28 oktober 2011

Ronakbîrên kurd naxwazin li Kurdistanê bijîn

Heta ku berê(ruyê)siyasetmedar û serokên kurdan ne bi Kurdistanê, bi Anqerê û Stenbolê da be Kurdistan çênabe.

Ji bo ku Kurdistan çêbibe berî hertiştî dibê siyasetmedar, nivîskar, ronakbîr, hunermend û edîbên kurd ne li metropolên Tikriyê, li Kurdistanê bijîn.

Warê meriv lê nejî meriv nikane şên bike.

Min nuha di malpera Dengê Kurdistanê da xwend, birêz Kemal Bûrkay biryara xwe daye ku li Stenbolê bijî.

Dema Bûrkay vegeriya Tirkiyê, min wisa hêvî dikir ku piştî vî temenî êdî ewê bixwaze çend salên dawiya jiyana xwe li bajar û gundekî welatê xwe derbas bike.

Lê nuha ez fêr bûm ev hêvî û texmîna min şaş bûye, weke gelek siyasetmedar û serokên kurdan,(mecbûr ne mecbûr)Bûrkay jî biryara jîna li Stenbolê daye.

Herçî mesela îmkanên xebata siyasî li Stenbolê zêdeye ez zêde rast nabînim, teknîka îro dinya pir biçûk kiriye, ji bo yekî weke Bûrkay ew li ku bijî jî zêde ferq nake, yên bixwazin li herderê dikanin xwe bigihînin wî.

Bajarê Stenbolê heger meriv pir ne mecbûr be, ne bajarekî ku meriv kanibe lê bijî, jiyana li Stenbolê eziyet û ezab e.

Lê Diyarbekir, Ruha, Mêrdîn, Dêrsim, Wan, Xarpêt û gelek derên din yê Kurdistanê cinet e, meriv dikane lê bijî, çimkî meriv li mala xe û di nava miletê xwe da ye.

Ji bo ku Diyarbekir, Wan, Ruha, Mêrdîn ya jî bajarekî din yê Kurdistanê weke Anqerê û Stenbolê bibe merkezeke siyasî û kulturî, dibê siyasetmedar, serok, edîb û hunermendên kurd lê bijîn û bi hebûna xwe mistewa bajarên welatê bilind bikin.

Helbet ji ber ku ez siyasî difikirim loma wiha dibêjim, lê dema însan siyasî nefikire, tenê li gorî rehetiya xwe bifikire, wê demê ku der li gorî dilê meriv be, meriv xwe li ku rehet his bike, merivê here li wir bicî bibe.

Û ji xwe piraniya siysetmedar, ronakbîr û hunermendên kurd jî wisa dikin, didin dû dilê xwe û li bajarekî tirkan, di nava tirkan da, di nava civateke ku ji wan û ji hebûna wan ya li wir nefret dikin da bicî dibin û li wir dimrin...

Kurdên Îraqê ne wiha ne, Bexda tu carî nebû "qibleya" siyasetmedarên Kurdistana Îraqê, wan tu carî jiyaneke li derî welatê xwe, li paytexta dijminê xwe xeyal nekir û loma jî Silêmanî tim bû navenda siyasî û kulturî.

Lê yên me, çi siyasetmedar, çi hunermend, çi edîb û çi jî ronakbîr û nivîskar be dema ku bikanibe li Stenbolê, li Anqerê ya jî li bajarekî din yê tirkan bijî, elelecele xwe davêje wira û di nava tirkan da dijî. Û di vê yekê da jî tu carî anormaliyekê, ecêbiyekê nabîne.

Ecêb nabîne, ji ber ku siyasetmedar, nivîskar, hunermend û ronakbîrên kurd hîn bi hemû hestên xwe tam nebûna kurd, loma jî ew nikanin jiyana Stenbolê û Anqerê bi ya Diyarbekrê, Wanê, Mêrdînê û Ruhayê biguherin, ew Kurdistanê û bajarên wê ji we ra teng û paşdamayî dibînin.
XXX
Li gorî qanûna derbarê qedexeyên înternetê ya bi jimara 5621 li Tirkiyê bi sûcdariya "propagandeya terorê" malperek nikane were qedexekirin.

 Lê li gel hebûna vê qnûnê jî ajansa ANF.l jî di nav da gelek malperên kurdan tên qedexekirin.
Di doza "Qedexekirina Sîteyên Înternetê" da derket ortê ku wezîfeya tespît, taqîb, xerakirin û girtina malperên kurdan ji alî serokerkaniya tirk ve tê meşandin. Pispor û butçeyeke vî beşî heye û Erdogan bi xwe jî butçeya vê grûbê îmze kiriye.

 Yanî dewleta tirk grûbek însan ji bo xerakirin û girtina malperên kurdan wezîfedar kiriye.
Armanc ew e ku kurd nebin xwedî tu tişt...

XXX
Tu Wan î,
tu can î,
lawên te nahêlin tu bibî wêran î.
tu wan î,
tu warê bav û kalên kurdan î
kurd ewê birînên te derman bikin,
te dîsa bikin bûka Kurdistan î.
ji bo te ev soz û peyman e,
ji neviyên Selahedînê Eyûbî
û Ehmedê Xanî

 XXX
Televizyona erebî El Arabiya gotiye, Qiralê Erebîstana Suudî Abdullah gotiye ewê 50 milyon dolarî alîkariyê bide mexdûrên erdheja Wanê.

 Nuha kêf kêfa RECEP efendiye, ji herderê jê ra pere dibare. Di erdhejê da yên mirin û yên nuha perîşan in kurd in, lê helawî û xêrata miriyên kurdan didin Erdoganê zalim û nîjadperest. Ewê ji bî bi van peran şerê xwe yê li hemberî kurdan hinekî din jî gur bike...

 XXX
Ev çend roj in ku 23 cenazeyên gerîlayên kurd, 12 jin û 11 jî mêr li Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên girtin.

Şanda ku ji endam û rêveberên BDP-ê, ÎHD-ê û MEYA-DER-ê ji bo ku li ser cenazeyên gerîlayên li Meletiyê li morgê lêkolînê bikin îro çûn Meletiyê. Lê dozgeriyê cenaze nîşanî heyetê nedaye, tenê wêneyên gerîlayan nîşanî wan dane. Dozger, derbarê nasname, cî û dema kuştina gerîlayan... da jî agahdarî nedaye heyetê.

 Parlementerê BDP-ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, piştî dîtina cenazeyan realsiyoneke mezin nîşanî helwesta rayedaran û wahşeta kuştina gerîlayan da û got: " Miameleyeke hovane hatiye kirin. Gotina hovîtiyê li ber vê dîmenê hindik dimîne. Di dîmenan de cenaze tev hatine şewitandin û xuya dike ku bi çekên kîmyewî hatine kuştin. Piştî min li van dîmenan nerî min ji mirovahiya xwe şerm kir. Mirov çawa li mirovan wisa dike. Agahiyên derbarê nasnameyan jî nedan me."

 Piştî bûyera Çelê û luştina 24 leşkeran, Erdogan û Gul sonda heyfgirtinê xwarin, Gul got ” întîqama wan ewê pir mezin be.”

 A “ întîqama ku Abdullah Gul digot, wa ye artêşa wî bi vê wahşetê, bi çekên kîmyayî ji kurdan girt. Piştî dîtina wan rismên wahşetê belkî dilê Erdogan û Gul hinekî rehet bike….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar