21 november 2024

Berfa salê ya pêşî xwe gîhand Stockholmê

Li Stockholmê berfa me ya salê ya pêşî barî, li Stockholmê hîn ne pir e, lê erd sipî kiriye. Û ewê dom bike. 

Li hin bajarên nêzî Stockholmê nîv mîtro derbas kiriye. Belkî hêdî hêdî were Stocholmê jî.

Ez dixwazim bibe nîv mîtro. 

Berf xweş e, xwezayê sipîboz dike. Kêfa min jê rat ê. Serma 3 derece ketiye binê sifirê.

Swêdî ji bo berfa pêşî dibare dibêjin ”berfa nuh berfa kevn dihelîne” ya jî diqedîne. Berfa kevn tune, lê ya nuh ewê kevn bibe.

Îsal cara ewilî îro emê kêf û zewqa meşa di berfê da bijîn.

Kurdan gotiye berf xizna erdê ye. Berfê erd kiriye hêk. Herdu jî rast in. Lema erd ji berfê hez dike.

XXX

-Aqûbeta zeytûnên di eyî tasê da yek e.

Yek kufikî bibe sîrayetî yên din jî dike.

Bi demê ra dîmen jî, lezet jî dihere.

Zeytûnên di nav wê tasikê da hîn jî ji kufikê û ji aqûbeta xwe bêhay in.

Zeytûn, xurek tenê kufikî nabe, însan jî, civat jî kufikî dibe.

Wek heba zeytûna kufikî însanek jî kane civatekê kufikî, bêhiş bike.

Bala xwe li der û dora xwe, li welatên cîran bigerînin hûnê bibînin însanekî çawa kanîbûye civatekê kufikî, genî, bêhiş bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar