29 maj 2024

Em bûne wek teyrên koçber

Vêsê zû ji xewneke ne xweş şiyar bûm. Min got Xwedê kir xewn e, ne rast e. Baş e hin tişt xewn in, ne rast in.

Lê hin xewn jî hene meriv dixwaze rast bin.
Mahcirya salan meriv dike wek teyrên koçber, meriv dibe xwediyê du waran, dil di nabêna du waran da dihere û tê; geh vî warî dixwaze, geh wî warî dixwaze.
Li xerîbiyê, li mahciryê meriv bîriya welatê xwe, bîriya bajarê xwe dike. 
Li wir, li welatê xwe jî bîriya mala xwe, welatê xwe yê duduya dike.

Li bajarê zaroktiya xwe meriv dibîne ew bajar êdî ne bajarê berê ye, tu lê xerîb î, ne bajar te nas dike, ne jî şênî.
Dînên bajarê meriv jî bi çavê xerîban li min dinêrin, zanin tu "xerîb" î. Xelk ji te ra dibêje tu ji ku yî?

Destê meriv ne ji vir dibe, ne ji wir dibe. Meriv ne kane terka welatê xwe yê sirgûnê bike, ne jî ji welatê xwe yê rastîn qut bibe. Herdu welat jî wek mîknatîzê meriv berbî xwe dikşînin.


Dil di nabêna herdu welatan da dihere û tê, geh bîriya welatê zaroktiyê, welatê bav û kalan dike, geh bîriya welatê sirgûnê dike. em bûne wek teyrên koç ber, geh koçî vir dikin, geh koçî wir dikin. Lê li herdu waran jî em ne ehlê cî ne, li herdu waran jî xelk bi çavê xerîban li meriv dinêrin.

XXX

Ez hîn gelkî westiyayî me, pênc hefte dûrketina ji nivîsadinê dûzana min a berê xera kiriye, nikanim li nivîsandinê germ bibim. Ger û seyran meriv tembel dike.

Min di seyahet xwe da hin not girtine. Bi xêr di rojên pêş da ezê carnan qala wan bikim.

Li mal jî gelek karên dibê ez bikim ketine ser hev. Mecbûrî wan jî li hev radigirim, berbî hev tînim. Meriv çiqasî bixebite jî karê dinyayê naqede.

Li welêt min rehet kiribû, karê min ger û seyran û mîvandarî bû. Lê dîsa jî min bîriya malê kiribû. Swêdî dibêjin derve(dûr) baş e, lê mal baştir e.

2024-05-28

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar