Malpera Rûdawê li ser hejîrên Xursê û Qoserê xeberek belav kiriye. Xeber ji Anadolu Ajansa(AA)Tirkiyê girtiye. Destpêkê min nizanîbû xeber ji AA yê girtiye, dûra ez fêr bûm.
Anadolu Ajansa(AA)Tirkiyê bi hin gundiyên Xursê ra hevpeyvînek çêkiriye.
Hevpeyvîn bi tirkî ye.
Rûdaw jî ji dêlî ew bi xwe here Xursê û Qoserê, bi gundiyan ra bipeyive, hema
hazirlop hevpeyvîn û vîdeoya ji AA Tirkiyê girtiye û belav kiriye.
Dûra yekî got, xeber ya AA yê ye, Rûdawê ji AA yê girtiye, lema vîdeo bi trikî ye.
Ev ne cara pêşî ye RÛDAW xeberan bi tirkî ji AAyê digire û tercumeyî kurmancî dike. Min çend caran ev yek rexne kir, min got dibê Rûdaw xeberan bi xwe çêke, bi kurdan ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive.
Lê helbet Rûdaw guh nade rexne û pêşniyarên wiha.
Di nav xebatkar û kadirên Rûdawê da gelek rojnamevanên baş, kurdperwer hene, ew li tiştên wiha miqatene.
Lê hinên zexel, ji hestên netewî bêpar, kurtêlxurên Tirkiyê û heyranên tirkî jî hene; ew di nabênê ra tim xeberên wiha di Rûdawê da belav dikin.
Ev texmîna min e, lê belkî ez şaş bibim, Rûdaw bi xwe belavkirina xeberên AAyê şaş nabîne.
Bi baweriya min ajanseka kurdî dibê xeberên AA yên bi tirkî naweşîne.
Dibê Rûdaw bi xwe jî biçûya Xursê, Qoserê xeberek li ser vê mijarê çêkira.
Dinya jî xera bibe AA xebereke bi kurdî belab nake.
Tirk, ajansên wan kurdan mecbûrî axaftina tirkî dikin.
Çimkî kurdan biçûk dibînin, kurdan wek milet nabînin, kurdan jî wek tirk qebûl dikin.
Meriv çû welatekî, bi xelkê wî welatî ra hevpeyvîn kir, dibê bi zimanê wî miletî pi xelkê ra bipeyive.
Mesela, heger mixabirê AAyê biçûya Îranê, welatekî ereb, Yûnanîstanê, Îtalyayê, ma ewê bi wan ra bi tirkî bipeyiviya?
Helbet na, ewê bi yûnan ra bi yûnanî, bi îtalîyan ra îtalî, bi ereban ra erebî, bi farisan ra jî farisî bipeyiviya.
Lê li Kurdistanê bi kurdan ra bi kurdî napeyivin, kurdan mecbûrî axaftina tirkî dikin.
Belkî mixabirê AA yê çûye Xursê bi xwe jî kurd e, lê hewqas bêşexsîyet e bi gundiyan ra tirkî peyivîye, pirsên xwe bi tirkî ji gundiyan kiriye.
Li ba kurdan ew hesasîyeta netewî, ew şiûr, ew şexsîyet tuneye ji tirkekî ra bibêje bi min ra kurdî bipeyive, ya jî tercumanekî bîne.
dibê gundiyên Xursê, Qoserê wer bigota, bi tirkî bersîv nedana.
Ne bi milet ra, ne bi rojanamevanên me ra, ne jî bi ajansê me ra ev hesayîyet tuneye, her tim amadene bi tirkî bersîvê bidin tirkan.
Kurdê herî siyasî, herî nasyonalîst jî vê hesasîyetê nîşan nade.
Gava Rûdaw ya jî ajanseke din xeberên AAyê yên bi tirkî belav dike kes aciz nabe, kes rexne nake.
Mesele bêyî min kesî ev xeber rexne nekir. Heger sed kesî, dused kesî rexne bikira, Rûdaw ewê careke din tiştekî wiha nekira.
Min qet nedîtiye kes ji xeberên Rûdawê yên wergera ji tirkî aciz bibe, rexne bike. Min çend caran kiriye, lê bi min tenê nabe.
Tiştê wiha dibê meriv rexne bike, bala wan bikşîne, bibêje wiha nekin. Bi kurdan ra bi kurdî bipeyivin.
Rûdaw dibê xeberan ji AAyê negire, dengê tirkî di nav kurdan da belav neke. Evy ek bi zirar e.
Bi sedan telewîzyon, ajans, malperên tirkî ji xwe vî karî dikin.
Dibê bi ajans û rojnamevên kurd ra jî hesasîyeta netewî hebe, xeberên xwe ji tirkî kopî nekin, bi xelkê ra bi kurdî bipeyivin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar