18 september 2024

Cîhaza lêgerîne wek sîlehekê bi wan da teqîya


Hizbullaha Libnanê gotiye di êrîşa sîber ya do da 11 endamên wan mirine. Li gorî xebera Reuterê li dora 2750 kes jî birîndar bûne.

Berê pîpînek ji cîhaza lêgerînê hatiye û peyamekê xuya kiriye, dûra cîhaz teqîya ye.

Li gorî Ajansa Reuterê îstîxbarata Îsraîl Mossad li piştî vê operasyona sîber e. 

Hin pispor dibêjin Mossadê çend meh berê kanîbûye teqemenîyeke biçûk têxe pişt bateriyên cîhaza lêgerînê û bifroşe Hizbulahê. Ew cîhaz bûn sîlehên di destê Mossadê da.

Diyar e fabrîqê ev kar kiriye û firotiye Hizbulahê.

Teknolojîya şer, teknîka înformasyonê ya dijîtal hewqas bi pêş ketiye aqilê me nagire.
Ne karê aqil e, mêrikan li mala xwe rûniştine di eynî sanîyê da bi hezaran cîhazên wek telefonê teqandine. Telefonên me jî kanin bibin sîlehên destê xelkê.
Îsraîl hîn êrîş negirtiye ser xwe, lê Hizbullah dibêje Îsraîl e.
Bi îhtîmaleke mezin Hizbullah ewê bêdeng nemîne, ewî çend fuzeyan bavêje ji Îsraîl da. Şer berfireh bibe jî Hizbullahê li zirarê derkeve.
Şer çênebe, li hev bikin ji herdu serîyan ra jî baş e. Lê ereb hîn negihîştine vê nuxtê, ew hîn terefdarên tunekirina Îsraîl in. Di vir da rola Îranê pir e, fînansorê şer Îran e.

XXX

Go ziyaretê min gelek caran bi derewa bi serê te sond xwariye. Zîyaretê got, min jî gelek caran malik li te xera kiriye, lê haya te ji te tune ye.

Gelek kes bi serê hin siyasetmedar û serokan pir sond dixun, lê nizanin çi anîne serê wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar