▼

22 augusti 2026

Tirk hîn nehatine nuxta mecbûrîyetê

Heta nuha kes di bin siya ”dara xweziyê” da rûneniştiye. Bi xwezîyê dest nagihîje baqên kezîyê.

Bi înşela, bi hêvî dikim tirk tu carî dev ji irqçîtiya xwe ya li hemberî me bernadin û mafên me yên netewî nadin. Gerek MECBÛR bibin. Nuha hîn nehatine wê nuxtê, dibê em hinekî din jî zorê bidin wan. Hesin hîn baş nehatiye tawê.

Her ketinek, her têkçûnek piçek aqil û dersekê dide meriv. Tiştên di 50 salê dawî da hatin serê me mişt ders û ibret in. Gerek em baqiltir bûbin, şaşiyên xwe dubare nekin.

Ker bi kertiya xwe li ciyekî têkeve heriyê, heft salan ji wir derbas nabe.

Di 50 salên dawî da tirajediyên hatin serê me hêvî dikim feydeyek gîhandibin me.

XXX

Rûdawê ji navdêra KENDAL ra, bi tirkî jê ra dibêjin "UÇURUM", gotiye, ”DÛLÊR”. Xeber wiha ye:

”Li eyaleta Maharashtrayê ya Hindistanê ciwanekî 19 salî ji bo deynê telefonê bi malbata xwe re nîqaş kir û pişt re tevî dê û bavê xwe ji

dûlêrê ketin û tev mirin.”

Em dibêjin KENDAL. Hevraz û terezîn jî heye. ”DÛLÊR”ê cara pêşî ye dibihîzim. Gelo hin kurd bi rastî ji kendalê ra dibêjin ”DÛLÊR”, ya jî ev navdêr îmalata Rûdawê ye?

Heger hin kurd ji kendal ra dibêjin ”dûlêr”, kîjan herêm e?

XXX

Em li hemberî pênc dêwan şer dikin Sanchoyê hêja: Bindestî, zulm, tirs, cehalet û xiyamet.

Têkbirina wan ne rehet e, karê me pir zor e, jê ra zanîn, jîrî, fedekarî û yekîtî lazim e. Ew jî zor e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar