Lêwik ban bavê xwe kir, got: Bavo kwêrgî(kerguh, kîroşk) ketiye kadînê.
Bavê got: Ji bênamûsiya tajîyê me ye.
Heger tajî ne bêkêr bûya, jêhatî bûye kwêrgî nikanîbû têketa kadînê.
Dijmin ketine neqeba me, tê da didin lotik û çirvîtan. Çimkî me neqeba xwe zexm nekiriye, me baş neparastiye.
Destik û rêberên dijminên me xumal in, lema jî em nikanin
dijmin ji neqeba xwe derxînin.
XXX
Siyasetmedar û serokên tirk ji bo ku çend rayan ji kurdan
bifirînin van rojan kibar bûne. Di beyanên xwe da avê bi ber dilê kurdan
direşînin, xwe gelkî şîrîn dikin, gelek derew merewan li hev tînin.
Dibê meriv bê sened û peyman ji sozên yekî jî bawer neke,
giş yên hev in, bi devekî dixun, bi qulekî dirîn. Giş kûçikên ser kormekê ne.
Ya muhîm kurd bi tifaq bin û di daxwazên xwe da zelal bin.
Dimîne li ser bazarê, ji me ra çi baş be dibê meriv wê bike.
Hêvî dikim siyasetmedarên me di bazara siyasî da dîsa li zirarê dernekevin, ji miletê xwe ra heqekî bi dest xînin. Heger siyasetmedarên me jîr bin ji me ra vê carê lê hatiye.
XXX
Rûdawê di ser nivîseke xwe da gotiye: ”Li Geverê derdora 30
xwendekaran ji ber xwarinê bi jehrî ketin.”
Meriv ”bi jahrê nakeve”, jehrdadayî dibe.
Gava hinik jehrê didin meriv, ya jî meriv xwarineke bi jehrî dixwe, jehrdadayî dibe, ne ku bi jehrê dikeve.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar