21 december 2024

Gerek em kurdên Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehêlin

Di nav kurdan bi sedan şêx û alimên fena Şêx Murşîdê Xeznewî hene. Lê hetanî nuha yekî jî tiştê Şêx Murşîdê Xeznewîyê hêja dike nekiriye, hewqasî zelal nepeyiviye, gaveke wek ya Şêx Murşîdê Xeznewî navêtiye.

Alim, zana, şêx, rîsipî û serokên miletan di rojên giran da diçin hawara miletê xwe, didin pêşiya miletê xwe, riya yekîtiyê û felatê nîşanî miletê xwe didin.

Kurd li Sûriyê bi ereb û tirkan ra di şerekî man û nemanê da ne. tiştê ji her kurdî tê xwestin dibê em alîkariya birayên xwe bikin, ne ku hin qal û qîlan bidin pêş, wan bi tenê bihêlin, li şerê wan û reb û tirkan temaşe bikin.

Berê neheqî li me kiribin jî dibê îro em bi dû wan tiştan nekevin, bêqeyd û şert yekîtiya xwe çêkin û alîkariya wan bikin. Îro ne roja dahw û dozên berê ye, gerek em wiya bihêlin rojeke din.
Îdareya PYD´ê, HSD´ê ji îdareya erebên herî baş çêtir e. Kî dibe bila bibe dibê kurd li welatê xwe bibin xwedî desthilat.

Tirkên ji her fikrê û ji her bêşê li hemberî kurdan xwe dane ser hev, alîkariya hev dikin, aqil û fikir didin hev; ji bo ku li Kurdistana Rojava kurd nebin xwedî îdareyeke netewî, ji bo ku Kurdistan çênebe.

Dil dixwest kurdên ji her fikir û baweriyê jî, ji her partiyê jî wek tirkan biçûna hawara biyayên xwe yên Kurdistana Rojava, bi wan ra bibûna pîbar, moral û qewet bidana wan.

Tevgereke wiha hetanî nuha derneketiye ortê, yên deng ji wan dertê, yên dibêjin em li pişta PYD´ê, HSD´ê, QSD´ê ne tenê hevalên wan in, deng ji hêz û partiyên din nayê.

Kî dost e, kî dijmin e, kî layiqî navê xwe û kursiya xwe ye, kî ne layiq e bi şêla xwe ya Kurdistana rojava da diyar dibe. Pîvana kurdperweriyê, welatperweriyê ev e.

Dibê kurd û siyasetmedarên, partiyên Kurdistana Başûr û Rojhilat jî îro bi rengekî aktîf ji bo yekîtiya kurdan bixebitiyana û desteg bidana birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê. 

Dibê zext bidana ser ENKS´ê, bigotana gerek hûn zû, bi lez tifaqa xwe û heyeteke xwe ya mişterek çêkin. 

Di demeke wiha da gerek hûn ne çend serî bin, dibê hûn bi hev ra herin Şamê, bi ereban ra rûnin û doza mafên xwe yên netewî bikin. 

PDK, YNK û partiyên din dibê bêdeng nemînin, hevalê kê ne, piştgiriya kê dikin diyar bikin. Dibê her kurd ji bo piştgiriya kurdên Rojava zorê bide serokê xwe, partiya xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar