26 oktober 2009

Ez ne mirîd im ku ji her tiştî ra serê xwe bileqînim

Xwendevanekî ”navnediyar” nivîsa min ya do rexne kiriye.
Diyar e rexnegirê min, min ji nêz ve nas dike, dizane ez diçim ku û ”îlhama dîtin û ramanên xwe” ji ku digrim.
Lê çi heyf ku wî, xwe bi min û bi xwendevanan nedaye nasîn, ew cesareta medenî nîşan nedaye.
Ev jî nîşan dide ku rexnegirê min ji dîtin û şêla xwe pir ne piştrast e, pir ne bawer e.
Tiştê xerîb, rexnegirê min di rexneya xwe da tim pronoma(cînavê) pulural(pirhejmar)bikar aniye, ji dêlî ku bibêje ”te” wiha gotiye, ” tu ne bawer bû”, dibêje ”we” ya jî ”hûn” û hwd.
Ez ne partî me û ne jî gurûb im û min bi kesên din ra jî li ser vê mijarê tu beyaneke mişterek nedaye.
Di vî quncikî da min çi nivîsî be, min bi navê xwe nivîsîye, îmzeya kesekî din di bin nivîseke min da tuneye.
Loma jî min tu mane neda gotinên weke, ”Kesî ji we ne bawer bû”, ya jî “Ez nizanim, gelo çima xurtbûna PKKê û rêveberiya wê we rehetsiz dike?”
Min xwe fêm kir, lê yên din kî ne?
Dibê meriv bi gotinên gurover û bêedres xelekê rexne neke, ev tiştekî ne xweş e û şêla mirovên tirsoneke.
Heger fikrekî te heye û tu dixwazî hinekan rexne bikî, kerem bike bi navê xwe û bi navê yên din dîtinên xwe bibêje û rexne bike.
Wiha rasttir û baştir e.
Dema dîtinên konkret werin rexne kirin, însan jî dikaninn xwe biparêzin, nexwe kes nagre ser xwe.
Li gor hevalê rexnegir ez ji hatina ”komên aştiyê” û pêşwazîkirina wan ”weke tirkên nîjadperest” gelkî aciz bûme. Û dûra jî gotiye:
”Mixabin, ez dibînim tu, xwarziyên te, û hin kurdên ku ji berê de di siyasetê de îflas kirine, êdî zarokên wan jî guh nade wan, jî bi vê yekê aciz in.”
Ji ber ku ez ne berdevk û abûqatê ”xwarziyên” xwe û hin kurdên di me, loma jî ez nikanim li ser navê wan tiştekî bibêjim.
Lê li ser navê xwe ezê çend pirsan ji rexnegirê xwe bikim.
Berî hertiştî bi buhatanan û bi avîtina çamûrê nabe, dibê tu îspat bikî, nimûneyekê nîşan bidî, min li ku û çawa û di kîjan nivîsa xwe da xwe weke tirkên nîjadperest aciz kirye?
Li ser hatina gurûbên aştiyê heta nuha min tam çar nivîs nivîsîne. Nivîsên min li ber destê te ne, kerem bike numûneyeke dijayetî û aciziya min nîşan bide.
Dema meriv însan bi dijayetî û diminatiya hêzekê îtham kir, dibê meriv bi delîl û îspat bipeyive, îthamên vala û buhtan ne karê însanên cidî ye.
Li hember dewleta tirk, min tu carî dijminatiya PKK-ê, DTP-ê û hêzeke din ya kurd nekiriye û nakim jî.
Lê li ser bûyeran fikir û dîtinên min hene, ji bo ku PKK, DTP û hêzên li hember dewleta tirk biser kevin ez fikrê xwe dibêjim.
Çimkî ez ne siya kesî me.
Di nivîsa xwe ya 17-ê mehê da(Kurd dîsa dikin bibin "Qasidê Aştiyê")li ser hatina gurûban min wiha gotiye:
”PKK-ê bi vî navî di sala 1999-an da jî dîsa li ser daxwaza Ocalan ji Ewrûpa û çiyê du ”gurûbên aştiyê” şandibûn Tirkiyê.Weke tê zanîn ew teşebusa PKK-ê bi rengekî pir trajîk qediyabû, ez ditirsim ku îcar jî bi rengekî pir komîk biqede.Lê li gel vê jî ez ji dil û can hêvî dikim ev tirsa min ne li cî be, tiştê hat serê grûba pêşî neyê serê wan û siyaseta Ocalan rast be û feydekê bigihîne miletê kurd.”
ji ber ku ez têkçûna PKK-ê û DTP-ê weke têkçûna tevgera kurd ya netewî dibûnim, loma jî di vî warî da ez xwedî fikir û dîtinim, ez naxwazim ev hêza xuluqîye heder bibe û têkve xeteke şaş.
Di nivîsa xwe ya di 19-ê mehê da jî min hêvî kirye ku bêyî Ocalan, hin hêzên din jî li mpişt vê însîyatîvê hebin. Di wê nivîsa xwe da li gel hin şik û metirsiyan, min gotiye:
”Lê meriv hêvî dike ku ”însîyatîv û daxwaz” tenê ne ya Ocalan be, hin hêzên din jî li pişt vê gavê bin.Heger hin hêzên din li pişt vê "hewildana aştiyê" hebin dibe ku ev teşebus dewletê mecbûrî hin gavên cidîtir bike...”
Û di nivîsa xwe ya dawî da jî(21/10-09)li ser serbestberdana 34 kesan min wiha gotiye:
”Bêguman serbestberdana hemû endamên gurûban pêşketineke baş e û loma jî pir normal e ku kurd pê kêfxweş bibin û pîroz bikin.Lê ne weke ku Kurdistan rizgar bûbe...Ez hêvî dikim ku ev gav di çarçeweya ”peyman” û lihevkirinekê da hatibe kirin û destpêka çareseriya meselê be.
”Û dibê meriv yê hember jî hewqasî tahrîk neke, cepheya li hember hukûmetê fireh neke, ev dikane li zirara me be.”
Weke tê dîtin, di hemû nivîsan da ez dixwazim ku PKK bi vê însîyatîfê bi ser keve û tiştê li zirara miletê kurd neke.
Ku ezê nikanibim viya jî nebêjim wê demê ez mirîd û şelafekî PKK-ê me, wezîfa min tenê çepik û serhejandin e.
Weke însan fikir û dîtinên min hene, ji tiştên baş ra dibêjim baş e û pesnê wan didim, piştgiriyê dikim û ji tiştên şaş ra jî dibêjim şaş e, rexne dikim, dîtinên xwe dibêjim.
Ev ne dijminatî ye, ev şêla merivekî bi şexsiyet û xwedî fikir e.
Her kes dizane ku ez ne li dijî serkeftina PKK-ê û DTP-ê me û tu carî jî ne li dij bûme.
Rexnegirê min ji bo ku hinekî din jî xwe têxe çavê PKK-ê û eferimekê ji hin kesan bigre, bi şiklekî bêbinake buhtanan li min dike, dibêje ”
”Ez nizanim, gelo çima xurtbûna PKKê û rêveberiya wê we rehetsiz dike?”
Rexnegirê min di vir da dîsa cînavê ”we” bikar aniye, gotiye çima ”we” rehetsiz” dike.
Weleh kê nerehet dike nake ez nizanim, tu pir jêhatiyî navê wan bibêje em jî xêra te wan kesan nas bikin.
Lê herçî ez im, min qet û qet nereht nake, bîlekis min kêfxweş dike. Û heger ûjdanê te hebe(lê tuneye)tu jî baş dizanî ku serkeftina PKK-ê ya li hember dewleta tirk min ”rehetsiz” nake.
Lê ev nayê wê maneyê ku PKK çi bike weke te ezê jiê ra li çepikan xim.
Ma geleo vê PKK-ê heta nuha qet şaşiyek, çewtiyek nekiriye?
Bêguman kiriye, çimkî heta nuha bi dehan car ”Serok” û PKK-ê xwe rexne kirine, gotine me filan şaşî kir, me hevalên xwe kuşt, me nizanim kîjan tişt kir ne rast bû û her wekî din.
Gelo heta nuha te yek carê jî rexneyeke vekirî û bi navê xwe li PKK-ê û ”Serok” girtiye?
Heger te girtiye bibêje ERÊ, li filan derê!
Heger te nekirye çima û navê vê bêdengiya te çiye?
Wek min got, serkeftina PKK-ê û tu hêzê, min nerehet nake, heger min ”rehetsiz” bike, wê demê ez dijminê miletê kurd im, ez hevalê dewleta tirk im û naxwzim kurd biserkevin.
Kî dibe bila bibe, ji PKK-ê bigre, heta bi dîndarên kurdan, ez dixwazim zora dewleta tirk bibin.
Ev yek min pir dilşa dike…
Loma jî min hertim serkeftina PKK-ê, DTP-ê û hemû kurdan ya li hember dewleta tirk weke serkeftina xwe û miletê kurd û têkçûna wan jî weke ya xwe û ya miletê kurd dîtiye.
Lê ji bo ku PKK, DTP û kurd li hember dewleta tirk biserkevin, zora vê dewleta zalim û xwînxwar bibin, ez merivekî xwedî fikir û dîtin im, ez ne mirîd û siya kesî me, dema hewce be dîtinên xwe dibêjim.
Ev ne dijminatî ye…

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar!
    Gellek silaf û rêz. Ez %100 bersîva te yê ji hember rexnekarê bê nav di cîda dibînim. Tîr ê xwe çawt avêtine. Şayet rexne yê xwe li şirovekarê koncik bikiran a minê bigota hinek heqê xwe heye. Lê belê li wayê jî, ti ne mesulî. Pivîs te ku lêburînek li te bixwaze.Di nivîs ê teda, di hilbijartina şehradarî yê de, bi serkeftina nevçeya Wêranşarê a DTP ku ti çiqas kêfxweş buwu ez zanim.
    Bi silaf û rêz REHAWÎ

    SvaraRadera
  2. Yaw xalo,
    Ez bi navê meleyê me Hecî Mirteze bikim ku bi van kishandinên te guhên min bune wekî charox dînime îmanime. Fîlên herî îzbandot jî ji xwe sherm dikin wellahî, gava ew van guhên min yên wekî nanê tenurê pahnbuyî dibînin, wîîî. Ma min ji PKKê ra chi gotiye babam? Ma chi dibe ku PKK komek "qasidên ashtiyê" jî bishîne ba min hi? Ê tabî ez u ew shensa min... Îcar xalo jî rabuye tapanan u bi ser min da dike qîreqîr, offf of!

    Chochîxler, hun min bibexshînin, va ye dîsan psîkolojiya min tew xera bu u chu, weyyy.

    Silavên germik u nermik
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera