25 augusti 2023

Ji Amedê serpêhatiyek dilşewat

Roşan Lezgîn* li Amedê ji bo hin tiştan bikire çûye dikanekê hin. Xwediyê dikanê ne li wir bûye, xanima wî li wir bûye. Jinikê ciyê zemqê, çirîşê nedîtiye, telefonî mêrê xwe kiriye, jê pirsîye:

-Zemq li ku ye? Ez nabînim. Ew kekê bi kurdî dipeyive dixwaze.

Mêrik ciyê zemqê jê ra tarîf dike, jinik dibîne, dide Roşan Lezgîn. Roşan piştî perê wê didê, jê ra dibêje:


-Gelo bê mi kes Kurmancî xeber nade? Te got "O Kurtçe qonişan abê/ew kekê bi kurdî dipeyive..."

Jinik dibêje:

-Na wele abê. Ez ewqas tême dikanê, mi nedîye kesî xeber daye. Tenê tu didî.

Nuha we fêm kir kurd ketine çi halî, kurdî çiqasî mirîye?

Li Amedê, li dikaneka beqal, dikandar kurd, bikir/mişterî kurd, lê kesê bi kurdî(kurmancî-zazakî)dipeyive tune; xanima dikandar qet nebûye şahid bêyî Roşan Lezgîn kurdek bi kurdî bipeyive.
Ma felaketeke ji viya mezintir heye?
Ev numûne ne mexsûdî tevayiya Amedê be jî dîsa jî balkêş e, meriv pir ditirsîne.
Çima wiha ye?

Çimkî bi piraniya xelkê ra ruhê netewî miriye, lema jî bi kurdî napeyive. Tirkî bûye zimanê bazarê. Gundiyên çend sal in ketine bajêr jî bi tirkî dipeyivin. Dibê meriv bi wan ra bi kurdî bipeyive, wan mecbûrî axaftina kurdî bike.

Li Amedê bi sedhezaran kurdên siyasî, kurdperwer, endamên partiyan û rêxistinên kurdan hene. 

Diyar ew kes jî li çarşî û bazarê bi kurmancî-zazakî alvêra  xwe nakin, bi tirkî dipeyivin. Yên bi kurdî dipeyivin pir û pir hindik in.

Heger li Amedê kurdên siyasî, kurdperwer hemû li çarşî û bazarê kirîna xwe, dan û stendinên xwe bi kurmancî-zazakî bikin rewş ewê were guhertin.

Lê wer xuya ye wer nakin, tenê di belavok û beyanan da, di civîn û konferansan da dibêjin li zimanê xwe xwedî derkevin, bi kurdî bipeyivin. 

Lê di piraktîkê da, li bazarê, li dikanan zimanê wan tirkî ye.

Miletek li zimanê xwe xwedî dernekeve, bi zimanê xwe nepeyive, çend nivîskar, çend mamoste, çend kesên kurdperwer nikanin zimanekî ji mirinê xelas bikin. Dibê milet jî bixwaze, qebûl bike û bipeyive.

*Roşan Lezgîn di malpera xwe ya Facebookê da bi zazakî qala vê meselê kiriye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar