonomiyê jî naxwaze. Lema jî ciyê kurdên welatparêz, kurdên azadî û serxwebûnê dixwazin ne HDP ye.
Bi dîtina min ne hewceye kurd dijminatiya HDPê jî bikin. Di nava partiyên tirk da partiya herî baş û ne faşîst dîsa HDP ye.
XXX
Tirkye li Efrînî sûcê li hemberî însaniyetê dike. Îstasyona
ava vexwarinê ya Efrînê do ji alî Tirkiyê ve hat topbarankirin û stasyon teqiya
û xera bû.Tirkiye bi sûcên wiha dixwaze 300 hezar gelê efrînê bêav bihêle. Ev sûcekî li dijî mirovahîyê ye, di herban da xerakirina derên wiha yaszx e, sûc e.
Lê ji bo serketinê Tirkiye li Efrînê her sûcî dike û ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî dinya dengê xwe nake. Çimkî yên li Efrînê tên kuştin kurd in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar