31 mars 2023

Guh bidin şîretên pêşiyan

Jinikê got, min mêrê xwe şand seferê, min got belkî mêrekî çê jê derê, çû hat dîsa kerê berê.
Kurmê şîrî hata pîrî.
Kûçik bi qusandinê nabe tajî.
Pêşiyên me belasebeb ev temî û şîret li me nekirine. Dibê em dersekê, ibretekê ji van goton û şîretan bigrin. Ev şîret giş netîceyên tecrûbe û serpêhatîyan in. 

Hevalê baş wek şûrê Şamê li pişta meriv e

Ev çend roj bûn min nikanîbû ji bloga xwe nivîsên xwe belav(par) bikirana.

Dema min nivîsek parve dikir, bi îngilîzî ji min ra digot ”rê girtiye”, nizanim ”rê têng e”, tu nikanî ji vê blogê nivîsên xwe pareve bikî.
Kê bîra xwe rê girtî ye?
Çima rê girtî ye, kê rê li ber min girtiye min fêm nedikir.
Ez 3-4 rojan pê da ketim, min pê li vir û li wir kir, min tiştek bi ser avê nexist.
Ez ji pertav da ketim.

30 mars 2023

Rociyê xwendevanên min kêm kirine

Wele meha Remezanê û rociyê xwendevanên bloga min kêm kiriye.
Berî meha Remezanê rojê herî kêm di nabêna 200-300 kesî riya xwe bi bloga min dixist. Hin rjan serdan dibû 300-500, û 1000 jî.

Lê cergî rociyê dest pê kiriye jimara ziyaretçiyên min ketiye binê 200 î.
Ya ji min da ye, ji xwendevanan da ye. Ya jî ji rociyê da ye.

Maleke bi tifaq bergendî êlekê ye

Tifaq, yekîtî kilîta serketinê ye. Destê bi tenê deng jê nayê.
Maleke bi tifaq bergendî êlekê ye, êleke bi tifaq bergendî dewletekê ye.

Ji bo ku êla me ne bi tifaq e em nebûne xwedî dewlet.
Heger tifaqa me hebûya emê jî wek tirk, ereb û farisan bûbana xwedî dewlet.
Ji berê û ber da ye em bêtifaq bûne ji bo wê jî mane bindest. Îro jî eynî bêtifaqî dom dike.

29 mars 2023

Qada siyasî bûye wek erdekî mayinkirî

Van rojan li ser hilbijartinên Tirkiyê, li ser HDPê, Huda-Parê gelek tişt tên gotin. Hin kes tiştên rast, hin kes jî tiştên fahş dibêjin.

Hin kes bi navê siyasetê û "biratiya dîn" bindestiya kurdan û raste rast xulamtiya Erdogan diparêzin.

Atmosfer pir hesas e, ez bi xwe naxwazim zêde xwe di van minaqeşeyan bigerînim.

Memnûnîyeta Remezanê

Piştî meha Remezanê qediyaye rojekê ji Melê Meşûr(Xoce Nesredîn) pirsîne, gotine:

-Xoce, Remezana şerîf qediya. Ma tu dibê ji me memnûn ma ya na?

Xoce Nsredîn gotiye:

28 mars 2023

Bira cîran, der û dor nebêjin ev malika kurd çi tembel e


Ne henek menek e, zivistana me bi rastî jî bi paş da hat. Ji do êvarî da ye ev cara sisiya ye ez berfa hewşê davêjim. Ez ji pî û bask da ketimm, pişt kete ber min. 
Çer ji xew rabûm, min bala xwe dayê riya me hatiye girtin. Min zend û bendên xwe vemaltin, rahîşt bêra berfê û hewş xweşik pa kir.
Bira der û dor û cîran nebêjin ev malika kurd çi tembel e, nikane berfa ber deriyê xwe bavêje.

27 mars 2023

Hûnê hîn pir protesto bikin

Ji ber ku Senatoya Fransayê Newroz pîroz kiriye û madalyayên rûmetê dane fermandarên YPGê û YPJê Tirkiye pir aciz bûye.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê, bi riya sefîrê Fransa yê Anqerê Fransa protesto kiriye.

Hûnê hîn gelek carên din jî aciz bibin. Heta ji we tê protesto bikin, biqirîn, biqeherin, porê xwe birûçikînin, li çonga xwe xin, dev li tiliya xwe kin.
Pere nake, çimkî qedrê giriyekewe, qîmeta we, îtîbara we, giraniya we daketiye binê sifirê.
Lê helbet we baş fêm kiriye tiştê li Sanatoya Fransayê bûye pir muhîm e, hedîseyeke mezin e. 

Em her roj dibêjin do ji îro çêtir bû

Li welatê me ya baran nabere, ji bêbaraniyê erd diqelişe, çandinî, zad û dar gişk hişk dibin, keda xelkê bi avê da dihere, ya jî baraneke pir dibare, lehî radibe, her tişt di ber dihere, dîsa xelk perîşan dibe.

Îsal li Kurdistanê bûye sala baranê, li Rihayê û gelek bajarên din dîsa baraneka zêde barîye, dîsa lehî û lêmiştê bajar dane ber xwe, xelk çareke din jî perîşan bûye. Erd ji baranê têr nabe, çiqasî dibare dibêje hinekî din...

26 mars 2023

Şerê wan şerê dê û dotê ye

Dibêjin dê û dotê şer kir, kêmaqilan jê bawer kir. Şer, pevçûn, teşxeleyên nabêna partiyên tirk, siyasetmedarên tirk şerê dê û doyê ye, îro dev davêjin ji hev da, gotinên giran ji hev ra dikin, hevdu dixin binê erdê, lê dibê em ji bîr nekin yên hev in, dê û dot in, sibe ewê li hev werin.

Ji Fransayê xebereke xêrê

Li Senatoya Fransayê Newroz hatiye pîrozkirin û madalya rûmetê dane fermandarên YPGê û YPJê.

Amerîkayê û Îngilîstanê, îsal li Senatoya Fransayê jî resepsiyona Newrozê hat dayin. Hin berpirsiyarên Fransayê jî bi kurdan ra Newroz pîroz kirin û du perpirsiyarên PYDê xelad kirin.

25 mars 2023

Yek saliya Perxudres Podcastê pîroz be!

Perxudres Podcastê do li Amedê bi fitareka şahiyê 1 saliya xwe pîroz kir. Min jî mesajek şand, 1 saliya vê qeşana hêja pîroz kir. 

Xwediyê Perxudresê Emer Farûk Baran bi mesajên din ra, mesaja min jî dixwîne.
Hûn kanin him lê gudarî bikin, him jî bixwînin.

Fermo guh bidin weşanê. Hûnê pir jê hez bikin.

Tirkiyê hingivê sexte firotiye Yekîtiya Ewrûpayê

Hingivê Tirkiye îxracî welatên Yekîtiya Ewrûpayê dike gişk hingivê sexte û bi hîle ye. Nîvî şekir û av bûye. Ji 15 numûneyan 14 heb hingivê sexte derketiye.

Ev ne cara pêşîye Tirkiye di malên îxracatê da sextekariyê dike, hetanî nuha belkî sed carî sextekariyên wiha îfşa bûne, malên wan paş da lê vegerandine, lê li ber xwe nakevin, di sextekariya xwe da israr dikin.

Bazara siyasetê geş bûye

Li Tirkiyê û Kurdistanê heger ne derew be di 14ê gulanê da hilbijartinek heye. Pir normal e însan li ser hilbijartinan fikrê xwe bibêje.

Lê dibê fikir, rexne ne heqaret be, bi termînolojiyeke maqûl, siyasî were gotin.
Hin însan ji vê partiyê diherin wê partiyê, hin însan dev karên xwe berdidin dibin namzetên wekîltiyê.

24 mars 2023

Axaî xurt e xulamî li pişt e

Serokê HUDA-PARê Zekerîya Yapicioglu gotiye di 14ê gulanê da ewê piştgiriyê bidin Erdogan û ewê ji lîsteyên AKPê têkevin hilbijartina meclîsê.

Kum ket serê gurrî careke din derket ortê. Axaî xurt e, xulamî tim li pişt e. Hetanî Erdogan xurt be Yazicioglu jî ewê tim li pişt be.

Yên ji bo kurd û Kurdistanê ji Huda-Parê hêviyeke baş dikin, Huda-Parê wek partiyek kurd, netewî dibînin xwe dixapînin.

Huda-Par destikê dewletê û poçika Erdogan e. Îdeolojiya wê jî ya Daîşê ye. 

23 mars 2023

Gelo pîrozkirina Newrozê di nav kurdan da adeteke nuh e?

Keleş Keleş di malpera xwe ya Facebookê da dibêje, Konê Reş di Waar TVê da gotiye: ”Kurdên rojava berîya 1956a Newroz pîroz nedikirin û kurdên bakurê Kurdistanê jî Newroz nas nedikirin. Kurdên bakurê Kurdistanê jî Newroz nas nedikirin."

Ev gotineke ne rast e, înkar û tahrîfa tarîxa me ye. Pîrozkirina Newrozê di nav miletê kurd da ne tiştekî nuh e, adeke pir kevnare ye. 

Di gelek kilasîkên kurmancî da qala Newrozê hatiye kirin. Bi kurmancî bi sedan şiîr, gotin, qirwelk û dûrik li ser Newrozê hene.

Kurd gereke nebin nivîskarên tirk

Li bakurê Kurdistanê di van 20-30 salên dawî da gelek şair û nivîskarên pir baş derketine.

Di nav wan da hin nivîskar, şair hene kurmanciya wan bi qasî kesên ji xwe ra dibêjin em zimanzan in baş e, ya hinekan ji ya gelek zimanzanan baştir e jî.

Min li kurmanciya wan guhdarî kiriye, lema ez viya dibêjim.

Lê dîsa jî bi kurmancî nanivîsin, newêrin dest bi nivîsîna kurmancî bikin. Destpêkê bi tirkî dest pê kirine, wer didomînin.

22 mars 2023

Dijminatiya kincên însanan irqçîtiyeke dûrî aqil e

Dinya alem diguhere, medenî dibe, Tirkiye naguhere, medenî nabe, tirk dev ji îdeolojiya xwe ya irqçî, pirîmîtîv, antî-kurd bernadin. 
Hewqasî antî-kurd in dijminatiya kincên kurdan jî dikin, nahêlin kurd bi kincên xwe yên netewî Newroza pîroz bikin.

Do di Newroza Amedê da pûlisan dîsa nehîştine gelek kurd bi kincên kurdî herin meydana Newrozê.

Ji ber kincên wan nehîştine zarokên 10 salî herin Newroza xwe bi dilşadî pîroz bikin.

Çend numûne ji zirzopiyên şair Îsmet Ozel

Îsmet Ozel şairekî tirk e, wextekê têra xwe şairekî bi nav û deng bû. Esas dibêjin ne tirk e, ereb e, lê nuha pantirkîstekî irqçî-faşîst e.

Berê, hetanî orta salên 1970î komunîst bû, dûra çerx kir, ji nişka va bû dînd şarekî irqçî, pantirkîstekî faşîst.

A ev şairê îslamî-irqçî, pantirkîst, zir dîn di axaftineke xwe da gotiye:

21 mars 2023

Ez ditirsiyam, min digot belkî bombe ji min ra şandine

 

Lawikê me Azad û hevala wî Carolîne bi qevdegulekê(bi buketekê) Newroza me pîroz kirine.
Ez û xanim pir kêfxweş û dilşa bûn. Surprîzeke pir xweş bû, em qet li bende surprîzeke wiha bûn.
Dema min di telefona xwe da mesaja gulfiroş Înterflora dît, min tavilê qebûl nekir, min got sextekariyeke be.
Ya din jî ez tirsiyam min got dibe ku tirkekî neyarê min, sîxurekî Tirkiyê bombe ji min ra şandibe.

Kitêba Kurdo Baksî:Tenê yê tirk e bextewar e

Min do çi kir, çûm ku, dixwazim di vê nivîsê da bi kinî qala wê bikim.

Do min û xanimê rojeke pir xweş û pir bi hereket derbas kir. Bi gerra li nava bajêr, bi gudarîkirinê, bi rûniştinê, bi sohbet û qisekirinê ez ji pertav da ketim.

Derengê şevê dema ez û xanim gihîştin mal, hal di min, hêz di ciniyê min da nemabû. Min bi zor xwe gîhand ser dîwanê.
Di rojên wiha da meriv kalîtiya xwe dihese.

20 mars 2023

Newroza îsal bi dilekî mişt êş û bi xemgînî tê pîrozkirin

Ji ber tofana Erdhejê û lehiya Rihayê gelê me îsal Newrozê bi xemgînî, bi heznîtî pîroz dike. Ev xemgînî di her pîrozbahiyê da xuya dike. Milet bi dilekî mişt êş, bi coşeke xemgîn Newroza xwe pîroz dike...

Li Kurdistana Bakur di pêşengiya HDPê da li 23 bajaran agirê Newrozê hatiye hatiye dadan û Newroz bi coşeke xemgîn hatiye pîrozkirin.
Wek her sal dikin, pûlisên tirk îsal jî di şahiyên Newrozê da gelek kes girtine. Li qeza Mêrdînê Qoserê 35 kes, li Stenbolê 224 kes girtine. Di nav girtiyan da zarok jî hene. Ala Kurdistanê di destê kê da dîtibin girtine.

19 mars 2023

Di micadelê da ya girîng ezm û sebat e

Ya muhîm meriv tembeliyê neke, pir hindik, li gorî îmkan û qeweta xwe ji bo welatê xwe, ji bo miletê xwe karekî bike, kevirekî deyne ser kevirekî. Li zulma dijmin, li dagirkeriya welatê xwe sêr û temaşe neke.

Mimkûn e meriv zû bi ser nekeve, lê her serketin bi xebatê dibe. Riya herî dûr jî bi meşê diqede. Yên dev ji micadelê bernadin zû dereng bi ser dikevin, digihîjin armanc û mirazê xwe. Ya muhîm ezm û sebat e.

18 mars 2023

Gur kulikê şivên nas kiriye

Gotinek pêşiyan dibêje, ”gur kulikê şivên nas kiriye.”  Ji bo wê jî tahmijiye keriyê wî, tim bi keriyê wî ketiye.

Gur fêm kiriye şivan yekî xewar e, kûçikê wî jî ne gurxenêqe. Lema jî her cara bi kerîyê wî ketiye vala venegeriya ye, tim tiştek bi ber qîlên wî ketiye.

Mesela me û tirkan û hevaltiya bi partiyên tirk ra jî dişibe vê çîroka gur û şivên.

Gelo di hilbijartinan da îslamî û kemalîst ewê bi hev kevin?

Kekê Ahmed Zekî Okçuoglu li ser hilbijartinên Tirkiyê gotiye:

”Netîce çi be jî piştî hilbijartinan di nabêna faşîzma îslamî û faşîzma kemalîst da ewê şer çêbibe.”

Ev îhtîmal zeîf be jî heye, min jî berê çend caran qala vê îhtîmalê kir. Tirkan tu carî li hemberî dewletê, hukûmetan serî hilnedane, tim xwe wek miletekî esker dîtine.

17 mars 2023

HSDê gotiye helîkopterên ketine yên me ne

Du roj berê(15/3) waliyê Duhokê got helîkopterek li nehiya Çemankê ya Amêdiyê ketiye, 7 kes tê da hebûne, her heft jî mirine.

4 peya û 3 jin bûne, lê nayê zanîn helîkoptera kê ye. Tirkiyê, Îraqê û Hêzên Hevpeyvan gotine helîkopter ne ya me ye.

HSDê îro li ser bûyerê beyanek belav kiriye, gotiye, helîkoptera ketiye ya wan e. Lê ne helîkopterek e, du helîkopter ketine û 9 kes di qezayê da mirine.

Milet û siyaset

Li ser siyasetê û şêla milet Georege Orwell gotiye:"Xelkê, siyasetmedarên bertîlxur, duzenbaz, diz, xayin hilbijêre ne qurban e, ortaxê sûc e."

Tirkan tim û daîm siyasetmedarên bertîlxur, diz, fêlbaz, sextekar û neyarên kurdan hilbjartine.

Ji bo wan ya herî muhîm neyartiya kurda ye, siyasetmedarên, serokên neyartiya kurdan kirine dane ser serê xwe. Bertîlxurî, dizî,duzenbazî, sextekarî, durrûtî ji bo wan ne muhîm bûye, gotine malê dewletê dengiz e, yê nexwe kerîz e.

16 mars 2023

Erdogan ji Kiliçdaroglu kemalîsttir e

Hin kes secereya CHPê û beyanên Kemal Kiliçdaroglu yên antî-kurd belav dikin, dibêjin binêrin ev CHP û Kiliçdaroglu çiqasî xerab û kemalîst in, çiqasî antî kurd in.

Rast e, tiştên li ser CHPê û Kemal Kiliçdaroglu tên gotin giş rast in. Kiliçdaroglu kurd e, eslê xwe înkar dike, dibêje ez tirk im û wek Erdogan û Bahçelî neyartiya kurdan dike, ew jî li dijî azadî û serxwebûna kurda ye.

Ma kîjan serokê tirk ne kemalîst e, ne pan-tirkîst e?
Ma Erdogan, Bahçelî û yên din ne kemalîst in?

Komkujiya Helebçeyê nayê jibîrkirin

Îro 35 saliya Jenosîda(komkujiya) Helebçeyê ye. 35 sal berê roja 16ê adarê balafirên rejîma Baas jahr bi ser bajarê Helebçeyê da barandin, herî kêm 5 hezar însan, bi qiç û pîlan(çûk û mezinan) va kuştin û bi hezaran jî seqet û birîndar kirin.

Jenosîda, qetlîama Helebçeyê di dîroka miletê kurd da rojeke reş û pir xembar e, roja felaketeke netewî ye.

Piştî Hîroşîma û Nagazakîyê ev cara pêşî bû bi çekên kîmyawî li bajarekî di yek carê da bi hezaran însan dihatin kuştin, bajar wêran dibû.

15 mars 2023

Komeleya zimanê kurdî ye lê navê xwe şaş nivîye

Çendakî berê(2023-02-05)di Facebookê da min bala xwe dayê navê ”Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî” di logoya wê da şaş e, navê wê ”Komelaya Hereketa Zimane Kurdi (HezKurd)” e.

Min di Messengerê da mesajek ji berpirsiyaran ra nivîsî:
”Siba we bi xêr!
We navê xwe şaş nivîsîye. Ne xweş e. Dibê hûn navê xwe rast binivîsînin.

14 mars 2023

Tirk vê carê pir motajî me ne

Lêwik ban bavê xwe kir, got: Bavo kwêrgî(kerguh, kîroşk) ketiye kadînê.

Bavê got: Ji bênamûsiya tajîyê me ye.
Heger tajî ne bêkêr bûya, jêhatî bûye kwêrgî nikanîbû têketa kadînê.

Dijmin ketine neqeba me, tê da didin lotik û çirvîtan. Çimkî me neqeba xwe zexm nekiriye, me baş neparastiye.

13 mars 2023

Jineka gîresûnî: "Çi îşê kurdan li Tirkiya me heye?”

Li wîlayeta Gîresûnê di lêpirsîna anketekê da, li ser pirsa ”Erdogan ya Kiliçdaroglu ?”

Jinika navsale bi hêrs gotiye:
”Erdogan, Kilaçdarogluyê çi, halê çi ?
Erdogan gundiyê me ye. Çi îşê kurdan li Tirkiya me heye?”

Jinik bûye tercumana hestên piraniya tirkan, piraniyeke mezin a tirkan wek vê jinika gîresûnî difikirin.
Kurd dixwazin vê rastiyê ji nedî va werin, lê tahl be jî rastî ev e, tirk naxwazin kurdek bibe serokê welatê wan.
Dixwaze bira ew kurd xwe înkar bike, bibêje ez ji bav û kalan da tirk im.

Berf dibare, siruşt bêdeng e

Berfa me îsal bi me va bûye qirnî, ji me naqete; dihere û tê. Îro tew bêtir azirî ye, ditozîne, ba û bahoz e. Berfeke şilope ye. Lê emê dîsa jî xwe lê biqelibînin.

Xanim haziriya xwe dike, min got em herin bîstekê li ser xwe bigerin, lê hewa zêde ne xweş e.

Emê hinekî din jî bipên, dûra xwe lê biqelibînin, ya atar e, ya batar e, em û şansê xwe.

Kela pêşî şivan e

Ji mihîyê ra gotine: Ma deşt rind e, zozan rind e?

Mihîyê gotiye: Kela pêşî şivan e.

Yê me kurdan jî ev mesele ye, em çi bibêjin jî badilhewa ye, kela pêşî serokên partiyan in, ew rêber in, hukim di destê wanda ye.
Ew berê milet bidin ku derê, miletê bide dû wan.

Yên bi serokên tirkan ra rûdinin ne em in, ew in, heger serokên kurd jîr û jêhatî bin ewê bi tirkan ra bazareke baş bikin, ji ser masê bi kar rabin.

12 mars 2023

Nuha jî moda duaxwestinê derketiye

Di nava kurdên Kurdistana Bakur da adeteke nuh peyda bûye.

Gava yek nexweş e, di nexweşxanê da ye, ya jî qezayek hatiye serî, birîndar e, merivên wî(xizmên wî)di medyaya sosyal da ji xelkê alîkariya duayê dixwazin.

Dibêjin filan kes nexweş e, emelîyet bûya, nexweşiya wî giran e, hewcedariya wî bi duayên we heye. Ji kerema xwe duayên xwe ji ser wî kêm nekin…

Ji kesê nexweş ra kampaniya, daxwaza duaxwestinê li ser vê mînwalê dom dike.

Rica min ji we, di malperên min da bi tirkî nenivîsînin !

Min berê jî gelek caran nivîsîye, lê dixwazim carreka din jî dubare bikim. Bira nas, dost û heval li qusûra min nenêrin, ez di malpera xwe da nivîsên, şiroveyên(komentarên) bi tirkî radikim. Ez ne bi tirkî dinivîsînim, ne jî şiroveyên bi tirkî qebûl dikim.

Ev 16 sal in ez Facebookê, 11 sal in jî Twitterê bi kar tînim min ne rêzek bi tirkî nivîsîye, ne jî şiroveyên(komentarên)bi tirkî qebûl kiriye.

Min gelek caran gotiye rica min ji we di malpera min da bi tirkî nenivîsin, ez nivîsîn bi tirkî qebûl nakim.

11 mars 2023

Ev çend sal in ji me ra zêde xerab hatiye

Ev çend sal in barê me, derd û kulên me roj bi roj pirtir û girantir dibin.

Qetlîamên Daîşê, terora dewletên dagirker, tofana Vîrusa Coronayê ne bes bûn, nuha jî tofana erdhejê û trajediyên li dû xwe anîn lê zêde bûn, bû derdê ser derdan.
Qembûr ne bes bû, zembûr lê zêde bû.

Her sibe dema ez kompîtora xwe vedikim gelek xeberên mirinan, perîşaniyê, qezayên dilşewat bi ber çavên min dikevin.

10 mars 2023

Di otoboza Swêd da cî ji kurdan ra tune ye

Bîstek berê di telewîzyona Swêd da min li serokê heyeta Swêd ê NATOyê Oscar Stenstrom gudarî kir.

Mêrik wek abûqatekî Tirkiyê peyivî, got hukûmeta me li dijî terorîzmê û PKKê tedbîrên cidî digre, qanûnên nuh derdixîne. Ev gavên hukûmetê ewê Tirkiyê memnûn bike.

Erdogan bi nîv henekê Swêd li hemberî kurdan kir Tirkiye. Swêd jî êdî bi çavê Tirkiyê li PKKê, YPGê, YPJê, HSDê û HDPê dinêre. Swêd îltîcayên kurdan qebûl nake û kurdan bi teslîmî Tirkiyê dike.

09 mars 2023

Zarokên ji erdhejê filitîne dane terîqetan

Rojê îro jî bi xebereke nexweş dest pê kir. Zarokên di erdheja Mereşê da sêwî mane dewletê dane terîqetan.

Xedêgiravî wezîra Malbatê û Xizmetên Civakî Derya Yanikê gotibû: “Me zarokên mexdûrên erdhejê nedaye tu şexs, komele, weqif ya dereke din.”

Lê wa ye derketiye ortê 110 zarok li Semsûrê li gundekî li ba Terîqeta Menzîl in. 9 zarok jî li Sakaryayê li ba Terîqeta Îsmaîl Axa ne.

08 mars 2023

Gelo Ocalan ewê li ser hilbijartinan çi bibêje?

Li ser HDP di hilbjartinan da ewê çi bike, piştgiriyê bide kîjan cepheya tirk gelek tiştên tên gotin û minaqaşekirin.

Lê hetanî nuha qet qala şêla Abdula Ocalan nehatiye kirin, gelo A. Ocalan ewê çi bibêje, eceba ewê piştgiriya kîjan cepheyê tewesîyeyî HDPê û PKKê bike?

Pirseke din jî, gelo AKP ewê alîkariyê ji Ocalan bixwaze ya na?
Heger bixwaze Ocalan ewê çi bêje?

Berfê erd kiriye hêk


Berfê erd kiriye hêk û berdaye, hawirdor sipî boz dike, qilêr milêra erdê giş hatiye veşartin. Meriv hizmekare li derdora xwe sêr û temaşe bike.

Tebîet(siruşt) bêdeng e. Li derve pêjna însên û vîçîna çûkan nayê bihîstin.
Ji do daye berfa me venekiriye, cî li xwe xweş kiriye, rê û dirb hatine girtin.
Li gorî xeberên radyoyê di trafîkê da kaosek mezin heye, otoboz û trên di wextê da naçin, nayên. Lê dixebitin, xelk diçe kar.

07 mars 2023

Li Tirkiyê şerê nabêna partiyên tirk ewê gurr bibe

Siyasetmedarên tirk di rojên pêş da li ser hilbijartinan ewê bi hev kevin. Şalê hevdu bixun, çavên hev derxînin. Gava zor, zorbatî qanûn be wiha dibe.

Kî bi heq e, kî neheq e ji bo me ne muhîm e. 

Çimkî yên bi heq jî, yên neheq jî ne dost û xêrxwazê me ne, ne terefdarên heq û azadiyên me ne. Herdu cephe jî dixwaze em tim bindest bimînin.

Hetanî nuha cepheyekê jî silav nedaye kurdan.

Sansora Facebookê ya Tirkiyê derbas kir

Wele derdê Facebookê êdî nayê kişandin.Do dîsa ji ber nivîsa min a li ser maça Bursasporê û Amedsporê û nivîseke min a din kontoya min girtin. 

Xwedêgiravî min di nivîsön xwe da li dijî Tirkiyê kîn û nefret belav kiriye. Sebebê girtina kontoya min sûcê belavkirina ”nefretê” bûye.

Sansora Facebookê ji ya Tirkiyê jî xerabtir bûye. Ev qedexeyên FBê ne normal e. Hema hema her nivîsa min a li ser Tirkiyê piştî pîstekê qedexe dikin û çend rojan kontoya min digrin.

06 mars 2023

Kurd êdî nikanin jimaran bi kurdî bibêjin

Di vê nivîsa xwe da dixwazim qala meseleyeke pir balkêş, pir înteresant bikim. Ev mijar(mesele)ji zûda ye bala min dikşîne, îro min got ez qalê bikim.

Xanimê telefonî jinbira xwe kiribû pê ra dipeyivî, li halê wê dipirsî. Piştî bîstek sohbet dor hat ser lêpirsîna zarok, dest pê kir li halê zarokên wê pirsî. Wê jî got giş baş in silamet in, destê te radîmîsin.
Xanimê umrê zarokan meraq kir, got:

05 mars 2023

Li Bûrsayê xwestin alîgirên Amedsporê lînc bikin


Li Bûrsayê bi sedan tirk li ber otêla qafîleya Amedspor lê dimîne kom bûne, fîşekên hewayî teqandine, sloganên li dijî kurdan qîriyane, gotine:
”Xwezî bi dilê kesê dibêje ez tir kim”!
Di stadyûmê da jî êrîşî kurdan kirine, xwestine gelek kesan lînc bikin.

Ev tirkên faşîst pir ehmeq in, ne hewce hûn vê neyartiya xwe tim nîşan bidin, kurd zanin hûn ji kurdan pir ditirsin, sebebê vê nefreta we tirsa ji kurda ye.

04 mars 2023

Tifaqiya kurda ewê partiyên tirk mecbûrî ber deriyê wan bikin.

Her tişt diguhere, tu tişt wek xwe namîne. Hin tişt zû diguherin, hin tişt jî dereng. Hin tişt bi wextê, hin tişt jî bi însên diguherin.

Li Tirkiyê piştî hilbijartinê hin tişt ewê werin guhertin.

Dawî kane baş be, kane xerab be.

Ev yek di destê însên da ye.

Medyaya Kurdistana Başûr kurmancî kiriye gêrmîya gavanan

Medya Kurdistana Başûr ji wîlayetê ra dibêje ”parêzgeh”. Berê digotin ”mihafize”, lê dev ji ”mihafizeyê” berdane, êdî ”parêzgehê” bi kar tînin.

Min fêm nekir çi têkiliyeke etîmîlojîk ya wîlayetê û parastinê û ”parêzgehê” bi hev ra heye?
”Parêzgeh”, çawa kane bibe wîlayet?

Berê me digot, wîlayet, qeza, nehîye, gund her kesî fêm dikir. Nuha wîlayet kirine ”parêzgeh”, qeza jî kirine ”bajarok”, nehîye kirine ”melbend”.

03 mars 2023

Zivistan biharê rehet nahêle

Me ji kêfa av bi ber dilê xwe reşand, me got wele wa ye bihara rengîn hat, em ji zivistanê xelas bûn.

Lê zivistanê bi dawa biharê girtiye bernade, pê va bûye dêlî.

Do rojeke biharê ya rastîn bû, em têra dilê xwe gerîyan, min û xanimê me xwe baş da ber tavê, me xwe qemirand.

Lê kêfa me dirêj najot, zivistana me îro bi paş da hat. Me dîsa qapûtên zivistanê berra ser bejna xwe da, kumên germ dan serê xwe.

Li ser "Xatirayên Zimanekî Birîndar"!

Emer Farûk Baran, li ser jiyana xwe, bîranînên xwe podcastek muhteşm çêkiriye. Navê wê ”Xatirayên Zimanekî Birîndar, Bîr” e, çar beş in. 

Tê da qala zaroktiya xwe, hin serpêhatiyên xwe yên dibistanê, prosedur, şikil û metodên asîmîlasyonê û qedexeya zimanekî birîndar dike. 
Her çiqas qala jiyan û serpêhatiyên xwe kiribe jî lê di asasê xwe da qala jiyana her zarokê kurd kiriye, bi zimanekî edebî trajediya me kurdan raxistiye ber çavê me.

Em şûjinê di dijmin ra dikin, derziyê di xwe ra nakin

Dibê meriv berê derziyê xwe ra ke, dûra şûjinê ji dijminê xwe ra ke. Di mesela zimên û asîmîlasyonê da em kurd sûcê xwe bincil dikin, sûc gişî dixin husiyê dijminê xwe.
Ev ne rast e, sûcê me, xemsarî û sersariya me ji sûcê dijmin ne kêmtir e. Me jî qet qîmet nedaye zimanê xwe, ew neparastiye, fêrî zarokên xwe nekiriye.
Heger her kurdî û kurdê ji Tirkiyê bêtir ji Kurdistanê, ji bajar û peravên Tirkiyê bêtir ji bajarê xwe, ji tirkî bêtir ji zimanê xwe hez bikira kurd hewqasî nediheliyan, hewqasî rehet nedibûn tirk.

02 mars 2023

Gotina xweş li erdê nakeve

Serê sibê ya elah, ya fetah kompîtora min dîsa serî li xwe jî û li min jî gerand.

Xwe hinekî giran kir, efendim nizanim çi program çi bûye, nizanim dibê ez çi bikim, filan û bîvan.

Gelek tiştên min jê fêm nedikir di ekranê da li dû hev rêz kirin...
Nizanim gelş çi ye, nizanim gerek ez çi û çi saxî bikim…

Min qet guh nedayê. Wê got, tekst li pey tekstê nîşanî min da, min ji xwe ra lê temaşe kir, heta ew bi xwe mecbûr ma hat ser qeysa xwe ya berê.

Tevliheviya li ser navê Cigerxwîn


Di nivîsandina navê Cigerxwîn da tevliheviyek heye, navê wî bi du hawa tê nivîsîn.

Ew bi xwe ji xwe ra dibêje ”Cigerxwîn. Li ser kitêbên di saxiya xwe da, wî bi xwe dana çapkirin da jî ji xwe ra gotiye Cigerxwîn.

Weşanxaneya Avestayê dîwanên Cigerxwîn hemû gelkî xweşik çapkirine. Di vê çapa Avestayê da navê wî ne ”Cigerxwîn e, ”Cegerxwîn” e.

Lê ne Avesta tenê, kurdên bakur giş di nivîsên xwe da jê ra dibêjin "Cegerxwîn".

01 mars 2023

Jinikê bi ser da bîçik avêtiye !

Bîstik berê min û xanima xwe di telewîzyona swêdî, di Kanala 4a da (TV4) li programa ”Cîhekî di rojê da”(En plats i solen)temaşe dikir.

Donna û Terryê îngilîz dixwestin li Îspanyayê ji xwe ra havîngehekê bikirin.

Xanima sîmsar(delal) kîjan xanî nîşanî wan dida, li kîjan xanîyî dinêrîn di cî da diecibandin, digotin, ”errrik, çi xweş e, ev û ne yekî din…”

Medyaya tirk kûreya derewa ye

Ez qet riya xwe bi malperên rojnameyên tirkî naxînim ev çend sal in tu carî li telewîzyonên wan temaşe nakim. Çaxa li ser kurdan tiştekî muhîm gotibin kurd qalê dikin, ez jî jê haydar dibim û dixwînim.
Do derengê şevê min bala xwe da rûpela Haberturk Comê. Min nîv deqeyekê lê nêrî, serê min gêj bû.
Hewqas pir tişt bi sernivîsên rengo rengo dane kêlek hev çavên min qarixî bûn. Medya tirk dinyanedîtî ye, weşanên wan ji rojnameyan bêtir dişibin panoyên reqlaman.