Min berê jî gelek caran nivîsîye, lê dixwazim carreka din jî dubare bikim. Bira nas, dost û heval li qusûra min nenêrin, ez di malpera xwe da nivîsên, şiroveyên(komentarên) bi tirkî radikim. Ez ne bi tirkî dinivîsînim, ne jî şiroveyên bi tirkî qebûl dikim.
Ev 16 sal in ez Facebookê, 11 sal in jî Twitterê bi kar
tînim min ne rêzek bi tirkî nivîsîye, ne jî şiroveyên(komentarên)bi tirkî qebûl
kiriye.
Min gelek caran gotiye rica min ji we di malpera min da bi tirkî nenivîsin, ez nivîsîn bi tirkî qebûl nakim.
Bi baweriya siyasetmedarek, mamosteyk, kesekî zanîngeh
qedandiye dibê bikane du gotinan bi kurdî binivîsîne, ji bo yekî çûye rahmetê
bibêje ”rahma Xwedê lêbe, Xwedê sebrê bide malbata wî/wê...”.
Heger kurdekî kane bixwîne û binivîsîne, ya jî zanîngeh
qedandiye, mamoste ye, abûqat e, siyasetmedar e, lê dîsa jî nikane bi kurdî, bi
du gotinan sersaxiyê bide yekî şerm e.
Heger nikane bi kurdî rahmê li miriyekî bîne dibê bizanibe
kêmasiyeke pir mezin e, şerm e. Dibê xwe fêr bike.
Ev 16 sal in ez bi israr li ber xwe didim, vê xeta xwe
didomînim.
Lê yên tên ser xeta min hindik in, gelek nas, dost û heval
ji min dixeyidin, piranî dev şirove û hevaltiya min berdin. Dibêjin madem tu
nahêlî em bi tirkî binivîsin, em jî nabin hevalên te.
Gelek tiştên nizanin di demek kin da fêr dibin, lê elîfba û
îmleya kurmancî fêr nabin. Çimkî kurdî ji bo wan ne muhîm e, loma jî ji ber vê
nezaniya xwe şerm nakin.
Ez nabêjim bira kurd qet bi tirkî nenivîsînin û nepeyivin. Min tiştekî wiha tu carî negotiye.
Bêguman meriv bi çend zimanan bizanibe baş e, dema hewce be
meriv pê dipeyive û dinivîsîne.
Lê dibê meriv zimanê xwe jî bizanibe, bi zimanê xwe jî
bizane bixwîne û binivîse.
Ne rast e meriv nivîseke kurdî bi tirkî şirove bike.
Nivîsa min bi kurmancî ye, bi kîjan lehçeyên kurdî şirove
dikin serbet in, lê ne bi tirkî, erebî, farisî. Rast, ne rast ez wiha dikim. Ev
prensîbekî min e.
Kesên nivîsên min bi tirkî şirove dikin, ma nivîsên tirkekî
jî bi kurdî şirove dikin?
Heger bikin yê tirk ewî çi bibêje?
Mimkûn e hin kes tiştekî wiha qebûl dikin, lê ez qebûl
nakim, ez qebûl nakim kes di malperên min da bi tirkî, erebî, farisî
binivîsînin.
Hin nas, dost û heval ji ber ku ez tenê bi kurmancî dinivîsînim û rê nadim nivîs û komentarên bi tirkî min pîroz dikin.
Mala wan ave be, sipasdar im. Lê bi baweriya min ne hewce
ye, ez tu mêraniyekê û fedekariyekê nakim. Ez kurd im û bi kurdî dinivîsînim, qebûl nakim kes nivîsên min bi tirkî, bi erebî, bi farisî şirove bikin.
Tirk, bi tirkî, ereb bi erebî, faris bi farisî dinivîsînin.
Ez jî kurd im û bi kurmancî dinivîsînim. Ev ne tiştekî mezin û fedekarî ye. Lê bi ba me êdî wer bûye nivîsîna bi kurmancî, zazakî wek fedekarî tê qebûlkirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar