24 oktober 2024

Li Tirkiyê senaryo pir in

Tirkiye di warê fêlbazîyê, hîlebazîyê, dek û dolabên xapandinê da welatekî bêemsal e. 

Rojê senaryoyeke nuh, fîlmekî bi heyecan pêşkêşî civatê dikin. Tu dibêjî belkî karê dewletê tenê ev e, her roj fîlmekî nuh têxe sahnê.

Însanan hîn temaşekirina fîlmê di sahnê da temam nekirine, fîlmekî ji yê berê ecêbtir dajon pîyasî.

Li Tirkiyê dewlet, hukûmet, siyaset ne ji bo xizmetê heye, ji bo çêkirina teoriyên komployê, ji bo xapandinê, ji bo xurtkirina pantirkîzmê û neyartiya bi kurdan zêde bibe heye.

Li Tirkiyê atmosfera siyasî wek taviyên biharê zû tê guhertin; geh dibe sayî, geh dibe ewr û paran, gurrîn tavan û şîrqîna birûskan.

Du roj berê atmosfera sîyasî nerm bû, baş bû, îro li dijî kurdan dîsa agir ji devê wan dibare.

XXX

Ji bo ku dîsa êrîşî Kurdistana Rojava bikin li Anqerê bi zilamên xwe provakasyonek dan kirin. Du kesan bi keleşan êrîşî ser fabrîqeya TUSAŞ´ê kirin.

Li gorî daxuyaniya wezîrê karên navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne. Herdu êrîşkar jî hatine kuştin. Hîn tiştekî resmî nehatiye gotin êrîşkar kî ne, lê dîsa qala PKK´ê dikin.

Dûra jî, bi şev dest bi bombebarana Kurdistana Rojava kirin. Zirareke mezin dane Kobanê.

Li Kobanê û hin derên din gelek kuştî hene. Di nav kuştiyan da zarokekî 5 salî jî heye.

Ev dewlet dev ji xiniztîya xwe bernade. Tu çi bikî jî tu nikanî dêla seg rast bikî.

XXX

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê, biraziyê Evdila Ocalan, Omer Ocalan di platforma X´ê da gotiye ew do çûye Îmraliyê, ba Evdila Ocalan.
Ev 4 sal in, ji adara 2020 da ye destûr nedidan malbata Ocalan here wî bibîne. Lê do çûne serdana wî. Omer Ocalan li ser hevdîtinê û tiştê peyivîne tu agahdarî nedaye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar