Di van salên dawî da bûye mode, hin kesên elewî, êzdî, zaza dibêjin efendim em ne kurd in. Her yek ji xwe ra, kokekê, çîrokekê li hev
radigire, xwe ji kurdbûnê dişon.
Em nikanin kesî bi zor kurd bihêlin, kî eslê xwe înkar dike, dibe tirk, dibe çi bi kêfa xwe ye.
Bedredîn Dalanê Şêxbizinî jî bûye pantirkîst, wî jî gotiye, em şêxbizinî ne kurd in, em tirk in. Kurmancên bûne tirk jî pir in, bi hezaran e.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kurd e. Celal Adan, Hedîye Akdere, Namik Kemal Zeybek û bi hezaran kesên din jî kurd in, lê bûne MHP û tirk, bûne neyarên qewmê xwe, eslê xwe înakr dikin, dibêjin em tirk in.
Kamer Gencê dêrsimî jî digot ez tirk in. Kemal Kiliçdaroglu jî dibêje ez tir kim.
Yanî kurdên dibêjin em ne kurd in, em tirk in pir in.
Gava miletek bi salan bindest bimîne asîmîle dibe, ruh û şiûra netewî pê ra
zeîf dibe.
Bi baweriya min, gava yekî got ez ne kurd im, bi eslê xwe kurd be jî êdî ne kurd e, ne hewce ye meriv li ber bigere, têkeve gewriya wî. Dibê meriv bi ruhê xwe kurd be.
Bi hin kurdan ra ew ruh, ew şiûr û ew şexsîyet
nemaye. Bûne wek merivên here ser dînekî din. Naxwazin kurd bimînin, dixwazin
bibin pêsekiniyên tirkan.
Kesê bibêje ez ne kurd im kurdekî mirî ye, dibê meriv wan wek miriyan qebûl
bike. Bi çûna kesên eslê xwe înkar dikin miletê kurd naqede.
XXX
Kurd qedrê miriyan ji zindiyan bêtir digrin. Çaxa sax e kes
zêde qedir nadê, qalê nake. Piştî dimre dest bi pesindana wî dikin, methiyan li
ser dibêjin û dinivîsin.
Hîn sax e xêtir bizanibe, bira bibîne. Mir şûnda tim li çonga
xwe xî jî fêda nîne, mirye, pesnê we nabîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar