Serokê MHP´ê Devlet Bahçelî gotiye ”bira serokê terorê Abdulah Ocalan were li meclîsê, di civîna DEM´ê da bibêje em teslîm dibin, em dawîyê li terorê tînin, PKK´ê jî lewx dikin”, hin kes hin maneyên bêbingeh ji vê banga Bahçelî ya teslîbbûnê derdixînin.
Bahçelî ji berê da ye dibêje dev ji doza azadiyê, navê Kurdistanê
berdin, daxwaza mafên kolektîf nekin, bibêjin em tu mafekî netewî naxwazxin, xwe teslîmî edaleta me bikin.
Çareserî ev e. Gava hûn viya bikin mesele diqede.
”Bira serokê terorê dawî li terorê bîne, PKK´ê lewx bike, bira
were viya di meclîsê da bibêje.”
”Dema serokê terorê anîn Tirkiyê got ez ji bo her xizmetê amade
me. Bira kerem bike, yekalî îlan bike, bibêje teror qediya ye, rêxistin hatiye
tasfîyekirin.”
”Bira were li Meclîsê, di cîvîna gurûba DEM´ê da bipeyive.
Bira bibêje teror bi temamî qediya ye, rêxistin hatiye lewxkirin. Bira vê
dîrayetê nîşan bide.”
”Lê çareseriyeke kolektîv û li ser nasnameya etnîkî
xeteriyeke mezin e.
Li Tirkiyê pirsgirêka kurd tune ye, pirsgirêka terorê ya cudakir heye.”
Eger merivv bêje li Tirkiyê pirsa kurd heye ev propagandaya sexte
ye, gotinên derew e, kesên li hêviya wêrankariyê û destikên emperyalîstên
gerdûnî ye.”
”Tirkiyeyê tu carî polîtîkaya asîmîlasyonê ji xwe re
nekiriye armanc û qebûl nekiriye.”
Min li jor çend numûne ji axaftina Devlet Bahçelî girt. Di kîjan gotina wî da
îşareta diyalogê û dana mafekî herî biçûk heye?
Mêrik dibêje li Tirkiyê mesela kurd tune ye, em ji bo kurdan tu carî dana
mafekî kolektîf qebûl nakin, daxwazeke wiha perçebûna Tirkiyê ye û tiliya emeperyalîstan
di vê daxwazê da heye.
Li Tirkiyê problem teror e, mesela kurd murd tune ye. Bira serokê terorîstan
teslîmbûna xwe îlan bike, PKKê fesh bike, wê demê mesele diqede.
Vê teslîmîyetê kane li meclîsa me jî bibêje, emê vê destûrê
jî bidin wî.
Teslîmîyet teslîmîyet e, li meclîsê were gotin çi ferq dike?
Yanî ji ber ku li meclîsê ye dibê meriv bibêje baş e, jê ra li çepikan xîne?
Îcar îşareta baş di ku dera vê axaftina Bahçelî da ye ez fêm nakim.
Tirk tim dibêjin dev ji daxwaza mafên netewî yên kolektîv berdin mesele diqede.
Bahçelî jî ew gotiye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar