09 februari 2018

Programciyê TRTkurdî çete derket û ji sextekariyê hat girtin



Programciyê TRTkurdî Erdal Şîmşek çete derket û ji sextekariyê û şantajê hat girtin.

Di TRTkurdî da yekî bi navê Erdal Şîmçek heye. Namerdekî pir bêexlaq e û rezîl e. Sxtekarekî mezin û neyarekî miletê kurd e.

Ew û sê kesên din di TRTkurdî da programeke ji serî heta dawî antî-kurd çê dikin. 

A ev Erdal Şîmşekê TRTkurdî û çend sextekarên din du roj berê ji ber firildaq û sextekariyê, tehdît û şantajê hatin girtin û tewqîf bûn.

Li gorî xebera Erdînç Gokçe ya di rojnameya Hurrîyetê da Erdal Şîmşek xwe wek mensûbekî MITê daye nasîn û ji kesên halxweş bi zorê pere girtiye. Ji xelkê ra gotiye ew MIT e û heger hûn pera nedin ezê we bidim girtin.

Herçar kesên programê neyarên kurdan e. Lê Erdal Şîmşek namerdekî bêemsal e. Merivekî kalpazan, sextekar û heta hûn bixwazin bêexlaq e. 

Meriv 3-4 deqîqeyan lê guhdarî bikira, meriv fêm dikir sextekar û sûtalekî pir rezîl e.

Ji xwe TRTê lema çend quriş dixistin bêrîkê û bi vî sextekarî neyartiya kurdan dida kirin. 

Ê wa ye ew û şebaka wî ji sextekariyê hatin girtin. Vê şebekê ji gelek kesan bi zor pere girtiye.


XXX
Şerxwazî û dijminatiya bi kurdan ra di nava tirkan da bûye hîsterîyeke civakî, dewlet, civat har bûye, dixwazin berê gelê Efrînê û dû ra jî peyderpey hemû kurdan bixwin Erdogan dibêje ev şer kane bi salan bidome.

Neteweyên Yekbûyî û dinya bêşeref e, ji ber yên tên kuştin kurd in kes nabêje kirt.

XXX
Di nivîseke rojnameya The Îndependentê tê gotin Tirkiye li Efrînê çeteyên Daîşê bi kar tîne.

Rojname bi endamekî DAÎŞê yê bi nasnavê Faraj axivîye. Faraj gotiye ‘Tirkiye endamên DAÎŞê perwerde dike û wan dişîne Efrînê.”

Tirkiyê navê qatil û terorîstên Daîşê kirine ASA.


XXX
Rûsyayê dîsa destûra bombebarankirina Efrînê da Tirkiyê. Pûtîn merivekî qeleş û namerd e. Him xwîna zarokên kurdn û him jî yê pîlotê xwe difroşe Tirkiyê û Daîşê.
Siyaset ne bêexlaqî, bêşerefî û bênamûsî ye.
Lê Pûtîn wer fêm kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar