28 maj 2024

Hêdî hêdî têm ser hişê xwe

Ez vêsê wek her tim ji xew zû şiyar bûm(06.00),lê  min di xwe ra nedî rabim. Min xwe rast û çep borr kir, dîsa di xew ra çûm. Xewa li mala xwe pir xweş e, meriv jê têr nabe.

Ji germîyana Amedê û Wêranşarê hatim Stockholma bi ewr û baran. Do li Stockholmê 25 derece germ bû, îro ewr û baran e. Lê 20 derece germ e.

Ez tam 5 heftan li Kurdistanê gerîyam, hema hema min nig di bin xwe va nekir, ji wî bajarî çûm bajarekî din. Çûm Amedê, Wêranşarê, Mêrdînê, Wanê, Rihayê. 

Di nav Amedê, Mêrdînê û Wêranşarê d açend caran çûm û hatim. 

Pir westiyam e, hîn nehehtime ser hişê xwe û qeysa berê. Ji bo îtîbaqê çend roj lazim in, hêd, hêdî ez xwe eyar dikim.

Ez zanim hûn li bende çavdêrî, serpêhatî û bîranînên rêwîtiya min in. 

Ecele mekin, ezê binivîsînim. Nuha mal pir tevlihev e, gîha hewşê çongekê dirêj bûye, bûye wek porê dînan. 

Em bawil û buxçikên xwe hêdî hêdî vedikin, şîraniyên me anîne derdixin. 

Zarok ewê îro werin, emê emanetên wan bidinê û ji wan ra qala serpêhatî û macareyên rêwîtiya xwe bikin. 

Dûra ewê dor were qalkirina notên, çîrokên rêwîtiya me. Yanî bira avis be, bira bi derengî be.
Xanim wek hertim dereng, rabû, heta nuha pixe pixa wê bû. Lê heqê wê jî heye, dibê meriv jê ra neke eym û udir.

Ez ji we ra tiştekî bibêjim, tu tişt wek xewa li mala xwe xweş tuneye. Xewa mîvantiyê û li otêlan ne xweş e, meriv wek li mala xwe ne rehet e, wek li mala xwe rehet û azad ranakeve, têr xewa xwe nagire. 

Lema ez dixwazim li mala xwe çend rojan sibehan têr xewa xwe bigirim, heyfa pênc hefteyên rêwîtiyê derxînim. 

Hêvî dikim hûnê ji min ra pir nebînin û nekin mijara rexneyê. Kalekî wek in heqê wî heye têra xwe rakeve.

Nuha xanim rabû, Serhat li mitpaxê xurîniya xwe hazir dike, em li bende Rojen û neviyên xwe Aras in.
De nuha bi xatirê we. 

Min ji bîr kir di balafirê da sûretekî bigirim. lê tiştê çû dibê meriv nede dû...

Min Sim-karta telefona xwe wenda kiriye, nikanim telefon bikim, ezê îro herim hel bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar