09 februari 2018

Heger meriv dilpak be meriv kane bi teyran ra jî bibe heval



Bi dilpakîyê  û samîmîyetê meriv kane bawerîyê bide însanan jî, heywanan jî û teyr û tuyan jî. 

Yê heywanên kûvî û çûkan û teyran kedî dike bawerî ye, bi bawerîdayinê meriv kane bi qijik ra jî û bi etetokê ra jî bibe dost û heval û baweriya wan qezenc bike.

Îro ez bûm şahidê bûyereke ecêb.
Ez û xanim derketibûn ger û piyasa xwe ya rojane. Bi rêda min dî kalekî fînî (mala wî nêzî me ye, emz çend caran  pê ra peyivî bûm)dimeşe û çend qijik û etetokan  jî dane pey wî.

Li pey wî geh difiriyan û geh jî vediniştin û bi çindikan didan dû wî.

Kalo carnan disekinî û tiştek davît ber wan û bi swêdî bi wan ra dipeyivî.

Min got ma tu çi dike, ma tu bi wan ra dipeyive?
Got ez şekir didim wan, ew min nas dikin. Lema jî ji min naqetin. Bi min ra digerin.

Em bîstekê bi hev ra meşiyan, teyran ji xwe ji min û xanimê kef dikirin û didan pey wî.

Kalê fînî çû li ser benkekê(kursiyekê)rûnişt, teyr jî çûn li kêlek wî venişîtin. Min rismekî wan kişand.


Feqiyê Teyran hat bîra min. Min ji xanimê ra qala Feqiyê Teyran kir. 

Wek tê zanîn li gorî hin efsaneyan Feqîyê Teyran bi teyran ra peyivî ye, teyr bi wî ra hatine zimên û lema jî navê wî bûye Feqiyê Teyran.

Miheqeq wî jî wek vî kalê fînê qût daye teyran û bi vê rêyê bawerî daye wan û bi wan ra peyivîye.

Çi însan, çi heywan û çi jî teyr, gava bibîne meriv dilpak e, nêteke meriv ya xerab tunye baweriyê bi meriv tîne.

Kalê fînî jî bawerî dabû etetok û qijikan, lema jî ew pê ra bûbûn heval û jê nediqetiyan…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar