31 oktober 2009

Razîkirina însanan gelkî zor e

Razîkirina milet gelkî zahmet e, meriv çi dinivîse miheqeq hinek xwe dixeyidînin û dibêjin "ma ev çi nivîse?"

Tiştê kes jê naxeyide û ji ber wê gazinan ji min nake pêkenîn in, heta nuha tenê ji ber wan kesî ez nedame ber kevir û kuçan û xwe ji min nexeyidandiye.

Ji bo ku ez îşev jî hin "neyaran" ji xwe ra çê nekim ez du pêkenînên li ser Xwedê dinivîsim. Ez bawer dikim bîna wî ji însanan firehtir e...

Xwedê daEhmed rojekê li bajêr rastî hevalekî xwe tê. Dibîne ku wa ye motorsîkletke weke bûkekê di bin daye. Matmayî dimîne, dibêje.
-Lawo te ev motorsîkleta nuhûtop ji kuderê anî?
Ew jî dibêje:

-Min dûa kir, Xwedê da min.

Ehmed jî merivekî saf e, bawer dike û roja din diçe mizgeftê. Destên xwe vedigre û dest bi dua dike, dibêje:

-Ya Rebî tu motorsîkletekê bide min, ya Rebî tu motorsîkletekê bidî min… Dema ew vê dua dike, yê li kêlekê dibihîze, ew jî dibêje:

-Ya Rebî tu solekê bidî min, ya Rebî tu solekê bidî min….
Ehmed ji vê dua mêrik gelkî aciz dibe, êrîşî mêrik dike, wî ji mizgeftê derdixe der, jê ra dibêje:

-Zû ji vir her e û serê Xwedê tevlihev neke, ew nuha motorsîkleta min çêdike, piştî ku qedand tu dikanî werî û sola xwe jê bixwazî.
Û dûra jî vedigere ciyê xwe û dîsa dest bi duayên xwe dike, dibêje:
-Ya Rebî tu motorsîkletekê bidî min jî, ya Rebî tu motorsîkletekê nuh bidî min jî…
Carê bala xwe didê ku zilamê wî wa ye dîsa bi paş da hatiye û li quncikê hember dua dike.
Ehmedê gelkî aciz dibe, diçe ba mêrik û jê ra dibêje:
-Lawo tu bela yî tu çi yî? Ne tu be ne sola te be! Ha ji te ra here ji xwe ra cotek sol bikire û îşê min xera neke...
Piştî ku mêrik perê xwe digre û dihere, ew dîsa destên xwe vedigre û dibêje.
-Xwedayê mîhrîban û dilovan, va ye em dîsa tenê man, tu motorsîkleteke nuh bide min jî...

Zebeşê XwedêYekî gundî rojekê xwest li erdê xwe ji xwe ra zebeşan biçîne. Lê bala xwe dayê ku erdê wî zêde bi kevir e, paqijkirina tevayiya erd zahmet e.
Loma jî rabû nîvê erdê xwe paqij kir û nîvî jî wer hîşt. Û ji xwe ra got, bila perçê paqijkirî yê min be, ji ber ku min tê da tab xwariye û yê bi kevir jî para Xwedê be... Û dû ra jî dendikên xwe çand.

Li bîstanê xwe pir miqate bû, her roj bi dûzan av dida, eşêf û berkol dikir û baş lê dinêrî.

Û erdê Xwedê jî hema bi çavê suxrê û êretî lê dinêrî, zêde av nedida û baş jî lê mêze nedikir.

Dema zebeş çêbûn yên wî hemû kurmî derdiketin û yên Xwedê jî hemû bûbûn weke goman û weke şekir jî şîrîn bûn.

Rojekê rabû du zebeş ji bîstanê Xwedê dizî û berê xwe da malê. Bi rê da baraneke pir dayê, bi kûzan ji asîmanan royî erdê dibû. Ji bo ku zêde şil nebe, xwe avêt hundur mizgeftê.
Dema ket hundur mizgeftê, îcar jî zîpikê dest pê kir, her hebeke zîbikê bi qasî gûzekê mezin bû, weke ku kevir û kuç bi ser banê mizgeftê da bibare, dengekî bi xof derdixist...

Feqîro gelkî tirsiya, serê xwe berbî jor ve bilind kir û bi dengekî fedîkar ji Xwedê ra got:

-Dee deee, hela ji bo du zebeşan tu mala xwe xera nakî...

2 kommentarer:

  1. Hi, of course this piece of writing is in fact pleasant and I have learned lot of things from it about blogging.
    thanks.

    my web site; new cellulite treatment

    SvaraRadera
  2. Thanks for one's marvelous posting! I seriously enjoyed reading it, you're a
    great author.I will remember to bookmark your blog and
    will come back later on. I want to encourage you continue
    your great job, have a nice weekend!

    Here is my web-site :: best cellulite treatment

    SvaraRadera