22 december 2024

Tirk dixwazin Ocalan PKK´ê û YPG´ê tasfîye bike û kurd li Rojava doza tu mafî nekin

Serokê MHP´ê Develet Bahçeliyê xirifî û devgirêz bi wî aqilê xwe yê çelqîyayî dixwaze PYD´ê û îdareya kurdan a li Kurdistana Rojava bi destê Ocalan bide tasfîyekirin.

Mêrik gotiye.

”Divê li Sûriyeyê cihê PKK´ê YPG´ê tunebe, divê ev rêxistin çekên xwe teslîmî hikûmeta Sûriyeyê bikin. Divê terorîstek jî li ser sînorên me nefesê negire."

Bahçelî berdevkê Erdogan e, ew li ser navê wî jî van gotinan dibêje. Bahçelî bi van şelafiyan wer bawer dike ewê kanibe kurdan bixapîne.

Erdogan û Bahçelî dixwazin têkbirina, tasfîyekirina hukûmeta Kurdistana Rojava bi azadiya Ocalan biguherin. Ewê Ocalan berdin, dibê kurd jî li Rojavayê Kurdistanê doza tu mafî nekin. Heger Evdila Ocalan, PKK´ê û YPG´ê tasfîye bike û kurd li Rojava doza tu mafî nekin ewê wî berdin.

Pilana Erdogan û Bahçelî ev e.

Yanî Erdogan û Bahçelî ji Evdila Ocalan ra dibêjin heger tu PKK´ê, PYD´ê, YPG´ê tasfîye bikî û li Kurdistana Rojava îradeya heyî xera bikî emê te berdin.
Ez ji van gotinên Devlet Bahçelî wiya fêm dikim.

Roja qewetek li pişta Evdila Ocalan nemîne ewê wî bikujin. Sebebê heta nuha nekuştine jê fêdê dibînin, dixwazin li Kurdistana rojava jî bi destê wî kurdan bindest bihêlin.

Ez bawer nakim Ocalan tiştekî wiha bike. Heger hewil bide jî PKK, YPG, PYD ewê guh nedin daxwazeke wiha.

Devlet Bahçelî girtina Şamê jî wek fetheke Tirkiyê nîşan daye, fena ku Şam bûbe bajarekî Tirkiyê.

Lema gotiye, ”fetha Qudsê jî nêzîk e. Heger Şam hatibe fetihkirin fetihkirina Şamê jî nêzîk e.” Mêrik Şamê êdî wek bajarekî xwe dibîne û çav berdaye Qudsê jî.

Bizina kol elimî daniya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar