21 december 2024

Hevalbendiya bi dijmin ra însên bêexlaq û bêrû dike

Adem Çelkîn kurde e, parlamenterê Qersê yê AK Partiyê ye. Di meclîsê da gotiye, li Tirkiyê, “Pirsgirêka kurd” tune ye. Gotina pirsgirêka kurd tune ye, ji aliyê kesên nêtxirab ve tê berovajîkirin. Li welatê me pirsgirêka kurd nîne. Çimkî me ev mijar di dema AK Partiyê da hat çareserkirin.”

Parlamenterê partiya DEM´ê yê Antalyayê Saruhan Oluçê tirk jî gotiye, ”na ne rast e, gelşeke kurd heye û em ji bo çareseriya wê micadelê didin.”

Yanî Adem Çelkînê kurd zulma li ser gelê xwe parastiye, gotiye hemû mafên kurdan heye, tu zulm li wan nabe. Di nava AKP´ê da yên wek Adem Çelkî û ji wî jî xerabtir pir in.

Saruhan Oluçê tirk jî gotiye, na zulm li kurdan dibe, kurd ji mafên xwe bêpar in.

Însan dema bibe hevalê dijmin û dagirkerê welatê xwe jixwe heya, xîret pê ra namîne. Bi parastina înkara kurdan, dagirkeriya Kurdistanê adem Çelkîn ev yek îspat kiriye.

Bi hezaran kurdên wek Adem Çelkîn û ji wî jî xerabtir hene. Bûne xayinên qewmê xwe. Ji filistîniyan ra, ji çete û terorîstên erebên Sûriyê ra heq, edaletê, dewletê dixwazin, piştgiriya wan dikin, lê li dijî azadî û serxwebûna gelê xwe ne, dibêjin tu gelşeke gelê me tune ye, AKP´ê hemû mafê kurdan daye.

Wek min got, gava însan bibe hevalê dagirkerê welatê xwe mecbûr e neyartiya gelê xwe bike.
Hevaltiya bi dijminên miletê xwe ra şexsîyetê, şermê bi însên ra nahêle.

Adem Çelkîn û kesên wek wî çawa derdikevin nava milet, çawa kanin li ruyê kurdan binêrin meriv fêm nake.

Ji bo ku kurtêlxurên wek Adem Çelkîn zêde nebin dibê meriv hevalbendiya dijmin wek qebheteke mezin bibîne. Kurdên başûrê Kurdistanê di dema xwe da wer kirin, ji hevalên ereban û Seddam Husên ra gotin CAHŞ. Yên me jî bûne gahşên tirkan û Erdogan. Ya rast ev e, lê her kes vê rastiyê nabêje.

XXX

Dostên kurdan bêdeng namînin.

Serokkomarê Fransayê yê berê François Hollande gotiye, ezê zîla alarmê lêxînim. Dibê tu kes êrîşê kurdê Sûriyê neke. Wan di şerê Daîşê da alî me kir.”

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot gotiye, “Divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di pêvajoya siyasî de cih bigire.”

Serokê Fransayê Macron telefonî serokê Tirkiyê Erdogan kiriye, jê ra gotiye, ”di vê merhela Sûriyê da dibê kurd jî beşdar bibin. Dibê HSD jî tevî vê merhelê bibe û şerê li Minbicê û Kobanê were rawestandin.”

Wezîrê karên derve yê Îsraîl Gîdeon Saar gotiye, kurd di bin êrîşê da ne, dibê kurd û gurûbên ji miletên din dibê werin parastin.

Senatorê Partiya Komarî Lindsey Graham û senatorê Partiya Demokrat Chris Van Hollen ji bo Tirkiye were cezakirin projeyasayek pêşniyarî Senatoyê kirine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar