30 april 2026

Gorra Aleksandre August Jaba li Îzmîrê hatiye dîtin

Aleksandre August Jaba (1801-1894) 

Aleksandre August Jaba (1801-1894) 

Rojnamevan û nivîskarê tirk Yildiray Ugur, di malpera Marmara Yerelhaberê da nivîsek balkêş, mişt agahî li ser dîtina gorra(mezelê, tirba) Aleksandre August Jaba (1801-1894) nivîsîye.

Li gorî Yildiray Ugur nivîsîye, Doç. Dr. Aleksandr Sotniçenko, piştî lêgerîna salan, du sal berê gorra Alekdandre Jaba li Îzmîrê, li gorristana xiristîyanan a bi navê  Karabaglarê dîtiye.

Doçent Dr. Aleksandr Sotnichenko di sefaretxaneya Rûsî ya Anqerê da serokê Mala Rûsî yê Rojhilatnasiyê ye.
Jaba di sala 1894a da li Îzmîrê miriye û ew li gorristana cihûyan(yahûdiyan) a bi navê Kançeşmeyê gorrkirine. Dûra, ji ber gorristan di nava bajêr da maye, gorristan xera kirine, di sala 1937a da hestiyên Jaba birine gorristana xiristiyanan a bi navê Karabaglarê.
Yanî gorra Aleksandre August Jaba nuha li Îzmîrê li gorristana Karabaglarê ye.
 
Yildiray Ugur negotiye ewê hestiyên Jaba bibin Rûsyayê ya jî ewê li Îzmîrê bihêlin.

Wek tê zanîn arşîfa Jaba ya li ser sitran, çîrok, meselok, folklora kurmancî  gelkî meşhûr e, pir jî dewlmend e. Ev arşîv çend sal berê anîn Zanîngeha Mêrdînê.


Koleksîyona Jaba 13 cild  îsal(2026)ji alî wezareta kultur û turîzmê ya Tirkiyê va hat çapkirin. Ev koleksîyona hêja ya li ser folklor û edebîyata kurmancî nuha li ber destê her kesî ye, her kes kane ji vê xezîneya mezin sûdê bigire.
Ev koleksîyon Jaba berê perçe, perçe ji alî weşanxaneyên kurdî va hatiye weşandin. Hatiye dijîtalîzekirin jî. Yanî ev koleksîyon ne cara ewilî ye çap dibe, berê jî perçe perçe, çap bûye. Lê ev çap li ser hev e û bi cild hatiye çapkirin.

Min lînka nivîsa Yildira Ugur di malpera Mahmût Kîper da dît. Ji bo ku nivîs bi tirkî ye ez lînka wê parve nakim. Nivîs di malpera Marmara Yerelhaberê da ye. Yê bixwaze nivîsê bixwîne kane ji lînka Mahmûd Kîper xwe bigihîne nivîsê.

Di nivîsê da li ser xabata Jaba û Mele Mahmûdê Bazidî ya li ser folklora kurmancî û koleksîyona Jaba agahiyên dûr û dirêj hene. Nivîseke baş e, mişt agahî ye.
Navê nivîsê, ”Piştî 170 sal vegera arşîvekê…”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar