20 december 2024

Qehremaniya keç û lawên me li hemberî barbarên DAÎŞ´ê dostên miletê kurd pir kirine

Keç û lawên kurd, miletê kurd bi berxwedan û qehremaniyên  xwe yên li Kobanê, li Sûriyê bi têkbirina barbarên DAÎŞ´ê li dinyayê deng dan, hurmet û sempatîyeke mezin qezenc kirin. 

Ji ber vê mêranî têkoşîna bêhempa li çarhawêlî dinyayê ji miletê kurd ra gelek dost çêbûne.

Lema îro li Amerîkayê, li çarhawêlî dinyayê bi hezaran siyasetmedar, ronakbîr, şexsîyetên xwedî bandor piştgiriya kurdên Kurdistana Rojava dikin, ji Erdogan ra dibêjin em qebûl nakin hûn êrîşî kurdan bikin.
Tirkiye ne bi hêza xwe ya dîplomatîk, ne jî bi gefên xwe yên neheq kane kurdan li dinyayê bêpişt, bêdost bihêle. Dost û dilxwazên kurdan li dinyayê pir in, Amerîka, Fransa bi xurtî piştgiriya kurdan dike.

Em kurd ne xwedî dewlet in, em bi milyaran dola nadin lobîîstan, em tu kesî, tu dewletê bertîl nakin, lê dîsa jî li dinyayê dostên miletê kurd ji herçar dewletên dagirker zêdetir in. 

Ev yek fêkîyê micadela kurdan ya bi heq e, ya li dijî çete û barbarên DAÎŞ´ê ye.
Senatorê amerîkî John Kennedy ji Erdogan ra dibêje bela xwe ji kurdan veke, ”destê xwe nede kurdan, destê xwe nede kurdan. Heger tu destê xwe bidî porê serê kurdan ezê li Senatoyê derbasî hereketê bibim. Ev jî ewê ji bo w ene baş be.”

Tirkiye bi hemû îmkanên xwe, bi hêza xwe aborî, siyasî, eskerî, dîplomasî, bi milyaran pereyê dide lobîstan li dinyayê bi qasî kurdên, canfîdayên Kurdistana Rojava ne xwedî dost e.

Ev ji bo me kurdan şeref û serbilindiyeke mezin e. Û dibê serok û rêvebirên Tirkiyê ji vê tenîtiya xwe dersekê bigrin û şerm bikin.

Di van rojên me yên teng da piştgiriya Amerîkayê, Fransayê û Îsraîl ji bo me kurdan hêjayî teqdîrê û sipasdariyê ye. Mala wan ava be.

Sipas ji bo camêrên wek John Kennedy.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar