25 oktober 2009

Di siyasetê da ne pêşwazîkirina bi sedhezaran, netîce mihîm e

Siyaseta PKK-ê û DTP-ê ya van rojên dawî navê kitêba Lenîn, ”Gavek bi pêş da du gav bi paş da” anî bîra min.
Bi anîna 34 kesên ji Kampa Mexmûrê û çiyayê Qendîlê gavek bi pêş da avêtin û bi hela helayeke bêmane û şiklê pêşwazîkirina xwe jî du gav bi paş da avêtin.
Ê yanî bû çi?
Û me çi bi dest xit?
Li gor beyana Zubeyir Aydar, çûyîna koma aştiyê ya ku ewê di 28-ê mehê da ji Ewropayê biçûya texîr kirine, yanî çûyina gurûbê heta demeke ne diyar hatiye bipaşxistin.
Halbû biryar ew bû ku ev gurûb jî di 28-ê cotmehê da ji Ewrûpayê biçûya.
Lê ji ber şiklê pêşwazîkirina herdu gurûbên pêşî, muxalefetê û çapemeniya tirk ya faşîst û berdevkê artêşê bi demagojî û ajîtasyoneke nîjadperest ajotin ser AKP-ê û cî li hukûmetê teng kirin.
Li ser vê, hukûmetê jî li hember kurdan, PKK-ê û DTP-ê dest bi uslûb û zimanekî pir êrîşkar û nîjadperest kir.
Loma jî çûna gurûba Ewrûpayê nuha hatiye rawestandin.
Hukûmet jî ev du sê roj in êdî zimanê gefan û şer bikar tîne, serokwezîr û wezîrê hundur tiştên gelkî ne xweş ji bo PKK-ê û DTP-ê dibêjin û kurdan dehdît dikin.
Di siyasetê da ne nêt, netîce hesab dibe.
Nêta meriv çi dibe bira bibe, dema meriv di tevgera xwe da li karê derneket maneya xwe ew e ku meriv siyasetek şaş meşandiye.
Dema meriv tiştekî dike, dibê meriv kar û zirara xwe hesab bike. Tiştê li zirara xwe dibê meriv neke.
Nuha bi wê pêşwazîkirina bi sedhezaran PKK-ê, DTP-ê û miletê kurd çi kar kir, çi bi dest xist?
Qet…
Bira kar li wir bimîne, di ser da meriv dikane bibêje ku zirar jî daye ”pêvajoya” ku PKK-ê daye ber xwe.
Ez nizanim çima lê tim wiha dibe.
Her cara ku rewş hinekî baş dibe, qala lihevkirinekê, riyeke aştiyane tê kirin, tu hew mêze dikî ya çend leşker tên kuştin, ya jî bûyereke din ya pir ne xweş rû dide û hertişt dîsa diçe qeysa berê.
Îhtîmal heye ku îcar jî wisa bibe, ev hewildanên nuh jî weke carên berê rawestin.
Lê dikane nebe jî, ev yek bi qasî hukûmetê di destê PKK-ê da ye jî.
Siyset hinekî jî sinetê bidestxistina tiştê ne mimkûn e, dema meriv di siyaseta xwe da tiştekî pir zor, ne mimkûn bi dest nexist ya jî zirar jê dît, ev tê wê maneyê ku meriv li ser riyeke şaş e.
PKK-ê û DTP-ê bi anîna 34 kesên ji başûrê Kurdistanê hukûmet û dewleta tirk, rast derew mecbûrî hin sozan, hin tawîzan kir.
Carê negirtina endamên gurûbê ji bo PKK-ê û DTP-ê serkeftineke mezin bû, dibê ev serkeftin di cî da nehata heder kirin.
Lê mixabin şiklê pêşwazîkirineke bêfeyde bû sebeb ku hukûmet û dewlet dev biguherin û qala vegera nuxteya serî bikin.
Veger li gor peymanekê nebûye ku em bibêjin dewlet nikane dev biguhere û tiştekî bi me bike.
Garantiya me tenê aqlîselimîya birêvebirên dewletê ye, em hêvî dikin ku dewlet ewê dev ji siyaseta xwe ya şer, înkar û îmhayê berde û hin gavên berbî çareseriyê bavêje.
Lê dema çerx bike, poşman bibe em nikanin dewletê bisekinînin.
Siyaset ew e ku dibê meriv qeweta xwe û ya dijmin baş bizanibe û li gor wê hemleyan bike.
Mesela wa ye berpirsiyarên dewletê dibêjin ku kesên hatine dibê li gor qanûnan herin leşkeriya xwe bikin.
Baş e, dema bi rastî jî dewlet sibe here bi gewriya van kesan bigre û wan bibe leşkeriyê PKK û DTP ewê çi bike û dikane çi bike?
Ma tiştekî wiha ne sosireteke mezin e?
Gotineke Deng Xiaopîng ya gelkî meşhûr heye, dibêje, ”pisik reş e sipî ye pir ne girîng e, ya girîng ew e ku mişk bigre.”
Dibê ev yek ji bo PKK-ê jî wiha bûya, pêşwazîkirin bûye ya nebûye, deh kes çûne pêrgî ya yek milyon însan çûne pir ne girîng e.
Ya girîng ew e ku çi feydeyê digihîne nêt û armanca me kurdan?
Di siyasetê da carnan meriv dikane bi yek derbê ”nakawt” jî bibe, lê heger meriv jîr û biaqil tevbigere meriv dîsa jî dikane maçê qezenc bike…

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, di heypeyvîna xwe da gotiye ku wî berê bangî serokê PSK-ê yê berê Kemal Burkay û serokê DEP yê berê Yaşar Kaya kiriye, lê ew nehatine...
Erdogan, di hevpeyvîna xwe ya bi Murat Yetkin ya di rojnameya Radikalê da gotiye, ”min berê bangî wan kiribû. Min gotibû ku deriyê. Min got ez li benda wan im...”Erdogan, li ser vegera Burkay, Kaya û hin kurdên din yên li diyasporayê jî gotiye, ”pêwîst bû ew berî 34 kesan bihatana…” fîlan û bîvan.
Diyar e Erdogan xwe pir biaqil û xelkê jî kêmaqil dihesibîne.
Ji Burkay û Kaya ra dibêje bira vegirin, ”deriyê wî ji wan ra vekirîye…”Tu dibêjî qey dawetî mala bavê xwe şîvê dike.
Lawo te çi daye gelê Kemal Bûrkay û Yaşar Kaya ku ew vegerin û bibin "mîvanê" te?
Burkay jî û kurdên din jî doza azadiya miletekî dikin, te kîjan qanûn, kîjan heq daye miletê kurd ku tu ban Bûrkay û kurdên din dikî, dibêjî werin...?
Di şiklê bankirina te da "teslîmiyet" heye, tu dibêjî doza tiştekî nekin, vegerin û werin li welatê xwe bijîn.
Viya ne hewceye tu ji me ra bibîjî heyran, ji xwe em dizanin, dema em dev ji doza serxwebûna miletê xwe berdin û weke hinekan bibin mamûrê dewleta te û bi dû çend qurişan kevin helbet tu yê me bidî ser serê xwe û ”derêyê te hertim ewê ji me ra vekirîbe…”Lê te bê wê derê gotiye, kurdên bi xîret û heysîyet ewê tu carî dev ji doza miletê xwe bernedin û weke merivên têkçûyî û qediyayî xwe teslîmî dewleta te nekin, nebin ”mîvanê” we…

9 kommentarer:

  1. Xalo,
    Ma kê heta niha dîtiye ku PKKê siyaseteke bi aqil u îrfan meshandiye. Bi rastî jî PKK partiyeke weha vala ye ku mirov nikare emsalên PKKê bibîne. Gava mirov li vegotinan camêran di RojTVeya tasheron ya tirkîperest da mêze dike, bash fam dike ku halê ruhî di hogiran da tev xera buye.

    Yaho aniha we li miletê kurd Bijî Serok Evdo da gotin jî chi bu?! Ma egoya we tatmîn bu? Ma di we da qet însaniyetî nemaye ku hun dixwazin vî milletî jibo kesekî nexwesh u tirkperest bikin qurban?! Gelo kî dikare bi kerema xwedê ji min ra bêje, ka ji vê shova efetiyê chi kete destê xelkê kurd, chi?

    Aqil ti carî di nav PKKê da derneketiye pêshiyê. Loma hertim gotinên "felsefe, mirovê azad, jina azad, zanyarî" u hemu quzul qurtan di devê xwe da kirine benîshta puch. Jiber ku di warê aqil da kompleksên camêran ne mumkun e ku were chareser kirin.

    De bila xwedê dawiya vî milletî xera neke!

    Silav
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  2. Desti xwesbe birez Zinare Xemo!
    Ez her roj malpera te dixwenim.
    Silav u rez

    SvaraRadera
  3. Apo, ez dibêm sayin bashqan Evdilleh Pasha u PKK dixwazin tevliheviyekê chê bikin. PKKeyê ku di tishtekî herî pichuk da siyaseteke qeshmer "heval di rewsheke awarte da ne, rewsh gelekî hessas e, divê mirov dengê xwe dernexîne" dida/dide meshandin, îcar ev mesh chi bu. Gelo qey rewsh ne ewqas hessas e?

    Mesele ev e: PKK u Edilleh Pasha ji siyaseta heyama me qasî misqalekê jî tishtekî fam nakin u ji ber vê jî dixwazin hebuna xwe li ser rijandina xwîna miletê kurd bidin dewam kirin. Li ciyê ku xwîn dirije mirov bixwaze yan jî nexwaze, mecburî li hêlekê xwe dibîne u sher dike. Siyasetmedar u partiyên qeshmer jî wekî teyrên goshtxwar li benda mirina însanan dimînin u navê xwe li ser vê xwînê mezin dikin, mîna ku tishtekî bê emsal kiribin!
    Silav u rêz
    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  4. Merheba Zinar!

    Heta ku îlhama dîtin û ramanên te sohbetên qehwexaneya Cemalo û aşxaneya Yilmaz be, û xwendevan û şeqşeqçiyên te jî ev "xwarzî"yê te bin,tu yê tu carî nikaribî bibî xwedî sekneka bi îstîqrar. Tu dê her di navbera mizgeft û dêrê de herî û werî.

    Ksî ji we nebawer bû ku ew dê bên berdan û bi pêşwaziyek heha mezin bên pêşwazîkirin. Nivîsên we hene. We hemûyan digot tên ku teslîm bibin û dê bên girtin. Lê rûdanan hûn hemî rast dernexistin.

    Rast e, di siyasetê de encam muhîm e, lê ji bo encameka baş jî xebat û fedekarî divê. Xebata organîzekirina komên aştiyê yek ji wan xebatan e ku dê rê li encameka baş veke.
    Bi hatina komên aştiyê cara yekem hezkirina bi 100 hezaran gelê kurd ya bi gerîlayan re derket holê. Gel bê tirs ev yeka ha diyar kir. Gerîlayên ku dewlet, partiyên wê û hevalbendên wan yên li welatên din ji wan re dibêjin "terorîst", wek lehengê gel hatin pêşwazîkirin. Tirkên herî nîjadperest ji vê yekê aciz bûn. Mixabin, ez dinêrim tu, "xwarziyên" te û hin kurdên ku ji berê de di siyasetê de îflas kirine, êdî zarokên wan jî guh nadin wan, jî bi vê yekê aciz in.Çima? ji ber ku hesûd in, loma. AKPê dixwast bi vegera çend kesan propoganda bike û bêje " teslîm bûn, me ew teslîm girtin, PKK diqede" û hwd. Lê PKKê bi pêşwazîyek bi heybet ev lîstik vala derxist.Koma aştiyê bû wek topa agir û ket destên dewlet û hukimetê. AKP û dewlet êdî di rewşeke wisa de ne ku ne dikarin vê gogê ji destê xwe bavêjin û ne jî bigirin.Sîstema wan ya hiqûqê bi awayekî defakto têk çû. Çima heyfa we bi vê tê?
    Ev nirxandinên te,yên "xwarziyên" te û hin kesên din ku xwedêgiravî xwe siyaset ya jî ronakbîr dihesibîni jî ji çavnebariyê tê. Ez nizanim, gelo çima xurtbûna PKKê û rêveberiya wê we rehetsiz dik? Mixabin, ji xwe bi vê siyaseta biçûk li Kurdistanê siyaset neman, hemû bûn marjînal. Ango bi gotineke gelê me, "ji hêştirê ketin, lê ji hop-hopa xwe neketine"
    PKK di arîfeya bazarekê de ye. Tirk, Emerîka û hin hêzên din yên Rojhelata navîn û cîhanê di vê bazarê de ne. PKKê bi pêşwazîkirina hatina komên aştiyê carek din bandora xwe ya li ser gelê kurd û nûneriya xwe ya ji bo wan nîşanî cîhanê da. Yê ku Baykal, Baxçelî, Erdogan
    û "xwarziyên" te ş hetta Burkay aciz dike ev yeka han e.

    SvaraRadera
  5. Xalo,
    Va ye merivekî bê nav u bê îman daye navê u sheqsheqîcîtiya Evdo dike yaw. Xwezila van camêran santîmêtroyek erd xelas bikira, em jî bibuna koleyên van xwînmîjên miletê kurd. Yek artêsha tirkan ya bê namus e, ya din jî kopyaya wê PKKeyê tasheron e ku wekî dewleta tirkên dolheram rijandina xwîna xelkê kurd ji xwe ra kiriye armanc. Aferîn lan murîdino, chawan be serokê binerd u sererd bash ji bavê xwe Kemalo hînî tishtan buye. Binêre cîgerim, ka bi destura xwedê ji me ra bêje, pishtî sî salên dojehî sayin bashqan Evdilleh li ser ewqas xwîna miletê kurd kîjan kevir xelas kiriye jî me înkar kiriye?

    Silavên germik u nermik
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera
  6. Rexnegirekî "bênav" ez bi dilnexwazî û dijminatiya PKK-ê îtham kirime. Ne li vir, di nivîsa xwe ya îşev da ezê bersîva wî bidim.
    Bi wî hawî ewê çêtir be.

    SvaraRadera
  7. Yaw cîgerlerim,
    Wellahî jî bîllehî jî ew shoreshgerê simbêlboq yê bê nav ajan e lo. Dixwaze jibo Demoxratîk Cîmriyetê u sayin pirrr mezin bashqan Evdo mêjiyê me dax bike, ji me Mistoyên tecawîzcî chêbike ellaxîme kîtabîme. Hey tifuuuu. Law oxlim ma chima em hesudiyê bikin jibo partî u shexsê ku di 35 pênc salan da nikare kevirekî xelas bike u serda jî milet u welat bide tarumar kirin? Binêre shekerim, law heger di nav we da Brad Pitt-ek hebuya, me dê bigota, pekkk li shensê me yê poxoxlî pox. Law heger di na we da xatun Angela-yeke nermik u germik heba, me dê bigota, bi xatirê vê bedewê dijminatî heqqê me yê herî rewa ye kuro. Na babam naaa. Ka ew taybetmendiyên gerdunî kaaa! Hahooo, yanî cîgerim murîd dibêje em hesudiyê li sayin bashqanê ku bi chav u poz u dev u sufetê xwe hefrîdên di kabusan da tîne bîra mirov dikin lan. Kuro bi sê telaqên jinberdanê bila xwedêyê di quran, încîl u tewratê da deh hebên din bide we, wîîîîî.
    Hmmm, heyatim, mirov nabêje "Zinar", dibêje "apê Zinar", ku ew jî nebu dibêje "xalê Zinar". Chêbu sayin pir qiymetlu tirkkardashlix.

    Silav u milav chochixler :-)

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  8. Welle hevalno, xwînerê bênav bê heqqiyê li apê Zinar dike. Kesên ku di vê kuncikê da nivîsên xalo xwandine u dixwînin, pir bash dizanin ku xalo tu carî hesudî u dijminatiya partiyekê nekiriye u nake jî. Berevacî vê di hilbijartinan da hertim gotiye bila miletê kurd dendên bidin DTPê. Ji ber yekê gelek rexne jî li hin hevalan kiriye. Rê li ber rexneyên li dijî PKKê u Evdo girtiye. Lewra hin kes ji vê kuncikê veqetiyan u chun. Jibo kê?!

    Îcar divê kesê bênav bila rastiyê bincil meke. Helbet ku dê mirov bi destura we siyaseta PKKê u Evdo rexne bike. Herkes ne mecbur ku serê xwe bi wan îdeolojiyên gemar bishoy u bibe qeshmer!

    Silav u rêz

    Pîran Tîr

    SvaraRadera
  9. Gelî xwendevanan û bi taybetî jî Beranê Meletiyê, ez ji we hemûyan rica dikim ku hûnê di şiroveyên xwe da sînorên edebê derbas nekin û bela xwe ji PKK-e vekin.
    Min berê jî çend caran gotiye, ez naxwazim nivîsên we bavêjim(ji ber ku guherandina yeko yeko gotinan ne mimkûn e, dibê ez tevayiya nivîsê bavêjim)loma dibê hûn jî di şiroveyên xwe da heqaretê li xelkê nekin.
    Bi "henek" be jî gotina "oxlim" û yên weke wê ne xweş e, dibê meriv minaqeşê danexwe mistewa xeber û "henekên" ne xweş.
    Bi hêviya ku hûn hurmetê nîşanî rica min bidin...

    SvaraRadera