Tirk ji bo ku serîhildanên kurdan wek serîhildanên netewî nîşan nedin, tim tilî û destekî ”hêzên dereve”, yanî ”dijminekî” tirkan dixin nav. Dibêjin hin dewletên dijminên tirkan kurd tahrîk dikin.
Yanî tu gelşeke wan bi kurdan ra tuneye, hin dewletên dijminên wan, kurdan dixapînin,
ji xwe ra wek piyon bi kar tînin.
Vê bêbextiyê, vê derewa bi boçik ji bo serîhildana Şêx Seîd jî, ji bo ya PKKê
jî dikin.
Ya Şêx Seîd kirin lîstikeke îngilîzan, ya PKKê jî kirin terorîzim.
Hin kes jî ji vir û ji wir belge û delîlan nîşanî tirkan didin, bi ahd û îmanê, bi Quranê sond dixun, dibêjin destê îngilîzan di Serîhildana Şêx Seîd da tune bû.
Ez bi xwe vê hewildanê şaş, nîşandana van belgeyan jî pir bêmane dibînim.
Piştgiriya îngilîzan ne şaş e, ne qebhet e, ne tiştekî meriv ji ber şerm bike.
Dibê em dev ji nîşandana belgeyan berdin, bibêjin îngilîzan alîkarî nekirine, lê heger kiribûna jî rast e.
Tirk baş zanin ne îngilîzan, ne jî fransizan alîkariya kurdan nekirin. Heger îngilizan, fransizan bixwestana Kurd bibin xwedî dewlet, kanîbûn Kurdistana mezin çêkirina, tirkan nikanîbû tu jahr jî belav bikirana.
Lema jî ne hewceye meriv ji tirkan ra îspat bike îngilîz ne li pişt Serîhildana Şêx Seîd bûn.
Çim kî ew vê derewê, vê bêbextiyê bi zanîn li Şêx Seîd dikin. Jixwe tim wiha kirine, nuha jî eynî tiştî ji bo PKKê û PYDê dibêjin.
Kurdan, Hereketa Azadî hazirîya serîhildanekê dikirin, hatin provaksyonekê, serîhildanê zû, bêhazirî dest pê kir. Şêx Seîd ne serokê serîhildanê bû, lê bi Hereketa Azadî ra bû. Lîderê Azadyê Xalid Begê Cibrî ye. Piştî Peymanan Lozanê Xalid Beg û hevalên wî dest bi hazriya serîhildaneke netewî kirine, ji bo wê xbetibîne, li gelek bajaran rêxistin avakirine.
Bi riya bînbaşî Qasoyê xayin haya dewletê ji haziriyên Hereketa Azadî hebû.
Alîkariya îngilizan ne sûc e, ne qebhet e, xwezî alîkarî kiribana.
Tu têkiliya Înilistanê bi Serîhildan Şêx Seîd tune ye, lê heger hebûya jî ne şaş e, ne qebhet e.
Dibê meriv piştgiriya îngilîzan wek tiştekî meriv ji ber fedî bike nebîne û nekeve psîkolojiya xweparastinê.
Belovacî wê, alîkariyê rast bibîne, biparêze,
bibêje mafê me ye em ji her kesî alîkariyê bigirin.
Ma filistînî alîkariyê, piştgiriyê ji Îngilistanê, ji Fransayê, ji Amerîkayê,
ji Rûsyayê, ji Swêd, ji Almanyayê naxwazin, nagirin?
Em miletekî bindest in, kî alîkariya me bike emê qebûl bikin, bibêjin mala we
ava be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar