25 oktober 2024

Dosteka me ya hêja wefat kir

Dosta miletê kurd ya ji dil, kurdolog, lînguîst û pispora edebîyata kurdî Joyce Blau xanimê di 92 saliya xwe da wefat kir. 

Joyce Blau xanimeka evîndara ziman û edebîyata kurdî bû, dosteka kurdan bû, yek ji damezirênera Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû. Di rojên giran da tim li ba kurdan bû.

Di vî umrê xwe da jî her roj li Enstîtuyê bû û wek xanimeka ciwan dixebitî. Joyce Balu xanimê li ser ziman û edebîyata kurdî gelek berhemên hêja li dû xwe hîştin.

Gorra wê beheşt be, serê malbata û gelê kurd sax be. Dostekam e ya ji dil kêm bû.

XXX

Şeva çûnî Tirkiyê bi droneran dîsa Kobanê, nexweşxane û hin derên din ên Kurdistana Rojava bombebaran kiriye.

Zarok hatine kuştin. Neteweyên Yekbûyî dibê vê terora Tirkiyê rawestîne.

Dibê Amerîka, Rûsya nehêle Tirkiye li ciyê rehetiyê gund û bajarên kurdan bomberan bike, însan bikuje. Her kes Îsraîl protesto dike, lê kes ji Tirkyê ra tiştekî nabêje.

XXX

Dibê meriv bi xwe kanibe, serê xwe bi her gelşê ra neêşîne, hewil nede her meselê, her teşxelê çareser bike.

Ji ber tiştê ji dest meriv çûye, tiştê meriv nikane bike neke ax wax. Tiştê çû, mede dû.

Ji dêlî wê serê xwe bi karê meriv kane bike, karê ji destê meriv neçûye biêşîne.

Dibê meriv xwe bi her kesî şîrîn neke. Pesin û teqdîrê ji kesî nebpê. Tu çi rast dibîne wiya bike.

Her kes lewendê karê xwe ye, dibê meriv ji heq derê, xwe tevî her meselê neke.

XXX

Bes e li Kurdistana Rojava destên xwe yên bi xwîn di xwîna kurdan bigerînin.

Bes e sivîlan, zarokên 5 salî bikujin !

We heta nuha bi sedhezaran kurd kuştin. Ma hûn ji kuştina kurdan têr nabin?

Kurdistana Rojava roniya çavê me ye, hêviya miletê kurd e. Emê wê bi tenê nehêlin.

 XXX

-Li însanê cahil tiştê kêm ne aqil e, ew qurnaz e; tiştê kêm exlaq e. Cahil, xurt e. Însanê bêyî bextewariya xwe tu hedefeke wî ya din tunebe însanekî xerab e.

///Tolstoy

 XXX

-Bi merivên kamil û baqil ra bi qasî misqalekî jî kibîrî tune ye. Dara mêweyên wê pir be guliyê wê serê xwe xwarî erdê dike.

Sadî Şîrazî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar