18 september 2024

Îro ketim hinge dinga çêkirina şerbeta tirî

Îro dîsa pir westîyam. Du darên me yên mêwê hene. Min îro hinek tiriyê xwe top kir û kir şerbet.

Min sê şûşe çêkir, lê nîvî jî maye. Ez westîyam, min nikanîbû giş ji papan bikira.

Karekî zor e, dibê tu tirî ji mêwê bikî, baş bişo, ji papapn bike û du caran jî bikelîne. Ji ber ku dar bilind e topkirin zor e. Destê meriv nagihîje her derê.
Xanimê çend gûşî ji papan kir, dûra çû ket mitpaxê, hinge-dinga şîvê. Ez mam bi tenê.
Şerbeta tiriyê reş sibê li ber xurîniyê derman e. Lê çêkirin jî ne rehet e.
Tirî hîn pir e, lê topkirin û çêkirin gelkî wextê digire. Belkî tiriyê mayî çênekim. Hinekî dudil bûme, ketime erê û nayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar