Rast e dijminên me pir zalim in, faşîst in, neyarên her tiştê kurdî ne. Berî her tiştî jî dijminên zimanê me ne. Em viya baş zanin.
Çimkî ew zanin zimanê me hebûna me ye, nasnameya me ye,
pasaporta me ya netewî û kurdbûnê ye.
Bi zimanê xwe em ji wan cihê dibin. ji bo wê jî ji zimanê nefret dikin, naxwazin em bi zimanê xwe bipeyivin, naxwazin dengê kurdî here guhên wan.
Ê madem wiha ye, dibê em jî tim bi hev ra, bi zarokên xwe ra
bi kurdî bipeyivin, bi kurdî binivîsin.
Dijminê me zêde li diî çi yê me be dibê em bizanibin ew
tişt pir muhîm e, dibê em bêtir li wî tiştê xwe xwedî derkevin.
XXX
Mêrê Melîs Yildiza gotibû ”gava li ba wê bi kurdî dipeyivin
ew pir aciz dibe” tuxtorekî kurd e, ji Culemêrgê ye.
Kurdek çawa kane bi jineka ji zimanê wî nefret dike ra
bizewice aqilê min nagire.
Wê demê tuxtorê culemêrgî li ba wê nikane bi dê û bavê xwe
ra jî bi kurmancî bipeyive.
Çimkî Melîs xanim tehamulî kurdî nake, jinik di huzûra xwe da axiftina bi kurdî wek bêhurmetiyê telaqî dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar