02 november 2009

Gava meriv nexwaze meriv fêr nabe...

Nivîsa min ya do di çapa xwe da ”olaneke” baş da. Hin xwendevanan bi e-mailan û hinan jî bi şiroveyên xwe dîtinên xwe gotine.
Ji dêlî ku ez yeko yeko bersîvên wan bidim, ya baştir ew e ku ez li vir bi giştî çend tiştên din jî li ser nikanîbûna ”xwendin û nivîsandina” kurdî bibêjim.
Adil Dûran di şiroveya xwe da dibêje:
”Min jî perwedeyiyek bi kurdî nedîtiye. Bi fêrbûna gotinên malê, bi têkiliyên şexsî dikanim bixwînim û lêkim. Mixabin carcarnan dema ku dixwazim hestên dilê xwe gurr kim nikarim. Gelek pê diêşim, lê serok û rêberên me jî bi zimanê zikmakî napeyivin. Ew ji min ra bûye derd û kul…”Birayê Midyadiye jî di şiroveya xwe da heq daye rexneyên min û gazin siyasetmedar û serokên tirkîaxêv kirye û gotiye, ”Ew nebana geleki baştirbû ji bo kurd û kurdistane.”Gotineke gelkî xweş ya pêşiyên me kurdan heye, gotine, ”xeta xwar ji gayê pîr da ye.”
Yanî heger rêber û serok baş bin, tiştên baş bi ber milet xin, miletê jî tiştê baş bike û nede ser riya şaş û xerab.
Ez werim ser mesela ”nikanîn û nezanîna” xwendin û nivîsandina kurdî û mazeretên di vî warî da tên nîşandan.
Bi baweriya min yek sebebê "zanîn û nezanîna" xwendin û nivîsîna kurdî heye: Ew jî hezkirin e, daxwaza ji dil e.
Kesê ku bi rastî xwestiye, kesê ku ji dil û can kurd û kurdperwer bûye û ji kurdî hezkiriye, xwendin û nivîsandina kurdî fêr bûye.
Û kesê ku nexwestiye, qet mihîm nedîtiye, bi dil û can ne kurd û kurdpewer bûye û ji zimanê kurdî hez nekiriye, bêguman fêr nebûye.
Mesele ev e.
Sebebên din hemû qal û qîlên vala û derew in...
Hinek dibêjin ku ”em neçûna mektebên kurdî”, nizanim ”me perwerdeya bi kurdî nedîtiye” û gelek mazeretên wiha.
Helbet para rastiyê di van ”mazeretan” da heye, lê têr nake, ev mazeret nikane berpirsiyariya însanan ji ortê rake.
Berî hertiştî em qala însanên xwenda dikin, însanên mijara me hemû bi elîfbeya latînî û zimanê tirkî dizanin, hemû çûne mekteban, zanîngehên bilind, belkî jî bi çend zimanan dizanin.
Kesê ku elîfbeya latînî û tirkî bizanibe maneya xwe ew e ku ew elîfbeya kurdî jî dizane.
Çimkî ferqa elîfbeya tirkî û kurdî tenê 6 herf in(ê, î, q, û, x, w) û meriv wan herfan jî di nava çend deqîqeyan da nas dike, fêr dibe.
Yanî her kurdê Kurdistana bakur yê ku xwendin û nivîsandina wî/wê ya bi tirkî hebe, elîfbeya kurdî jî nas dike û piştî hewildaneke hindik dikane bixwîne.
Îcar piştî ku meriv elîfbe nas kir û zimanê diya meriv jî kurdî be ji bo ku meriv nikanibe bixwîne û binivîsîne bêyî ”xwestinê”, bêyî daxwaza fêrbûnê tu sebeb û astengek namîne.
Gava meriv bixwaze meriv fêr dibe.
Tenê nexwestin, heznekirin û zeîfiya hestên kurdayetiyê dikane bibin sebeb ku meriv fêrî xwendin û nivîsandina kurdî nebe.
Heta salên 1980-î kesên li Kurdistana bakur dikanîbûn bi kurdî bixwînin û binivîsin bi tiliya dihatin nîşandan.
Hema hema bêyî mele û feqiyan kesî nikanîbû bi kurdî bixwenda û binivîsanda.
Li gor îro him şert girantir bûn, berhem û materyalên bi kurdî tunebûn û him jî kesî bîr nedibir.
Lê dûra, bere bere kesên xwestin him kurdî fêr bûn û him jî xwendin û nivîsandinê.
Û bi sedan kes jî bûn nivîskar.
Îro li Kurdistana bakur belkî bi sedhezaran însan dikanin kurdî baş bixwîne û binivîsîne.
Bi sedan , bi hezaran însan bi kurdî berheman didin gelê xwe. Û di nava van 30 salên dawî da belkî bi hezaran kitêbên cûr be cûr hatine nivîsîn.
Ji van nivîskaran yek jî neçûye dibistanên kurdî, di zanîngehan da zimanê kurdî nexwendiye.
Herkes bi îmkan û hewildanên xwe yên şexsî fêr bûye û fêr dibe.
Yanî di vî warî da îmkanên kesî ji kesî ne zêdetir e, herkes xwediyê eynî derfet, asteng û zahmetiyan e.
Wek min li jor jî got, ferq tenê dilxwazî ye, yê xwestiye fêr bûye û yê nexwestiye fêr nebûye.
Meriv nexwaze meriv fêr nabe...

2 kommentarer:

  1. Roj bash hêja kek Zinar,
    Te di vê nivîsara xme de mijareke girîng muneqese kiriye û pêçî daye ser êsa rewsenbiriya kurdî. Em hêvîdar in ev mijar berfirehtir were muneqese kirin. Linka malpera PDK-Bakur ya nivîsarê li jêr e.
    Ligel silav û rêzên me.

    MALPERA PDK-BAKUR

    http://www.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1980

    SvaraRadera
  2. Roj bash hêja kek Zinar,
    Te di vê nivîsara xme de mijareke girîng muneqese kiriye û pêçî daye ser êsa rewsenbiriya kurdî. Em hêvîdar in ev mijar berfirehtir were muneqese kirin. Linka malpera PDK-Bakur ya nivîsarê li jêr e.
    Ligel silav û rêzên me.

    MALPERA PDK-BAKUR

    http://www.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1980

    SvaraRadera