14 december 2024

Altan Tan neheqiyê li kurdan dike

Li ser micadela kurdan bi Tirkiyê ra Altan Tan şîret li siyasetmedar û serokên kurd kiriye, gotiye:

”Hûn bi Tirkiyê ra şer bikin, pişta xwe bispêrin hêzên biyanî ne mimkûn e hûn bigihîjin derekê. Gerek kurd bêyî ku bi Tirkiyê ra şer bikin hemû mafên xwe yên siyasî bixwazin. Riyeke din tune ye...”
Altan Tan bi van gotinên xwe neheqiyeke mezin li kurdan dike.

Yekî nizanibe ewê bibêje Tirkiye bi rehetî heqê kurdan daye, lê kurd qebûl nakin, dibêjin na, hutul batil emê bi we ra şer bikin.

Altan Tanê hêja, qenekê tu van tiştan nebêje, sed sal e kurd ji tirkan mafên xwe yê netewî dixwazin, lê tirk nadin, dibêjin em tu mafî nadin we, gerek hûn li dijî dagirkeriya me derkevin, doza azadiya xwe nekin.
Berê gotin kurd tune ne, yên ji xwe ra dibêjin kurd tirkên çiya yî ne. Nuha dibêjin kurd hene, lê gerek ji bibdestiya tirkan û ereban xelas nebin, hêdî hêdî bihelin, bibin ereb û tirk.
Nahêlin kurdên Rojavayê Kurdistanê jî xwe îdare bikin, bibin xwedî statuyeke netewî.
Ma bi kîjan heqî bela xwe di kurdên Rojayê Kurdistanê didin, dibêjin em qebûl nakin hûn li Sûriyê ji bindestiyê xelas bibin.
Ma kurdên Rojava xîçek avêtine ji tirkan da?
Lê tirk her roj gund û bajarên wan topbaran û bombebaran dikin.
Tirk her roj dibêjin ewlekariya me di bindestî û tunebûna we da ye.
Erdogan û wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan do gotine, ya PYD´yê xwe fes bike, sîlehên xwe deyne, teslîm bibe, ya jî ewê ji ortê were rakirin.
Ma ev îş e?
Bi Daîşê ra, bi HTŞ´ê ra, bi OSO û hemû terorîstên îslamî rad ost in, alîkariya wan dikin, îdareya wan pîroz dikin, lê ji ya kurdan ra dibêjin ”korîdora terorê” !
Û dibêjin ewê nehêlin ”korîdora terorê” bimîne.
Here ji Erdogan û Hakan Fîdan ra bibêje hûn çima bela xwe di kurdan didin?
Çi ji we ra li Sûriyê kurd û ereb çi dikin, çi nakin?
Kurd şerê Tirkiyê nakin, tirk êrîşî kurdan dikin, kurd mecbûr in xwe biparêzin. Heger ne xêra Amerîkayê bûya tirkan ji zû da tevihiya Kurdistana Rojava dagir kiribûn.
Bi çi heqî Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Sipî dagir kirin û bi sedhezaran kurd bi çolan xistin û bi sedhezaran ereb li gund û bajarên kurdan da bi cî kirin.
Ma tu viya nizanî?
Here Erdogan bide raweatandin, bi êrîşî kurdan nekin, bira bi kurdan ra li hev bikin.

 xxx

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bêyî ku şerm bike gotiye:
”Li Sûriyê êdî hukûmeteke milî heye. YPG ya ewê xwe fesh bike ya jî ewê were tunekirin.”
Hema tu emir bike lo !
Mêrik ji dewleta terorîstên îslamî ra dilîrîne, lê gerek kurd nebin xwedî tu maf, gerek teslîmî Tirkiyê bibin.
Ji me kurdan xayinên pir mezin derketine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar