Ji ”dostên” me yên tirk hîn kes li dijî heqaretên Fatîh Altayli
li Şêx Seîd kir derneketiye.
Dostekî me yê tirk, partiyeke çep hîn ev bêedebî û heqaretên Fatîh Altayli li Şêx Seîd kirin rexne nekiriye.
Dost û dijmin di rojên teng da, di şîn û şahiyan da xuya dibin.
Dostên me yên tirk bi dev dost in, bi dil dijmin in. Dostên xwarinê ne. Dostên parlamenteriyê ne. Piştî bi rayên kurdan dibin parlamenter dostiyan diqede. Bi dev xweş dikin, lê dilê wan ne pak e, reş e.
Di rojên wiha da dost û dijmin, dilxwaz û dilnexwazên meriv
diyar dibin, ji hev tên gerandin.
Dibê em dostên derewîn baş nas bikin.
Gava ço li ço dikeve em dibînin bêyî kurdan kes nayê
alîkariya me.
Lê "dostên" me yên tirk tenê ne bêdeng in, HUDAPAR
jî bêdeng e, wek partî li Şêx Seîd xwedî dernayê, bersîvekê nade partî û kesên
heqaretê li Şêx Seîd kirine û dikin.
Dibê em bibînin serok û berpirsên HUDAPARê jî ne me ne, di
cepheya dijmin da ne.
XXX
-Yê malê xwe wenda kiribe tiştek wenda kiriye. Yê şerefa
xwe, îtîbara xwe wenda kiribe pir tişt wenda kiriye.
Yê cesareta xwe wenda kiribe her tiştê xwe wenda kiriye.
Goethe
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar