09 juni 2024

Hûn çi bikin jî hûn nikanin kevjal rast bidin meşandin

Xwezî serok û siyasetmedarên, brokratên, mezinên tirkan merivên demokrat, lîberal, aştîxwaz bûna, xwezî hewqasî ne pantirkîst û ne neyarên kurdan bûna.
Xwezî mafên me bi rehetî, bêyî şer qebûl bikirana, bihîştana li welatê xwe em xwe îdare bikin.

Lê bi hêviyê dest nagihîje baqê keziyê. Mêrikan guh nadin gotinên me, daxwazên me ji kok da red dikin. Em çi bikin jî ew ev in, di înkara me da israr dikin.

Gotinek heye, digêjin, hûn çi bikin jî kevjal kevjal e, rast nameşe. Hûn çi bikin jî hûn nikanin kevjal rast bidin meşandin. 


Lazim e li Tirkiyê hin kadirên din werin ser hukim, ewê bibe lê jê ra wext lazim e.

XXX

Demokarasî, edalet, azadî ji devê serok û siyasetmedarên me da nakeve, giş bi heraret edaletê, demokrasiyê dixwazin.

Çimkî em zeîf û bindest in, em nikanin bi dijminê xwe. Lema em li ber wan digerin, wan zeyt dikin.

Lê dijmin jî guh nade tiştê em dibêjin.

Heta em zeîf û ew xurt bin ewê guh nedin daxwazên me. Dibê em hêzên xwe bikin yek û xurt bibin.

XXX

Ez fêm nakim çi mesele ye, ez çi dinivîsînim Facebook tavilê, di eynî sanîyê da radike, dibêje li dijî prensîpên me ye.

Ez îtîraz dikim, bîstek derbas dibe, dibêjin me şaşî kir, me nivîsa te bi cî kir. Lê nivîs xuya nake, Ez careke din belav dikim, careke din radikin.

Pênc roj in vê gelşê dest pê kiriye.

Gelo îmkana meriv bi wan ra bipeyive heye?

Facebookê ev nivîsa min a li ser Eda Mahdo jî rakiriye, gotiye li dijî prensîpên me ye.

XXX

Arîstoteles:Hezkirin êşkişandin e, nehezkirin mirin e. Hezkirin zewq e, lê tu zewqeke hezkirina tenê, yekalî jî tune ye.

Arîstoteles:Gotina herî xweş, yê dibêje rast bibêje, yê guhdarî dike jî jê fêdê bigire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar