22 oktober 2024

Xwezî porsipîtiyê û rîsipîtiyê însan baqiltir bikira

Gotina ”min ev por li êş sipî nekiriye” ji bo kesên,  jin û mêrên porsipî, extîyar in, êdî xwedî tecrûbe ne, baş kemilîne tê gotin.

Gotina rîsipî jî heye. Rîsipî tenê ji bo peya(mêran) tê gotin. Porsipî meriv kane ji bo jin û mêran bibêje.

Lê her kesê porsipî, porê xwe li êş sipî nekiribe jî li gorî umrê xwe, wek porsipî û rîsipîyekê hereket nake.

Sal, umir fizîkî meriv diguherîne, extîyar dike, lê baqiltir nake, di warê fikrî, siyasî da her kesî naguherîne.

Extîyarî, porsipîtî, rîsipîtî hin kesan diguherîne, ji xortaniyê baqiltir dike, hin kesan jî qet naguherîne. Di xortaniya xwe da çi diparastin hîn jî wan tiştan dikin û diparêzin.

Di xortaniya xwe da hinekên me Stalîn, Lenîn parastin, hinekan Mao Enwer Xoce parastin.

Me ji bo wan neyartiya hev kir, li hev xist, hevdu kuşt.

Ji dêlî em welatê xwe, miletê xwe, mezinên xwe nas bikin, tarîxa xwe fêr bibin, me wexta xwe da nasandina Stalîn, Lenîn, Mao, Enwer Xoce, Castro, Ho Chi Minh û gelekên wek wan.

Me kilasîkên xwe nexwend, edîbên xwe nas nekirin, serê xwe bi serîhildanên wan ra neîşand.

Di xortaniya xwe da me ev şaşî kir, dibê meriv nuha neke. Lê yên hîn jî dikin hene.

Lema jî gelek rîsipî û porsipîyên hîn jî bi karê vala, karên bêfêde mijûl in pir in. Bi hev ra hîn jî minaqaşeyên 40-50 sal berê, dema xortaniyê dikin.

Şaşiyên, cahiliyên xortaniyê hetanî dereceyekê tê qebûlkirin, tê efûkirin.
Lê piştî 70, 80 saliya xwe dibê meriv hîn jî bi eynî çîrok û mijarên dema xortaniyê yên vala, tu têkiliya wan bi me tune ye mijûl nebe, wexta xwe bide karên bi fêde.

Ji dêlî fêrbûna tarîxa xelkê û mijarên me eleqedar nakin, dibê meriv wexta  xwe bide meseleyên li ser kurd û Kurdistanê. Heta ji min tê ez wer dikim.

Lê helbet zewq û înteresa însên cihê ye, her kes li gorî zewq û meraqa xwe hereket dike.

Bi baweriya min ciwan ji serpêhatî û tecrûbeyên rîsipî û porsipîyên xwe tiştên têkiliya wan bi kurdan ra heye fêr bibin baştir e.

XXX

Însanên bêkêr, tembel, tu kar jê nayê zimandirêj in, hal û karê wan devavêtina ji xelkê da ye, reşkirina kesên xebatkar, berhemdar in.

Dibê meriv guh nede kesên wiha, xwe bi ber teqala wan nexîne, karê xwe bike, çi rast dibîne wiya bike.

Yên dara fêkî kevir dikin pir in.

XXX

Pûlis berra dû diz da, ha li vir, ha li wir, gihîştê, tam dikira bigirta, diz rabû qametê, dest bi nimêjê kir, qîrîn û hawar, got:

-Îmdad, îmdad, pûlis êrîşî min dike, nahêle ez nimêja xwe bikim.

Li Tirkiyê rewş ev e, diz wexta tên girtin, radibin qametê, dibin sofî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar