19 december 2024

Hevalbendiya dijmin Newaf Reşîd pir bêheya kiriye

Li ku derê merivekî cahil, bêkêr, bêxîret, şelaf heye xwe gîhandiye ENKS´ê.

Nûnerê ENKS´ê yê herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji Rûdawê ra gotiye, ji bo hevkariya bi HSD´ê, PYD´ê ra ji şertên ENKS´ê yek jî ”Divê Mazlûm Abdî bibêje "Em ne dijminên Tirkiyê ne."

Ne ev şelaf û zilamê tirkan tenê, serokên ENKS´ê hemû wek berdekên tirkan dipeyivin, ji berjewendiyên miletê xwe bêtir ketine heyra parastina dagirkeriya Tirkiyê.

Mêrik hewqasî bûye zilamê Tirkiyê, lema nabêja bira Tirkiye bela xwe ji kurdên Rojava veke, bira ji Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî vekişe, bira bihêle kurd vegerin malên xwe, dibêje bira Mazlûm Abdî sozê bide ew ne dijminê Tirkiyê ne.

PYD, HSD ji mecbûrî her roj dibêje ew dijminatiya Tirkiyê nakin. Tirkiye guh nade van garantiyên kurd û Amerîka didin Tirkiyê.

Tirkiyê welatê wî dagir kiriye, 30 milyon kurd ji hemû mafên xwe bêpar di bin destê Tirkiyê da ne, ev yek wî nerehet nake, wî nake dijminê Tirkiyê, dixwaze Mazlûm Abdî jî wek wî teslîmî neyar bibe, bêxîretiya xwe resmî îlan bike.

Di zindana Amedê da qerdîyan û leşkerên tirk bi darê zorê marşên irqçî bi girtiyên kurd didan gotin, ew mecbûrî qebûlkirina tirkbûnê dikirin.

Ev merivê bêxîret jî dixwaze Mazlûm Abdî û hevalên wî giş wek wî bibin şelafên tirkan.

Tirkiye dixwaze kurd li Sûriyê nebin xwedî maf, statuyeke siyasî bi dest nexînin. Mesele ev e. Mesele ne problema bi PYD´ê ra ye. Di dewsa PYD´ê da ENKS û di dewsa Mazlûm Abdî da jî Newaf Reşîd ba jî Tirkiyê eynî tişt bikira.
Tirkiye dixwaze li Sûriyê jî ji kurdan ra federasyonake wek ya Kurdistana Başûr çênebe. Kî viya bixwaze Tirkiye jê ra dibêje terorîst şerê wê dike.

Sebebê piştgiriya Tikriyê bi HTŞ´ê, bi OSO û bi çeteyên din ra Beşar Esed bû. Beşar Esed ketiye, nuha tu sebebek tuneye leşkerên tirk li Sûriyê û li Kurdistana Rojava bimîne. 

Dibê Tirkiye ji Efrînê, ji Serê Kaniyê û ji Sûriyê vekişe. Çimkî Esd ketiye, mitefikên Tirkiyê hatine ser hukim.

Ji dêlî ku ENKS, Newaf Reşîd ji Tirkiyê daxwaza vekişîna ji Efrînê û ji Serê Kaniyê bike, dixwaze Mazlûm Amdî li ber destê tirkan sond bixwe, bibêje ez ne li dijî we me!

Hevkariya bi dijmin ra, bi hêzên dagirker ra mêrik pir bêheya kiriye. Tu şertî danîne ber Tirkiyê û çeteyên ereb, ji wan ji bo kurdan tu mafî, tu heqî naxwaze, lê ji Mazlûm Abdî û PYDûê dixwaze. 

Çimkî êdî ji PYD´ê bêtir hevalê Tirkiyê ye,lema şertên Tirkiyê dubare dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar