01 november 2009

Li ser "êşa" Dr. Tarik Ziya Ekîncî ya nezanîna kurdî

Di rojnameya Radikalê da Oral Çalişlar îro nameyeke Dr.Tarik Zîya Ekîncî ya dilşewat weşandiye.
Ekîncî, di nameya xwe da kul û êşa xwe ya nikanîna xwendin û nivîsandina kurdî aniye zimên.
Gelek kurd hene ”ummîtiya” wan ya zimanê kurdî qet wan nerehet nake û ji ber vê nezanînê jî li ber xwe nakevin û weke Dr.Tarik Ziya Ekîncî, nabêjin ev rewşeke bêrûmetkirina însan e û em gelkî şerm dikin.
Ez li jêr beşekî ji nameya Ekîncî werdigerînim kurmancî ji bo ku hûn jî bixwînin.
Kesên bixwazin hemû nameyê û nivîsa Oral Çalişlar bixwînin, dikanin pê li vê lînka nivîsê kin û tevayiya nivîsê bixwînin.
Nameya Dr. Tarik Ziya Ekîncî ya ji Oral Çalişlar ra nivîsiye wiha dest pê dike:

"Xwendevanê te yê îzmîrî gotiye, ji bo kurdan li hember axaftina kurdî tu asteng tuneye, hîn jî çi dixwazin?
Ez dixwazim bi riya te vê bersîvê bidim wî: Tu ziman bê perwede nayê fêrbûn. Bi fêrbûna 200-300 gotinên li mal ya jî li kuçê meriv dikane axaftian di nava malbatê da bidomîne. Lê belê, nivîsîna nivîseke li gor qaîdeyan, ya jî xwendina berhemeke edebî ne mimkûn e. Ez merivekî xwendayê ku zimanê dayika wî kurdî ye û di jiyana xwe ya meslekî da jî bi nexweşên xwe ra hertim bi kurdî dipeyivim. Di axaftina rûtîn da tê gotin ku kurdiya min baş e. Lê ji ber ku min tu perwerdeyeke bi kurdî nedîtiye, ez qaîdeyên nivîsênê nizanim û loma jî nikanim metneke bi kurdî metneke tekûz binivîsim. Herwisa ez nikanim esereke edebî û siyasî jî bixwînim û fêm bikim. Li gel ku temenê min 85 e û zimanê min yê dayikê jî kurdî ye di zimanê kurdî da em ummî me(nexwende, analfabet). Vê rewşê, di seranserê jiyana min da êş bi min daye kişandin û di her wesîleyê da ez xistime rewşeke bêrûmet ya bikovan(zelûl, hezîn).”

Kêfa min tu carî ji dîtin û siyaseta Dr. Tarik Ziya Ekîncî ya çepîtiya tirk û hevalbendiya bi tirkan ra nehatiye.
Û wek şexs jî ez wî qet nas nakim.
Di jiyana xwe da ez carê tenê di dawiya salên 1970-î da li Diyarbekrê çûme muayanexaneya wî û wê carê jî di nabêna min û wî da minaqeşeyeke ne xweş derbas bû.
Loma jî ez dikanim bibêjim ku him weke îdeolojî û him jî weke şexs tu "sempatiyeke" min li hember Ekîncî tuneye.
Lê kêfa min gelkî ji vê nameya wî ra hat, antîpatiya hinekî min kêm kir.
Kurdê herî reben û pepûk ew e ku haya wî ji koletiya wî, ji rebenî û perîşaniya wî tuneye, kêf kêfa wî ye û ew jî xwe bi xelkê ra direwisîne, fena ku tu kêmasiyeke wî tunebe.
Mixabin bi hezaran siyasetmedar, nivîskar û ronakbîrên kurd haya wan hîn jî ji koletiya wan tuneye, ew jî weke Dr. Tarik Ziya Ekîncî li ber xwe nakevin û li hember vê rewşa rezîl û bêşexsiyet serî hilnadin, îsyan nakin.
A ji ber ku Dr. Tarik Ziya Ekîncî, hestên xwe yên li hember vê rewşa trajîk ya ji ya koleyan jî xerabtir eşkere aniya zimên kêfa min hat.
Ji ber ku gelek kes hene rewşa wan jin ya Ekîncî jî xerabtir e lê dîsa jî ne xema wan e, qet pê naêşin û vê kêmasiya xwe weke kêmasî jî qebûl nakin.
Loma min ji nameya Ekîncî hez kir...
Lê li alî din min ew bi xwe ra jî miqayese kir.
Ew weke tuxtorekî, weke nivîskar û ronakbîrekî têra xwe zana nikane bi kurdî binivîsîne û bixwîne, lê ez weke merivekî bêtahsîl ku rojekê jî neçûme dibistanê dikanim.
Çima?
Ma ez ji wî pir jîrtir û biaqiltir im, na, ew ji min gelkî jîrtir û zanatir e...
Mesele daxwaz e.
Ekîncî tixtorekî baş e, merivekî zana û pir bi kultur e, bi tirkî, pir hindik bi osmanî û bi fransî dizane, lê xwendin û nivîsandina zimanê xwe fêr nebûye, nikanîbûye fêr bibe.
Û ew, sebebê vê fêrnebûna xwe jî bi tunebûna perwerdeya kurdî va girê dide, dibêje ji ber ku wî bi kurdî nexwendiye loma jî nikane bi kurdî bixwîne û binivîsîne.
Helbet tiştê dibêje rast e, lê di vê ”ummîbûna” wî da hinekî sûcê wî jî heye, dibê ez viya jî bibêjim.
Heger wî bi rastî jî bixwesta, xwendin û nivîsandina kurdî ji xwe ra bikira derd û armanc dikanîbû fêr bibûya.
Lê di wext û zemanê xwe da weke nuha nedixwest, ew weke nuha ne kurd bû û ehemiyet nedida zimanê kurdî.
Çimkî îdeolojiya wî ya çep û hevalbendiya wî ya bi çepên tirk ra rê li ber fêrbûna wî ya kurdî digirt, loma jî ev yek pir girîng nedidît.
Sebebê esasî ev e.
Kêmbûn û zeîfiya hestên wî yên kurdperweriyê nehîşt ew fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bibe, kilasîkên kurdî bixwîne.
Ji bo Ekîncî, xwendina Mayakovsky, Aragon, Şolohov, Gorkî û Nazim Hîkmet ji ya Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran gelkî mihîmtir bû.
Ekîncî, tu carî bîr nedibir ku dibê ronakbîrê miletekî berî her tiştî dîrok û edebiyata miletê xwe bizanibe.
Îcar bira naskirina edebiyata kurdî li wir bimîne, wî tu carî bîr nebiriye ku ji bo ronakbîrekî kurd, xwendin û nivîsandina kurdî girîng e û dibê ew fêr bibe.
A ji xwe trajediya miletê kurd ya herî mezin jî ev e, siyasetmedar û ronakbîrên wî, bi zimanê wî nizanin, bi zimanê dijmin serokatî û pêşengiya miletê xwe dikin.
Heger Dr. Tarik Ziya Ekîncî, di wext û zemanê xwe da dev ji çepên tirk berda û kurdayetî bikira û bixwesta bibe serok û ronakbîrekî kurd nuha wî yê xwendin û nivîsandina kurdî bizanîbûya.
Yanî di vê nezaniya wî da bi qasî yê dewletê sûç û mesûliyeta wî jî heye, wî jî fêrbûna xwendin û nivîsandina kurdî ji xwe ra nekiriye kar.
Însanê ku zimanê diya wî kurdî be û bizanibe bi kurdî bipeyive, fêrbûna xwendin û nivîsandinê ne deve û qantir e, di çend rojan da meriv fêrî elîfbayê û dûra jî xwendin û nivîsînî dibe.
Hema nimûneya herî nêz ez im.
Ez rojekê jî neçûme mektebê, min weke Ekîncî zanîngeh jî neqedandiye, lê min fêrbûna kurdî girîng dîtiye û loma jî ez fêr bûme.
Heger Dr.Tarik Ziya Ekîncî jî di wexta xwe da bi qasî min girîngî bida zimanê kurdî ewê fêr biba û nuha nivîskarekî zimanê kurdî yê herî mizin bû.
Lê mixabin nekir û hîn jî nake, wacibê xwe ji bîr dike, tenê gazinan ji dewletê dike.
Heta nuha min nedîtiye ku li derekê du rêz bi kurdî nivîsîbe.
Ma evên ku nivîsandine û dinivîsin, bûne şar û nivîskar qey çûne dibistanan, qey di zanîngehên bilind da perwerdeya bi kurdî dîtine?
Na, ew ji xwe ra bi destopelkê, bi xebat û xîretên xwe yên şexsî fêr bûne û fêr dibin, di vî warî da rewşa me hemûyan yek e.
Kes ji kesî ne bi avantajtir e.
Îro wekî din jî tu rê li ber me tuneye, dibê em kurd teslîmî şertan û realîteya îro nebin, wê pûç bikin…
Û bi taybetî jî siyasetmedar û ronakbîrên vî miletî dibê teslîmî şertên îro û realîteya dewletê nebin.
Loma jî mazereta ”tunebûna mektebên kurdî” Ekîncî û kesên weke wî ji berpirsiyariyê xelas nake, ew jî dersa xwe qet nexebitîne ku…

5 kommentarer:

  1. Li min biborin... Min dixwest çend tiştên ku dîtina Apê Zinar ya der heqê hatina qasîdên aştiyê de anîn bîra min bibêjim. Îro min wext dît ku ez wan binivîsim. Ku mijara “Em çi pîroz dikin?” bala we kişandibe, hûn dikarin li vir wan bibînin: http://zinarexamo.blogspot.com/2009/10/em-ci-piroz-dikin.html?showComment=1257130021790#c3094387471341452398
    Silav û rêz,
    Laura

    SvaraRadera
  2. Spas birez Zinare Xemo!
    Jixwe ew kurde ku sere govende diksenin u dibejin xwe "em kurdistanine".Ew bi zimane tirki siyaset,civin,propaganda,rabun u runistiyan wan ya rojene hemu bi zimane tirkiye.Jixwe en wilo zimane kurdi kustin/ber bi mirine birin.Hata nih wan diko tirk nahelin ew bi zimane xwe en kurdi qisekin.Ka em meyzekin/binerin ewe ji niha u peve ewe bi ci zimani qisekin.Birasti ew miroven ku kurdin u bi zimane kurdi qise nakin(di jiyana rojanade,rabun u runistin,politika/siyaset)bi zimane tirki dikin li ber cave min ew zimane kurdi dikin bin linge xwe u e dijmin.
    Ew nebana geleki bastirbu ji bo kurd u kurdistane.
    Silav u rez jibo birez Zinare Xemo. Ez her roj li malpara TE dixwenim.
    Midyadiye

    SvaraRadera
  3. Bıréz Zınaré Xemo
    Ew nıvisa dr.T.Z Ekinci ya nezanina Kurdi bala mın jı kişand..
    Mın ji perwerdeyiyek bı kurdi neditiye..
    bı férbuna gotınén malé.bı tékiliyén şexsi uwd. dıkarım bıxwünım..u lékım..
    mıxabın carcaran demé ku dıxwezım hestén dılé xwe gurr lé kım nıkarım..
    Gelek pé dıéşım..lé serok u réberén me ji bı zımané zıkmaki ne dı axıfın..
    ew ji bı mın re buye derd u kul..
    dı gel réz u sılavén germ
    Adil duran

    SvaraRadera
  4. Birayê Adil Dûran, gelek sipas ji bo şiroveya te.
    Bira, bi baweriya min yek sebebê "zanîn û nezanîna" xwendin û nivîsîna kurdî heye:ew jî hezkirin e, daxwaza ji dil e.
    Kesê ku bi dil û can kurd û kurdperwer bûye û ji kurdî hezkiriye fêr bûye.
    Û kesê ku bi dil û can ne kurd û kurdpewer bûye û ji zimanê kurdî hez nekiriye, bêguman fêr nebûye.
    Mesele ev e.
    Sebebên din hemû qal û qîlên vala û derew in...
    Di nivîsa xwe ya îşev da ezê li ser vê meselê hinekîrawestim.

    SvaraRadera
  5. Dibê ez sipasiyekê pêşkêşî "Laura", jî bikim.
    Navekî pir ecêb e, ez feqîrê Xwedê nizanim jin e ya mêr e, li gor zimanê ewrûpiyan dibê jin be, lê ez xwe tevê nakim.
    Min xwest bibêjim ku şiroveya "Laura" pir înteresant bû, tiştekî nuh û xerîb bû. Ev cara pêşîye ku yek gotinên min bi ayetên Încîlê ra miqayese dike.
    Henek li alîkî axir nivîske pir balkêş bû.

    SvaraRadera