21 november 2024

Du Heval û dîk

Du hevalên ji hev hez dikirin bi hev ra dipeyivîn. Ji hev ra qala xeyalên xwe dikirin. Herdu jî pir xizan bûn. Yekî ji yê din pirsî:

-Du mangeyên(çêlekên) te hebûna, te yê yek bida min?
-Erê!
Du xaniyên te hebûna, te yê yek bida min?

-Erê.
Du dîkên te hebûna, te yê yek bida min?
- Na.
- Çima?
- Law herewere du dîkên min hene, wele ez dîkekî xwe nadim te. Te çima çavê xwe berra dîkê min daye, ez fêm nakim !
Efendî ji tiştê tune ra gotiye erê, minê bida, lê gava dor hatiye ser dîk, gotiye na. Çimkî dîk heye.

Comerdiya tiştê tune rehet e, lê gava dor tê ser tiştê heye rewş diguhere.
Comerdî fezîleteke baş e lê bi her kesî ra tune ye. Comerdî tunebe qîmeta mal û milk tune ye. Tew meriv bi wê hebûnê xerab dibe, dijminan ji xwe ra çêdike.

Merivê comerd wek dara bi mêwe ye. Însan him ji mêwên wê, him ji siya wê fêdê dibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar