14 december 2024

Heger PKK xwe fesh bike tirk ewê bela xwe ji kurdan vekin ?

Tirk, PKK´ê wek sebebên êrîşên xwe yên ser Kurdistana Rojava nîşan didin. Ne rast e, dereweke bi boçik e.

Ma PKK, YPG tunebe tirkê dev ji neyartiya kurdên Rojava berdin, ewê li Sûriyê federasyonê qebûl bikin?

PKK sibe xwe fesih bike, hemû sîlehên xwe teslîmî Kurdistana Başûr bike, serokên PKK´ê giş li dinyayê belav bibin jî tirk dev ji neyartî û êrîşên ser Kurdistana Rojava bernade.

Kîjan partî be ji bo tirkan ferq nake, derdê wan li tu beşekî Kurdistanê kurd azad nebin.
Ma di referandûma 2017´a da çi anîn serê kurdên Kurdistana Başûr?

Şerê Tirkiyê li dijî azadî û serxwebûna kurda ye, PKK, filan bîvan demagojîye.
Li Rojavayê Kurdistanê ne YPG, HSD, ENKS be, heta  PDK û Barzanî be jî tirkê dîsa eynî tiştî bikin.

Tirk nabêjin bira pêşeng ne YPG partiyeke din be, dibêjin gerek kurd nebin xwedî statuyeke siyasî, gerek Kurdistan çênebe. Ji îdareya kurdan ra dibêjin ”korîdora terorê”, dibêjin ”terorîstan”.
Yanî PKK, YPG qal û qîlên bêbingeh in, gerek her kud viya bibîne û bibêje.

XXX

Birêvebirên Tirkiyê, serokên partiyên siyasî gav û seetê gefê li kurdên Kurdistana Rojava dixun, zirtan didin xwe, dibêjin emê we bixun, emê we mehû bikin.

Lawo hema hûn bêminet in, hema çi ji destê we tê bikin. Jixwe hûn dikin jî. Berger, heyaran qurban bêfêde ye. Xerabiya hûn bi kurdan nekin tune ye. Em viya baş zanin.

XXX

Hêzekê Hevpyemaniya Navnetewî ya li Dijî DAÎŞ´ê îro çûye Kobanê. Ev xebereke xêrê ye. Heta nuha leşkerên rûs li wir bûn. Piştî ketina Beşar Esed rûs ji wir vekişiyan.
Bi vekişîna rûsan ra Tirkiyê û çeteyên girêdayî Tirkiyê her roj êrîş dibirin ser Kobanê.
Bi çûna leşkerên amerîkî ewê nikanibin êrîşên xwe bidomînin. Ji bo gelê Kobanê piştgiriyeke pir baş e. Wer xuya dike amerîka ewê dev ji alîkariya kurdan bernede.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar