10 juni 2024

Li Amedê şufêrê Texsiyê ji min ra got tu faşîst î !

Min gotibû ezê qala hin serpêhatiyên gerra xwe ya Kurdistanê bikim. Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim qala bûyereke pir ecêb bikim. Di rojnivîskên xwe da min qala vê bûyerê nekiriye. Çimkî min xwest ne bi kinî, xweşik qalê bikim.

Di 8´ê gulanê da ez, xanima xwe û biraziyê xwe Jêhat em çûn serdana Pirtûkakurdî û weşanxaneya Dozê.

Hevalê minê hêja Fûad Onen û Haluk Gokalp jî hatin Dozê. Piştî bîstek sohbet, Koroglu Karasalan jî bi me ra, em giş çûn li qahwexaneyekê rûniştin.

Piştî bîstek sohbet, min xatir ji wan xwest, me berê xwe da malê.
Min texsiyek sekinand, em lê siwar bûn. Min ji şufêr ra bi kurmancî got xêra xwe me bibe edresa Metropol 2.

Şofêr bi rengekî bêmahd li min nêrî, bersîv neda, bi rê ket. Min got:
-Ma tu bi kurdî nizanî?

Dîs tiştek negot. Min fêm kir bi kurdî nizane, ya jî naxwaze kurdî bipeyive.

Texsî bi rê ketibû. Min got ji şansê min ê xerab ra, ev cara sisiya ye şufêrê texsiya ez digrim kurdî nizane.

Bi mirûzekî tahl, di bin çava ra li min nêrî tiştek negot.
Li sitraneka Ahmet Kaya guhdarî dikir. Biraziyê min ji dawiyê jê ra got:
-Tu li Ahmet Kaya guhdarî dikî lê tu kurdî nizane.
Min got li Amedê dibê şufêr kurdî jî bizanibe.

Berê xwe bi min da kir, bi hêrs destê xwe yê rastê li dîreksîyonê xist, bi dengê zêde bilind û pir agresîv got:
-Tu faşîst î, tu faşîst î, tu faşîst î.
Pir agresîv bû. Min got law tu çi dibêjî?
Got:
-Tuaşîst î,tu  faşîst î ! Tu irqçî yî, tu faşîst î!
Pir agresîv bi min da diqîrîya, bi tirkî digot:
-Faşîst, tu faşîst î, tu faşîst î!
Min bi hêrs got:
-Kûçik bisekine!
Sekinî, em ji erebê daketin. Lê hîn jî bi min da diqîriya, digot ”faşîst, faşîst. Tu faşîst î…”
Min got, kûçik huş be !

Em meşiyan. Wî jî xaz da erebê, lê hîn jî ji min ra digot ”faşîst, faşîst…”
Yekî kinikî kej bû.
Ez ji hêrsa diricifîm. Xanima min û xwarziyê min şok bûbûn. Min texsiyeke din sekinand. Berî em lê siwar bin min jê pirsî, kurdî zane ya na?
Got ez zanim. Em lê texsiyê siwar bûn. Min mesele ji şufêr ra got. Matmayî ma. Got:
-Te numra pilaqa wî negirt?
Min got na. Gat xwezî te girtiba, me yê hesabê vê bêedebiya wî jê bipirsiya.

Li Amedê berê jî du caran ez rastî şufêrê kurdî nizanîbûn hatim. Gotin ”em yerlîyê Diyarbekrê ne, em kurdî nizanin.” Yekî uzrê xwe xwest, got ev kêmasiyeke min ye.

Lê ev bêbav har bû, yekî pir agresîv bû. Ji ber ku ez pê ra kurdî peyivîm dîn bû.

Heqê wî lêxistin bû, lê ewê serê min têketa belayê. Min nexwest ez herim qereqolê, ji bo min kanîbû biba serêşiyeke mezin. Lema min ew heqareta wî daqultand.

Li Amedê piraniya şufêran kurdî zanin, gelekên wan licî ne. Lê yên kurdî nizanin jî hene. Çi milet in ez nizanim. Du heban gotin ”em yerlî ne”, yerî kurd in ya jî tirk in ez nizanim. Li Amedê tirkên mahcir jî hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar