23 december 2024

ENKS û HSD ya ewê Qmîşloyê bikin Hewlêr ya jî bikin Efrîn, ev di destê wan da ye

Li gorî beyana serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî çekdarên HSD´ê 110 hezar e. Ev artêşeke, ordiyeke mezin e.

Li Kurdistana Rojava kurdî zimanê resmî ye.
Li Kurdistana Rojava 4100 dibistan hene. Di van dibistanan da 900 hezar zarok bi kurdî perwerde dibin. Evy ek kurdî ji mirinê xelas dike, nifşên nuh bi kurdî mezin dibin.
Li Kurdistana Rojava 41 hezar mamosteyên dersa kurdî didin hene.

Ev reqemeke mezin e. Nufûsa kurdên rojava herî kêm 4-5 milyon e. Rewş baş bibe bi sedhezaran jî ewê vegerin.

 Li Kurdistana Rojava sê(3) zanîngehên kurdî hene. Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Reqa yê. Ji du hezarî zêdetir xwendekar di van hersê zanîngehan da dixwînin.

Yanî meriv kane bibêje Kurdistana Rojava jî wek ya Başûr nîvdewlet e. Tirk dixwazin vê nîvdewleta kurdan ji ortê rakin. Çimkî sibe ewê bibe dewleteke serbixwe. Bingehên wê hatine danîn.

Berî îktîdara PYD´ê ji van dezgehên netewî yên min li jor rêz kirin yek jî tunebû, hertişt bi erebî bû. Zarokên kurd bi erebî perwerde dibûn.

Heger kurd li hev nekin, bi hev ra vê nîvdewleta kurdî neparêzin ereb û tirk ewê zora HSD´ê, PYD´ê, YPG´ê bibin û ev qezencên kurdan bi xebat û fedekariyên bi salan, piştî bedelekî mezin bi dest xistine, hemû ji destên wan here, dîsa her tiştê vegere dûzana berê, bibe wek dema Beşar Esed; bibe wek Tirkiyê û Îranê.

Gelo ENKS viya dixwaze?

ENKS bixwaze, nexwaze, heger bi HSD´ê, PYD´ê ra li hev neke ewê wiha bibe.

Kurd yekîtiya xwe çênekin dinya jî kane alîkariya xwe qut bike. Çimkî her kes dixwaze kurd hêzên xwe bi yek in.

HSD´ê, PYD´ê, YPG´ê berê çi neheqî kiribin jî dûzana wan, îdareya wan hezar qatî ji ya terorîstên îslamî çêtir e. Dibê serokên ENKS´ê viya bizanibe.

Heger kurd yekîtiya xwe çênekin, hinek bibin hevalê dijmin, hinek li şerê kurdan û ereban û tirkan temaşe bikin, dewleta Mihemed Colanîyê terorîst, bi alîkariya Tirkiyê ewê zora HSD´ê bibe, ev îmkana tarîxî, nîvdewleta ava bûye jî ewê ji destê me here.

Bi hezaran kurd dîsa ewê bi çolan kevin, yên bimînin jî ewê bibin wek kurdên Efrînê, kurdên Serê Kaniyê, bibin êsîrên ereb û tirkan, hêdî, hêdî bibhelin, bibin ereb.

Dibê serokên ENKS´ê vê talûkeya mezin bibîne, HSD´ê, PYD´ê bi tenê nehêle, miheqeq li hev bikin, tifaqa xwe çêkin.

Kursiyek kêm, kursiyek zêde ne muhîm e, ya muhîm û esasî kurd îdareya hatiye avakirine ji dest nedin, nehêlin ereb îdareya Kurdistana Rojava bigrin destê xwe…
ENKS, HSD û PYD ya ewê Qamîşloyê bikin Hewlêr ya jî bikin Efrîn. Ev di destê serokên ENKS´ê, PYD´ê û HSD´ê da ye. Bi tifaqê Qmîşlo ewê bibe Hewlêr, bi bêtifaqiyê ewê bibe Efrîn...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar